Bekir Hec Îsa: Pêkhateyên herêmê li dora Rêveberiya Xweser bûne yek

Bekir Hec Îsa got, "Dewleta Tirk nekarî bi şerê leşkerî projeya me tune bike, îcar hewl dide bi xiyanetê vê yekê bike. Ji bo projeya Neteweya Demokratîk me bi hezaran şehîd dane, em tu car nahêlin proje têk biçe."

Li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku vê dema dawiyê zêde kiriye, Rêveberê Têkiliyên Siyasî yên PYD'ê ya Herêma Firatê Bekir Hec Îsa ji ANF'ê re axivî.

Bekir Hec Îsa, diyar kir ku aloziya Sûriyeyê girêdayê aloziya Rojhilata Navîn e û got, "Aloziya Lê belê heta niha ne hêzên navneteweyî ne jî hêzên din hîn tu çareserî ji bo aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nedîtine. Çima nedîtine? Ji ber ku hêzên navneteweyî bi xwe di nav aloziyekê de ne û dixwazin vê aloziyê belavê her derê bikin. Mirov dikare bibêje ku hêzên navneteweyî bi xwe rêveberiya aloziyê ne."

Bekir Hec Îsa da zanîn ku dewleta Tirk bi xwe dixwaze fikira yek al yek ziman û yek çand û fikira Îslamiyetê hîn zêdetir bi pêş bixe û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk du fikirên bingehîn ji xwe re kirine bingeh. Ew jî bi tenê bi pêşxistin yek ziman, yek al û yek çandê ye û fikira Îslamiyetê her bi pêş bixin: Her wiha dixwazin li ser vê fikirê xwe kûr bikin û dewleta Tirk bû wek şîrketa perwerdekirina hêzên teror. Dixwaze aloziyekê di nav gel de çêbike. Dewleta Tirk û hevalbendên wê çi fikirên demokratîk hebin li ber radibin."

Bekir Hec Îsa anî ziman ku armanca dewleta Tirk avakirina Mîsakî Mîlî û nûkirina Împaratoriya Osmanî ye û ji bo ku vê projeyê bi ser bixe, du tiştan ji xwe re dike bingeh. Li gorî Bekir Hec Îsa Yek jê tunekirina pêkhate û gelên li herêmê ye û ya duyem jî ji bo xwe fikira Îslamiyetê bingeh digire û têkiliyên xwe bi dewletên Ereb re danîne.

Bekir Hec Îsa got ku îro dewleta Tirk a dagirker mixelefeta Sûriyeyê ji xwe re wek amûrekê bi kar tîne û got, "Dixwaze hem sînor hem jî axa Sûriyeyê dagir bike. Lê mixabin ev mixelefet jî ev tişt li xwe qebûl kiriye."

Bekir Hec Îsa ragihand ku demên dawîn de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû dibêje ku ew amade ne piştgiriya siyasî bi Hikûmeta Şamê re bikin û wiha dewam kir, "Ji xwe hişmendiya Hikûmeta Şamê û Dewleta Tirk wek hev e. Dixwazin di nav xwe de bi tenê yek û yek zimanî bihewînin."

Bekir Hec Îsa diyar kir ku ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew hêza xwe ji projeya Neteweya Demokratîk werdigirin û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhtirê 5 milyon kes di bin ala Rêveberiya Xweser de dijîn.  Bi hemû pêkhateyên xwe, hemû ol bi rengekî Demokratîk û aştiyane dijîn. Projeya Neteweya Demokratîk ên hene, rêveberiya xweser di asta cîhanî de mihatab tê dîtin û têkiliyên rêveberiya xweser ên siyasî berfereh bûne. Gel li dora rêveberiya xwe kom bûne."

Bekir Hec Îsa anî ziman ku 102 parlamenterên Fransayî ji bo qedexekirina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên dewleta Tirk a dagirker re, helwesta xwe nîşan dan û piştgiriya projeya neteweya demokratîk kirin.

Bekir Hec Îsa wiha dewam kir, "Dewleta Tirk a ji bo tunekirina projeyê şerekî taybet bi rê ve dibe. Nekarî bi şerê leşkerî projeyê tune bike, îcar hewl dide bi xiyanetê vê yekê bike. Ji bo projeya Neteweya Demokratîk me bi hezaran şehîd dane, em tu car nahêlin proje têk biçe."