Berdevkê rêxistina ciwanan tevlî nava PKK’ê bû

Berdevkê rêxistina ‘Ciwanên Welatparêz’ tevlî nava refên gerîla bû.

Li gorî malpera Nûçe Ciwan Amed Ranya, piştî banga Komelên Ciwan a ji bo seferberiyê bi dirûşma ‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê’ tevlî nava refên gerîla bû.

Amed Ranya ji Nûçe Ciwan re axivî û diyar kir ku ew ji bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ye û got: “Ez niha li çiyayên azadim.”

Amed Ranya da zanîn ku ew ê şopdarê rêya şehîdan be û wiha dewam kir: “Weke ku her kes zane, li ser gelê Kurd gefek cidî heye. Dîsa li Avaşîn, Metîna û Zap li ser gerîlayên azadiyên Kurdistanê gefek cidî heye. Ji ber ku artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên kimyewî bi kar tîne.”

Amed Ranya bi dewamî got: “Ez weke ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê, ji bo li dijî êrîşên li ser gelê Kurd û gerîla rabim, tevlî nava refên gerîla bûm. Eger dewleta Tirk a dagirker gerîlayekî şehîd bike, divê em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê bi sedan kes tevlî nava refên gerîla bibin.”

Amed Ranya bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir: “Divê ciwanên Başûrê Kurdistanê bêhelwest nemînin û tevlî nava refên gerîla bibin. Her kes jî zane ku çekên kimyewî li dijî gerîla tên bikaranîn. Bes e ji vê bêdengiyê re. Ma hûnê heta kengê bêdeng bimînin?”