Karasû: Berxwedana 34 rojan kir ku leşkerên Sûriyeyê biçin Efrînê

Karasû: Eger rejîm neçar ma ku leşkerên xwe bişîne ser sînorê Efrînê, ev yek bi saya berxwedana lehengî ya 34 rojan bû. Li wê derê ciwanên gelê Efrînê, ciwanên enternasyonalît li ber xwe dan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, bicihbûna leşkerên Sûriyeyê li ser sînorê Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

Karasû got, "Rojên dawî tê gotin ku leşkerên Sûriyeyê çûne Efrînê. Daxuyaniyên rayedarên Bakurê Sûriyeyê û çapemeniya li wê derê van nûçeyan piştrast dikin. Dewleta Tirk dibêje ku neçûne û di dema çûnê de wan top avêtine û vegeriyane. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me leşkerên Sûriyeyê çûne Efrînê û wê li ser sînor bi cih bibin. Ji xwe ev yek hefteyeke di rojevê de ye. Xuya ye niha ketiye meriyetê. Bêguman divê rewş û sedema ku rê li ber vê yekê vekir bên dîtin."

Mûstafa Karasû diyar kir ku niha li Rojhilata Navîn Şerê 3. ê Cîhanê diqewime û Sûriye jî di navenda vî şerî de ye. Karasû destnîşan kir ku Şerê 3. ê Cîhanê ji aliyê siyasî û leşkerî ve li Efrînê şênber bûye û ev tespît kir:

"Li Efrînê têkoşîneke siyasî û leşkerî heye ku mirov dikare jê re bêjin Şerê 3. ê Cîhanê. Heta niha bandora rejîma Sûriyeyê li ser Efrînê tine bûn. Efrîn ji destpêkirina krîza siyasî ya Sûriyeyê û vir ve ji aliyê Efrîniyan bi xwe ve tê birêvebirin. Li derdora wê çeteyên DAÎŞ, El Nûsra hebûn. Van çeteyan gelek caran êrîş kirin, lê belê nekarîn dest bidin Efrînê. Efrînê xweseriya xwe parastin. Dewleta Tirk nekarî xwe li vê rewşê ragire û xwest bi rêya çeteyên xwe dagir bike. Ji ber ku ji çeteyan nehat ku vê bike, dewleta Tirk dest bi êrîşê kir."

'BERXWEDANA EFRÎNÊ NÎŞAN DA KU DEWLETA TIRK NEHEQ E'

Karasû destnîşan kir ku cîhan tev bi sedema êrîşa dewleta Tirk dizane û wiha dewam kir: "Dijminatiya Kurdan dike, li ku destketiyeke Kurdan hebe êrîşî wê derê dike. Dewleta Tirk Efrîn weke cihê qels dît û jê hebû ku wê têk bibe, lewma êrîş kir. Dewleta Tirk dixwest bi rêya çeteyên xwe Efrînê dagir bike, lê ji ber ku ev nebû, bi xwe weke dewletê êrîş kir. Lê belê ev 34 roj in dewleta Tirk di nava çiravê de çikiya ye. Ji bilî çend gir û çend gundên li ser sînor nekarî bi pêş ve biçe. Nûçeyên ku çapemeniya Tirk di vî warî de diweşînin nerast in. Dewleta Tirk bi êrîşa bi balafirên şer û topbaranê karîbû bikeve çend cihên li ser sînor."

Mûstafa Karasû bi bîr xist, Efrîn a ku bi qasî Dîlok an jî Hatayê nîne, li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê û çeteyên wê ev 34 roj in li ber xwe dide û got, "Ev serketineke mezin e. Bi vê serketinê re her wiha nîşanî tevahiya cîhanê da ku dewleta Tirk neheq e. Ji ber ku hate dîtin ku li Efrînê demokrasiya herî hêja, herî bedew û herî qewîn heye. Rêveberiyeke faşîst û dîktator êrîşî vê demokrasiyê dike."

