Bayik: Divê gelê me yê li Ewropayê bi rola pêşengiyê rabe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji pîrobahiya salvegera damezrandina PKK'ê ya li Dortmûndê re peyamek şand û got, "Divê gelê me yê li Ewropayê pêşengiyê ji têkoşîna li dijî komploya nû ya DYA'yê re bike."

Salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat pîrozkirin. Qisekeran di şevê de bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û tecrîd û biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê şermezar kirin.

BAYIK: PKK'Ê DÎROKEKE NÛ AFIRAND

Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di pîrozbahiyê de bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan. Bayik got, "Damezrandina PKK'ê ji bo me û gelê me cejn e. Bi vê wesîleyê vê cejnê li Rêber Apo, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li dostên me, milîtan û xebatkarên PKK'ê pîroz dikim. Em deyndarê şehîdên xwe ne."

Bayik diyar kir, dîroka PKK'ê dîrokeke qewîn û kûr e û got, "Beriya PKK'ê û Rêber Apo Kurd kole bûn. Tevgera me ev çarenûs ji holê rakir û dîrokeke nû afirand. Hêzên mêtinger ji ber vê yekê komployan li Rêber Apo û tevgera me dikin. Em jî li dijî vê yekê ji bo azadiya Rêber Apo û demokratîkbûna Rojhilata Navîn têdikoşin."

'DIVÊ GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABE'

Bayik bang li Kurdan kir ku li dijî biryara DYA'yê rabin ser piyan û got, "Çawa ku li dijî komploya navneteweyî ya sala 1999'an gelê me yê li Ewropayê pêşengî ji têkoşînê re kir, beriya her kesî rabû ser piyan, berdêl da û ruh da tevahiya gelê Kurd, divê niha jî li dijî komploya nû ya DYA'yê bi rola pêşengiyê rabe. Li hemû parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, bi taybetî gelê me yê li Ewropayê girîng e bi hemû derfetên xwe, ji 7 heta 70 salî li dijî vê komployê têbikoşe. Eger komplo bi ser neketibe, ev yek encama vê têkoşînê ye. Lewma divê gelê me bi rengekî topyekûn li dijî vê komployê jî derkeve. Ji ber ku em bi rêya têkoşînê li ber komplo û êrîşan radibin, encamê digirin û bi ser dikevin. Guhertin û pêşveçûna me li ser vê bingeha têkoşînê ye. Di vê oxirê de gelek ked û berdêl hatin dayin. Gelek şehîd hatin dayin. Komplo ji ber vê yekê têk çû. Lewma gelê me îro li her derê dirûşma 'PKK gel e, gel li vir e' diqîre. Gelê me 40 sal in xwedî li PKK'ê derdikeve. Ji ber ku PKK'ê ji bo gelê Kurd dîrokek afirand. Her kes bû beşek, bû parçeyekî vê têkoşînê. Ji ber vê yekê êrîşa dijî Rêber Apo û PKK'ê êrîşa li dijî gelê Kurd e. Çi bi navê Kurd û Kurdistanê hebe, dixwazin tine bikin. Gelê me vê qebûl nake. Ji xwe di her şert û mercî de li ber radibe. Wê ji niha û pê ve jî vê yekê nîşan bide."

'PÎROZBAHÎ DIVÊ BI HEYBETÎ WERIN KIRIN'

Bayik diyar kir, PKK'ê lîstikên hêzên navneteweyî xera kiriye û wiha dewam kir: "Lewma dixwazin komployê bidomînin. Divê gelê me li ser bingeha têkoşîna li dijî komployê pîrozbahiyên xwe yên îsal pêk bîne. Îsal sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya Kurdistanê ye. Girîng e pîrozbahî bi vê heybetê werin kirin û bersivê bidin komplogeran."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, çawa ku wan 40 salan xwe spartine hêza xwe û têkoşiyane, ji niha û pê ve jî wê bi hêza xwe û gelê xwe komplo û êrîşan têk bibin.

GUZEL: WÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LI SERKETINA ME BIGIRIN

Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Guzel jî li pîrozbahiyê axivî û işaret bi taybetmendiya PKK'ê ya ku têk naçe kir. Guzel got, "PKK 40 sal in li ber xwe dide. Ev yek bi têkoşîna xwe ispat kiriye. Niha li zindanan, li çiyê û deştê têkoşîna azadiyê heye. Lewma DYA li pey polîtîkayeke wiha ya li dijî kadroyên pêşeng e. Lê divê vê yekê fêhm bikin; wê ti carî bi ser nekevin. Em ê bi ser bikevin. Kes wê nikaribe li pêşiya vê serketinê bibe asteng."

Nûnerên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst a Elmanyayê (MLPD) jî tevlî pîrozbahiyê bûn û bi peyamên xwe piştgirî dan.

Hunermend Seyîdxan, Xemgîn Bîrhat, Welat, Medenî û Axîn jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.