'Ji bo rakirina tecrîdê divê CPT zextê li dewleta Tirk bike'

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Devrîm Bariş Baran diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li derveyî qanûnên Tirkiyeyê û gerdûnî ye û xwest, CPT’ê ji bo tecrîd bi dawî bibe zextan li Tirkiyeyê bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir bi parêzerên
xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne û hemû serlêdana parêzeran bi hincetên 'rewşa
hawayê û keştî xerabe ye' têne astengkirin. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad Devrîm Bariş Baran li ser tecrîda girankirî axivî.

‘TECRÎD DERHIQÛQÎ Û DERQANÛNÎ YE’

Baran diyar kir ku li Îmraliyê pergalek li derveyî hiqûqê û derqanûnî ketiye dewrê. Baran da zanîn ku astengkirina hevdîtinan kêfî û siyasî ye û wiha axivî: “Qanûn û biryarên cezayên darizandinê hene. Divê girtî bikarin hemû mafên xwe yên girtîgehê bi kar bînin. Destpêkê divê bi parêzer û malbatên xwe re bikarin hevdîtinê pêk bînin. Lê belê astengiyên li Îmraliyê ketiye hefteya 600'î û Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin sûçê li dijî mirovahiyê ye û biryareke derhiqûqî û ji derveyî zagonên Tirkiyeyê bi xwe ye jî."

‘BI TECRÎDÊ RE KAOS DERKET’

Baran anî ziman ku Ocalan yek jî aktorên pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha pê de çû: “Di nava du salan de bi pêşengiya Birêz Ocalan gavên gelek girîng û cidî hatin avêtin. Li welat di aliyê demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e gihişt pêvajoyek girîng. Ev pêvajo li ber qedandinê bû, ji nişka ve bidawî bû û tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan hate destpêkirin. Piştî ev pêvajo bi dawî bû û tecrîd giran bû, li welat hilweşîn û kaosê rû da. Li welat şer dest pê kir. Ev jî sereke daxwaz û armanca wan kesan e ku pêşî li pêvajoya aştiyê girtin û rê li ber kaosê vekirin.”

‘DIXWAZIN TÊKILIYA OCALAN BI CIVAKÊ RE BIBIRIN’

Baran di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di tecrîdê de israrkirin xwe xapandine û wiha dom kir: “Bê guman Birêz Ocalan aktorek herî girîng ê Rojhilata Navîn e. Bi tecrîdê dixwazin civakê ceza bikin. Ji ber vê ev yek xistin dewrê. Bi tecrîdê dixwazin têkiliyê Birêz Ocalan ên bi civakê re bibirin. Bi tecrîdê dixwazin hemû têkiliyê civakê û peyamên Ocalan ên ji bo civakê bibirin. Fikir û ramanên Ocalan bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Gelek caran Birêz Ocalan bi hevdîtinên xwe yên li gel parêzer, heyeta Îmrali û malbatê projeyên xwe yên çareseriyê û rêyên aramiya ji bo welat ji raya giştî re eşkere kir. Niha jî dixwazin pêşiya rêya edalet û hiqûqê li welat bigrin.”

‘DIVÊ CPT’Î BIÇE ÎMRALIYÊ’

Parêzerê Ocalan Devrîm Bariş Baran di dawiya axaftina we de bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û got: “CPT’î saziyeke girêdayî Konseya Ewropayê ye û peywira wê pêşîgirtina li êşkenceyê ye.  Li ku derê êşkence hebe CPT’î li wir dikeve dewrê û xebatan li wir dide meşandin. Beriya niha CPT’î hate Tirkiyeyê û serdana Îmraliyê kir, lê belê rapora xwe eşkere nekir. Li Îmraliyê çi diqewime, ti agahiya me jê tine ye. Tecrîda li Îmraliyê û helwesta CPT’î bi ti awayî nayê qebûl kirin û bêdengî jî hevkariya tecrîdê ye. Tecrîd û bêdengiya CPT’î di aliyê hiqûqê û hiqûq gerdûnî de jî nayê qebûl kirin. Divê CPT’î biçe Îmraliyê û li Îmraliyê lêkolînan bike û rapora xwe ji raya giştî re eşkere bike. Her wiha ji bo şert û mercên Îmraliyê jî zextan li hikumeta Tirkiyeyê bike.”