Bayik: Roja 24'ê Hezîranê AKP dikare bê têkbirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Xuya ye mirovên dixwazin ji AKP'ê rizgar bibin hîn bi biryar in. Eger ev hêz hîn baştir bixebitin û xwedî li sindoqan derkevin, mirov dikarin bêjin ku dawî li desthilatdariya AKP'ê tê."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê, rewşa AKP'ê û hêzên demokrasiyê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û bersiv da pirsên Sînan Salîh.

Bayik da xuyakirin ku îdîa û daxuyaniyên AKP'ê yên dema destpêka desthilatdariya xwe û yên niha ji hev cuda ne, nakok in û got, ji ber vê yekê di vê hilbijartinê de tengav bûye.

DI VÊ HILBIJARTINÊ DE DIBE KU AKP TÊK BIÇE

Bayik destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de îhtimal heye ku desthilatdariya AKP'ê têk biçe û got: "Ev yek jî di gotin û daxuyaniyên Erdogan û AKP'ê de eşkere dibe. Piştî ku dît wê têk biçe, zext û zordarî zêde kir. Bi girankirina zexta li ser her kesî û bi neheqiya şert û mercên hilbijartinê re dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Desthilatdariya AKP'ê ji bo şovenîzmê sor bike dest bi dagirkirina Efrînê kir, lê tê dîtin ku vê yekê jî zêde deng nedaye wê. Ev jî vê rastiyê nîşan dide: Eşkere ye ku di nava civaka Tirkiyeyê de hêrs û nerazîbûn heye. AKP'ê şovenîzmê çiqasî sor bike bila bike nikare nêrîna civakê ya li AKP'ê biguhere."

Bayik destnîşan kir ku ihtimal çêbûye ku AKP ji desthilatdariyê bikeve û wiha dewam kir: "Atmosfera hilbijartinê dibe ku weke ya hilbijartinên bihurî zêde zindî nîne. Ji ber ku AKP gelekî zextê dike û hemû çapemenî bi dest xistiye. Çapemenî ji bilî Erdogan û AKP'ê cih nade kesî. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rewş hinekî uda bû. Koma Dogan û hin qenalên din hinekî nealîgir weşan dikirin. AKP ji weşangeriya wê wextê aciz bû. Lê niha hemû bûne propaganadkarên desthilatdariya AKP'ê. Ji ber vê yekê atmosfera hilbijartinê tenê bi axaftinên Erdogan nîşan didin. Lê tê dîtin ku axaftinên Erdogan ên li mîtîngan mîna berê bandorê li civakê nakin. Ev rastî hemû nîşan didin ku cara yekê ye pêkan bûye ku AKP di 24'ê Hezîranê de têk biçe."

Cemîl Bayik diyar kir ku AKP hewl dide bi zext û hîleyê vê rewşê biguherîne û got, "Eger hêzên demokrasiyê, hêzên mûxalîf, Kurd û hemû hêzên ji desthilatdariya AKP'ê aciz in xwedî li sindoqan derkevin, pêşî li fenan bigirin û bi rêjeyeke xurt HDP'ê di ser bendê re bixin, wê dawî li AKP'ê were."

Bayik da xuyakirin ku li gorî hin anketan bi taybetî ciwan deng nadin AKP'ê û destnîşan kir ku ev jî nîşan dide ku paşeroja desthialtdariya AKP'ê nîne.