Karasû bi bîr xist ku gelên cîhanê, hêzên demokrasiyê li dijî vê êrîşê rabûn ser piyan û ragihand ku Efrîn niha veguheriye têkoşîneke navneteweyî. Karasû bi berdewamî got, "Ji ber ku li Efrînê ne tenê berxwedêr, her wiha Kurdên bûne yek, gelên cîhanê yên bûne yek têdikoşin û destekê didin. Û dewleta Tirk jî weke dewleteke faşîst êrîşî Efrînê dike. Li pişt dewleta Tirk Rûsya heye. Rûsyayê erê kir, DYA'ê çavê xwe jê re girt, rejîmê û Îranê jî destpêkê çavê xwe lê girtin. Lê belê berxwedana 34 rojan ev rewşa siyasî û leşkerî hejand.

'REJÎMÊ DÎT KU EGER DENGÊ XWE NEKE, WÊ AX Û SERWERIYA WÊ JI DEST BIÇE'

Piştî berxwedana 34 rojan a Efrînê, rejîmê dît ku ew tenê lê temaşe dike û eger li ber vê dagirkeriyê ranebe wê rewabûna xwe nemîne. Dît ku wê careke din nema karibe bêje 'Efrîn di nava sînorê min de ye û parçeyek ji Sûriyeyê ye'."

Karasû anî ziman got, dewleta Sûriyeyê dît ku eger dengê xwe lê neke, dibe ku hem dewleta Tirk wê derê bi xwe ve girê bide, hem jî qadeke serweriyê jê re namîne û wiha dewam kir: "Ji xwe çeteyên ku êrîş dikin, ew çete ne ku li dijî Sûriyeyê şer dikin. Çeteyên dijminê mirovahiyê ne. Dema ku ew li wir bi cih bûn nepêkan e ku bi Sûriyeyê re li hev bike, dibe ku Sûriye parçe bibe."

'BERXWEDANA 34 ROJAN A KURDAN KU PÊŞÎ LI DAGIRKERIYA TIRK GIRT, KIR KU REJÎM BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Karasû li ser planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ev mînak da: "Parlamenterê AKP'ê yê Aydin Selçûk Ozdal, ku yekî nêzî Erdogan e digot, 'Bakurê Sûriyeyê axa Tirkan e. Ya Tirkan e'. Digot, 'Kurd û Ereb piştre lê bi cih bûn. Ew der parçeyekî Tirkiyeyê ye'. Dema ku şert û merc amade bin wê wê derê dagir bikin. Dibe ku rejîma Sûriyeyê li van axaftinan guhdarî nekiribe, lê belê polîtîka û nêzîkatiya dewleta Tirk di asta dagirkeriyê de ye. Li pêşberî vê rewşê dewleta Sûriyeyê ji bo Kurdan winda neke û dagirkeriya dewleta Tirk rewa neke neçar ma ku biçe Efrînê. Ya rast, berxwedana Kurdan a 34 rojan ku nehişt Tirkiye bi pêş ve biçe, kir ku rejîm bikeve nava liv û tevgerê. Rejîmê dît ku eger ew der bê dagir kirin û bêdeng bimîne, wê careke din nikaribe bi Kurdan re li hev bike. Ne tenê li Efrînê, li rojhilatê Firatê jî careke din nikare bi Kurdan re li hev bike. Ji xwe Efrîn ji bo Kurdan navendeke hestewar e. li qiraxeke Sûriyeyê cihekî gelekî bedew e. Dagirkirina cihekî bi vî rengî û temaşekirina Sûriyeyê li vê dagirkeriyê wê di nava Kurdan de rê li ber hêrseke mezin vekira. Rejîma Sûriyeyê ji bo Efrînê û ji bo hemû Kurdên li nava Sûriyeyê winda neke, neçar ma dest li Efrînê werde."

'ÇÛYÎNA HÊZÊN SÛRIYEYÊ JI BO PARASTINA SÎNOR E'

Karasû destnîşan kir ku ev destwerdan ne destwerdaneke li rêveberiya îdarî û siyasî ye û wiha dewam kir: "Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberiya kantonê, TEV-DEM û çapemeniya wê derê ve hatin ragihandin, destwerdan ji bo parastina sînor e. Ji ber ku sînorê axa Sûriyeyê ye, dewleta Sûriyeyê diçe sînor û hewl dide axa xwe biparêze. Naxwe dest li rêveberiya îdarî û siyasî ya Efrînê wernade. Ji xwe tiştekî bi vî rengî bûya wê Kurdan destûr nedabûna. Eşkere ye, bi şertê ku li ser statuya Efrînê biaxivin, Kurdan destûra dane ku rejîma Sûriyeyê leşkerên xwe bişîne ser sînor. Ya rast jî ev e. Em ne bawerin ku Efrînî dest ji Federasyona Bakurê Sûriyeyê, dest ji kantonan, demokrasiyê û xweseriyê berdin. Destjêberdan nepêkan e."

