Bayik: Têkoşîn wê êdî pirralî be

Bayik got "Dema li pêşiya me wê bibe demek ku li Kurdistanê têkoşîn pirralî tê kirin. Bayik ev têkoşîn ji bo Kurdan weke têkoşîna man û nemanê bi nav kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa dawî ya hevpyevîna xwe de ku ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî, bal kişand ser têkoşîna serdema nû ya li dijî dewleta Tirk.

Bayik işaret bi dagirkirina Efrîn, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, qirrkirina li dijî Êzîdiyan kir û got, "Ev êriş nîşan didin ka ruhê 15´ê Tebaxê çiqasî girîng û pêwîst e. Dewleta Tirk çawa di Şerê Cihanê yê Yekem de Ermenî qirrkirin, niha di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyem dixwaze Kurdan qirr bike. Ji ber vê yekê van êrişên dijwar dikin. Di qonaxa em tê de Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn yan wê jiyana xwe ya azad û demokratîk bi dest bixin, yan jî di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyem de ku hevsengiyên nû pê peyde dibin, bibin miletekî bibinketî û di sedsala 21´ê de bikevin ber qirrkirinê. Ev têkoşîneke man û nemanê ye."

KURD BÛNE MILETEKÎ PÊŞENG

Bayik bal kişand ser hêza Kurdan a ku derfeta gihiştina jiyana azad û demokratîk peyde bûye û wiha behsa tehlûkeyê kir: "Sedema evqasî giranbûna êrişan, ji wê yekê ye ku hatiye dîtin, Kurd di her warî de xurt dibin û di sedsala 21´ê de bi xisleta xwe ya azadîxwaz û demokratîk bûne miletekî pêşeng. Di vê pêvajoyê de helbet bi bikaranîna hemû derfetan, bi fedakariya di asta herî jor de, em ê têkoşîna di şertên herî zehmet de bidin ber çavên xwe, li çar pearçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê têkoşînê xurt bikin.

Dewleta Tirk halê hazir, bi awayekî ku berevajî herika dîrok, civak, îredeya gelan û hesretên wan, bi paşverûtiyekê hewl dide pêşiyê li bûyeran bigire, û statukoya mêhtinger a qirrker li ser piyan bigire. Ew ne tenê statukoya li dijî Kurdan li ser piyan digire, belê ew di nava berxwedan û êrişeke paşverû de ye ku hewl dide tevahiya paşverûtiya Rojhilata Navîn li ser piyan bigire. Bi vê xisleta xwe ne xurt, lê lawaz in.

Çareseriya wan nîne, ne tenê aborî, siyasî, civakî û çandî jî di nava krîzê de ne. Siyaseta wan ne li welatê wan, ne jî li Rojhilata Navîn dikare bibe bersiva krîzan."

TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN

Bayik girîngiya hevgirtina hêzên demokrasiyê jî wiha îfade dike: "Hêzên azadî û demokrasiyê heger têbikoşin, têkoşîna xwe hevpar bikin, di dawiya Şerê Cihanê yê Sêyem de wê ne tenê Kurdistan azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe, belê tevahiya Rojhilata Navîn bigihîje jiyana azad û demokratîk."

Bayik got, dewleta Tirk naxwaze Sûrî demokratîk bibe, Îran bi îstîqrar bibe û rewşa ji bo gelan bi tehlûke ya dewleta Tirk îfade kir: "Em ê di dema li pêş de li dijî dewleta Tirk têkoşîna hevpar a gelan bi pêş bixin, lewma dewleta Tirk ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn notirnavê paşverûtiyê ye. Ew ne tenê dijminê gelê Kurd e, ew dijminê hemû hêzên demokrasiyê ye. Dema li pêşiya me wê bibe dema li Kurdistanê pêşketina têkoşîna pirralî."