MIROVÊN DIXWAZIN JI AKP'Ê RIZGAR BIBIN, HÎN BI BIRYAR XUYA DIKIN

Bayik anî ziman ku desthilatdariyek nema dikare ji ciwanan dengan bigire û ji ciwanan dûr dikeve, şenxsê xwe nîne ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û got, "AKP ketiye nava pêvajoyeke wiha. Lê belê AKP naxwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde. Sekna xwe ya niha bi vî rengî ye, hilbijartinê weke pirsgirêka paşerojê dibîne. Bi têgihiştina 'Eger AKP winda bike wê Tirkiye winda bike' hewl dide civakê bixapîne. Ji vî alî ve bêguman wê hilbijartineke zehmet be. Lê tê dîtin ku gel xwe ji AKP'ê vedigire. Mirovên dixwazin ji AKP'ê rizgar bibin hîn bi biryar xuya dikin. Eger ev hêz hîn bêhtir bixebitin û xwedî li sindoqan derkevin, mirov dikarin bêjin ku dawî li desthilatdariya AKP'ê tê. Li pêşberî civakê wê biqede. Ya rast di refernadûma 16'ê Nîsanê de jî têk çûbû. Bi ihtimaleke mezin wê di vê hilbijartinê de jî têk biçe."

TIFAQA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ Û GELAN GELEKÎ GIRÎNG E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik işaret bi tifaqa gelan, hêzên demokrasiyê, Elewiyan û Kurdan a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê kir û got, "Bêguman avabûna vê tifaqê pir pir girîng e. Danheviya kevneşopiya sosyalîst a Tirkiyeyê destekê dide HDP'ê. Ev yek nîşan dide ku hemû hêzên li Tirkiyeyê yên demokrasiyê dixwazi li dora HDP'ê li hev civiyane. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de yên ku herî zêde pêwîstiya xwe bi demokrasiyê çêbûye, Kurd, Elewî, jin, komên cuda yên etnîkî û olî û sosyalîst in. Ev hêzên ku di dîroka Tirkiyeyê de timî cihê xwe li nava têkoşîna demokrasiyê girtine, bi rengekî tifaqê destekê didin HDP'ê. Ev jî radixe pêş çavan ku di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bi israr in û wê têkoşîneke hevpar bidin. Ne tenê ew, civaka ku bi rastî jî xwedî li nirxên Îslamî derdikeve xwe ji AKP'ê vedigire. Ji ber ku AKP bûye partiyek ku ol bi rengê herî nebaş bi kar tîne. AKP dijminê dîn e. Rêber Apo ji bo wan dibêje, 'Dij bi Îslamê' û 'Îslama Mûaviye'."

ERDOGAN NIHA MÎNA EVREN DIAXIVE

Bayik da xuyakirin ku AKP ji bo di hilbiijartinê de bi ser bikeve xwe li Çîller û Agar digire û wiha dewam kir: "Erdogan di salên destpêkê yên AKP'ê de digot, 'Em li dijî kiryarên salên 1990'î ne'. Pêkanînê şerê qirêj ên salên 90'î yên dema Çîller, Agar û Dogan Gureş rexne dikir û bi vî rengî deng ji civakê dixwest. Lê niha xwe li Çîller, Agar û MHP'ê girtiye. Xwe li Evren girtiye. Ji xwe Pervîn Bûldan ji bo wan got, 'Eger ji wan bê ku Evren ji gorê derxînin, wê wî jî tevlî tifaqa xwe bikin'. Ji xwe niha mîna Evren diaxive. Dibêje 'Bi Rewşa Awarte re Tirkiye aram bû'. Kenan Evren jî digot, 'Min darbe kir, min Tirkiye aram kir'."

Bayik destnîşan kir ku mejî û serê Kenan Evren i be, yê Erdogan jî niha ew e û got, "MHP'ê piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'ê digot, 'Em hatine girtin, lê belê nêrîna me bûye desthilatdar'. Niha bi awayekî rastî bûye şirîkê desthilatdariyê. Li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî bêguman wê hêzên demokrasiyê û gel bibûna yek û tifaq bikira."

Cemîl Bayik destnîşan kir ku ev tifaqa divê ne tenê tifaqa hilbijartinê be û got, piştî hilbijartinê jî divê li ser bingeha têkoşîna azadî û demokrasiyê li dijî faşîzmê û êrîşên faşîst bidome.