'ÇÛYÎNA HÊZÊN REJÎMÊ TÊ WATEYA; EM Ê PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN BI KURDAN RE BI AXAFTINÊ ÇARESER BIKIN'

Karasû ragihand, ku çûyîna hêzên Sûriyeyê ji bo sînorê Efrînê tê wateya 'Weke rejîm em ê pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re bi rêya axaftinê çareser bikin' û wiha dewam kir: "Fermiyet û rewabûna rêveberiya Efrînê bi vî rengî qebûl kirine. Ev çûyîn tê vê wateyê jî; eger çareseriyek pêk were, rejîma Sûriyeyê wê ji aliyê zîhniyetê ve bê guhertin û Sûriye wê biguhere. Wê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gav were avêtin. Heta ku Sûriye ji bo demokratîkbûnê gavê neavêje, nikare bi Efrîn, Kobanê, Bakurê Sûriyeyê re li hev bike. Tenê li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê dikare çareseriyekê bibîne. Ev çûyîn ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê dikare rê li ber avêtina gavê veke. Dikare helwesta tund a li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd biterikîne. Di vî warî de ji bo xêra Sûriyeyê ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku rejîma Sûriyeyê meşrûiyeta xwe winda kiriye û got, "Şerê navxweyî bû, bi sed hezaran mirov mirin, bi sed hezaran jî koçber bûn. Lewma rejîma Sûriyeyê hê li Şamê li ser piyan mabe jî, di nava yekparebûna Sûriyeyê de meşrûiyet, bandor û nirxê xwe yê moralê ji dest daye. Bi çûyîna Efrînê, bi lihevkirina bi Kurdan re rejîma Sûriyeyê wê moral û meşrûiyetê jî bi dest bixe. Dibe ku ev yek herî zêde bi kêrî rejîma Sûriyeyê bê. Eger bi feraseta demokratîkbûna Sûriyeyê tevbigere, ketina nava Efrînê û têkiliya bi Kurdan re li ser bingeha demokratîk, dikare bibe gavek ji bo destxistina rewabûnê."

'LIHEVKIRINA BI KURDÊN LI EFRÎNÊ RE WÊ BÊ WATEYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LI SER BINGEHÊ DEMOKRATÎK'

Karasû anî ziman ku bi demê re wê eşkere bibe bê rejîm ji aliyê zîhniyetê ve xwe çiqasî biguherîne û demokratîk bibe û got, "Lihevkirina bi Kurdên Efrînê re di heman demê de tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk. Kurdan ji xwe timî ev gotin; 'Em parçeyekî Sûriyeyê ne, em xweseriya demokratîk dixwazin. Kurd dixwazin bi nasname û çanda xwe bijîn. Nêrîneke me ya ji bo parçekirina Sûriyeyê nîne. Em alîgirê yekîtiya Sûriyeyê ne'. Ti carî negotin ku wê ji Sûriyeyê veqetin. Ji ber vê yekê hatina leşkerên Sûriyeyê ji bo sînorê Efrînê gaveke ji bo lêgerîna li çarseriyeke li nava sînorên Sûriyeyê. Ji tevahiya cîhanê, ji rejîma Sûriyeyê û hemû Ereban re nîşan da ku ew naxwazin Sûriyeyê parçe bikin û dixwazin di nava Sûriyeyê de çareseriyê biafirînin. Bêguman mebesta ji çareseriyê jî çareseriya demokratîk e. Çareseriyeke bi çand, nasname û rêveberiya xwe ya li ser bingeha xweseriyê."