BLOKA FAŞÎST BI SER BIKEVE WÊ ŞER GIRAN BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku eger bloka faşîst di hilbijartinê de bi ser bikeve wê şer girantir bike û wiha dewam kir: "Li nava welêt wê êrîşên xwe yên li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd zêde bike. Ji xwe ji bo polîtîkayên xwe yên êrîşkariyê yên li hundir û derve rewa bike, hilbijartin xiste rojevê. Ji ber ku eger bi hilbijartinekê ji nû ve nebe desthilatdar û xwe rewa neke, wê nikaribe polîtîkayên xwe yên êrîşkar li hundir û derve bidomîne."

Bayik diyar kir, gelê Kurd mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî berxwedana xwe bidomîne û got, "Ji xwe desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ev sê sal in bi hemû derfetên xwe li hundir û derve êrîş dike. Berdevkên desthiltdariya faşîst a AKP-MHP'ê digotin, 'Heta niha wê careke din kes nikaribe navê PKK'ê bilêv bike'. Lê belê Tevgera Azadiyê û gelê me li ber xwe dan û plan û hesabên desthilatdariya AKP'ê ji hev xistin. Eger desthilatdariya AKP'ê niha tengav bû be, ev yek bi saya berxwedana tevgera me ya azadiyê ye. Eger AKP careke din bibe desthilatdar wê êrîşên xwe zêde bike. Em ê jî li dijî vê yekê bi rengekî dîrokî li ber xwe bidin."

Cemîl Bayik got, eger bloka faşîst bi ser bikeve, ne tenê gelê Kurd wê hêzên demokrasiyê jî li ber xwe bide û got, "Hêzên demokrasiyê û gelê Kurd wê bi têkoşîneke hevpar, vê desthilatdariya ku bi hilbijartinê naçe bi berxwedana gel a demokratîk bibin."

TÊKÇÛNA DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê WÊ DIJMINÊN KURDAN Û GELAN QELS BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê û Erdogan, wê were wê wateyê ku gelên Tirkiyeyê polîtîkayên AKP-MHP'ê red dikin û got, "Kûrahiay dewletê, burokrasiya sivîl leşkerî ya klasîk, hêzên dewletê yên heta niha bi AKP-MHP'ê re bi hev re tevdigeriyan, wê bixwazin şerê xwe yên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bidomîne. Lewma bi têkçûna AKP-Erdogan re wê ji nişak ve demokrasî neyê Tirkiyeyê. Lê belê, têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê wê dijminê Kurdan ên faşîst, wê dijminê demokrasî û gelan qels bike."

Cemîla Bayik got, ji bo wan a girîng ew e ku pêşî li faşîzma AKP-MHP'ê were girtin, faşîzma AKP-MHP ji desthilatdariyê bê xistin û wiha dewam kir: "Bêguman gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û dijberên faşîzma AKP-MHP'ê li benda wê yekê ne ku di çarçoveya demokratîkbûn û azadiyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav were avêtin. Ev yek ne tenê daxwaz û bendewariya me ye. Daxwaza gelên Tirkiyeyê ye. Desthilatdariyên ku bersivê nadin daxwaza gel nema dikarin li Tirkiyeyê li ser piyan bimînin. Ji ber ku gelên Tirkiyeyê azadî û demokrasiyê dixwazin. Daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Dixwazin ji desthilatdariya heyî ya despotîk rizgar bibin. Dixwazin li Tirkiyeyeke demokratîk û azad bijîn ku jin lê xwedî îrade ne, ciwan xwedî îrade ne, pirsgirêka Kurd çareser bûye, pirsgirêka elewiyan çareser bûye û hemû civakên olî û etnîkî bi rengekî azad lê dijîn. Yên ku polîtîkayeke wiha nameşînin, kî dibe bila bibe wê li berxwedana gelan rast bê."

SIBE:
Armanca dewleta Tirk ji êrîşên ji bo dagirkirina Qendîlê
Nêzîkatiya PDK'ê ya li pêşberî dagirkeriyê
Ragihandina Eniya Neteweyî û nerazîbûna gelê Başûr