'EGER REJÎM RAST NÊZÎK BIBE WÊ ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK BIAFIRE'

Karasû diyar kir ku hatina leşkerên Sûriyeyê ji bo Efrînê nayê wê wateyê ku Kurd, Efrînî ji aliyê siyasî, zîhnî û armancê ve li tiştekî cuda difikirin, ya jî nêrîna xwe guheriye û got, "Wan dest ji projeya xwe bernedane. Wan dest ji Sûriyeya demokratîk, rêvebirina xwe bi xwe bernedane. Ji xwe hatin jî bi vî rengî nîne. Hatineke leşkerî ye. Ji aliyê siyasî ve wê Meclîsa Efrînê, gelê Efrînê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev statu wê çawa be, têkiliya bi Sûriyeyê re wê çawa be? Ev ê bi demê re diyar bibe. Wê di encama hevdîtina Efrîniyan a bi rejîma dewleta Sûriyeyê re diyar bibe. Eger rejîma Sûriyeyê rast nêzîk bibe, wê ji wê derê li hevkirin, çareseriyeke demokratîk derkeve. Eger rejîma Sûriyeyê nêzîkatiya xwe neguherîne û bibêje ku ji aliyê navendî û leşkerî ve ez ê li wir serdest bim, hingî ne gel, ne jî hêzên xweparastinê wê vê qebûl nekin. Ji xwe hêzeke wiha ya Sûriyeyê jî nîne. Bêyî lihevkirina bi Kurdan re nepêkane ku li Efrînê bimîne. Artêşa Tirk bi xwe hat û 34 rojan bi tank û topên xwe, bi her tiştên xwe êrîş kir lê nekarî bi pêş ve biçe. Nepêkane  ku Sûriye li Efrînê serdest be. Bêguman di vir de rewşa Rûsyayê krîtîk e. Rûsya ji bo girtina qada hewayî li Tirkan hê jî gavê neavêje. Ev rewşeke cidî ye. Ev yek bi kêrî Rûsan nayê, tê wê wateyê ku Rûsan bi dewleteke faşîst re tifaq kiriye. Ev yek wê Rûsyayê hem li nava civaka xwe, hem jî li nava civaka cîhanê bixe nava rewşeke nebaş e."

'KÎ LI CEM BERXWEDÊRAN BE WÊ BI SER BIKEVE, KÎ LI CEM DEWLETA TIRK BE WÊ WINDA BIKE'

Karasû da xuyakirin ku Rûsya şaşitiyeke mein dike û divê ji vê şaşitiyê vegere. Karasû got, "Bêguman ne tenê Rûsya, DYA jî heye. Eger li Sûriyeyê çareseriyek, aramiyek tê xwestin, ev yek bi dagirkirina Efrînê nabe. Ev yek bi lihevkirina li ser demokratîkbûna Sûriyeyê dibe. Divê Rûsya jî, DYA jî, Îran jî di vî warî de hemfikir bibin. Li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê, di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de pêwîstî bi çareseriyê heye. Her kes li ser yekîtiya Sûriyeyê nêrîna xwe tîne ziman. Amerîka dibêje, 'em alîgirê yekîtiya Sûriyeyê ne'. Rûsa jî dibêje, her kes dibêje. Wê wextê divê destûr ji dagirkeran re neyê dayin, divê êrîşên dewleta Tirk bên astengkirin û ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gav were avêtin. Eger rejîma Sûriyeyê neçar ma leşkerên xwe bişîne ser sînor, ev yek bi saya berxwedana lehengî ya gel a 34 rojan pêk hat. Ciwanên gelê Efrînê, ciwanên enternasyonalîst li wir li ber xwe dan. Ya herî girîng jî gelên cîhanê destek dan berxwedana Efrînê. Kurdan bi yekgirtî destek dan berxwedana Efrînê. Vê yekê kir ku rejîm li ser rewşê bifikire, dest li Efrînê werde û bi Kurdan re li hev bike. Divê ev yek weke serketina rejîma Sûriyeyê neyê dîtin. Ev yek encama berxwedana lehengiyê ya berxwedêrên Efrînê ye. Encama têkoşîna gelên cîhanê ya li dora berxwedana gelê Efrînê ye. Em ji vê yekê bawer in, gel û berxwedêrên Efrînê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Lewma kî li cem berxwedêran cih bigirin wê bi ser bikevin, kî li cem dewleta Tirk bin û li êrîşan temaşe bikin wê winda bikin. hem ji aliyê exlaqî, hem jî wijdanî, siyasî û leşkerî ve wê winda bikin."