Cangoriyên Osyanê li dijî cerdevaniyê ev bang kiribûn

Gerîlayên ji gundê Osyanê ku di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bûbûn, beriya ku şehîd bikevin bang li gelê xwe kiribûn ku bi sekneke bi rûmet li dijî polîtîkayên cerdevaniyê rabin û xwedî li nirxên xwe derkevin.

Gerîllayê şehîd Bîrhat Osyan yê ku di sala 2019’an de li Gabarê şehîd ketî û Zinar Herekol ku di sala 2015’an de li Cûdî şehîd ketî qala polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ya cerdevaniyê kirin û bang kirin ku pêwîst e gelê gundê Osyan li hemberî van polîtîkayan bi nêzîkatiyên hişyar tevbigerin.

DEWLETA DAGIRKER XWEST TEVGERA AZADIYÊ TASFIYE BIKÊ

Gerîllayê şehîd Bîrhat Osyan wiha dibêje: ‘’Ez û 4 hevalên xwe em di sala 2013’an tevlî tevgera azadiyê bûn. Ez dixwezim hinek xalan ji bo gelê xwe yên li gundê Osyan diyar bikim. Dewleta dagirker planeke wê ya cerdevaniyê li ser gundê Osyan pêş ket. Bi rêya vê planê xwest tevgera azadiyê û gelê vî gundî bîne hemberî hev. Bi salane ev polîtîka tê meşandin. Di encamê de gelek kes ji gundê Osyan hatin kuştin. Mirov vê yekê nikarê bikê sucê gelê me. Ev lîstokên dijmin in û mixabin hinek kes jê bandor bûn. Dijminê dagirker her Kurdan bi hev daye kuştin di dîrokê de, xwestiye wan bi vê rêkê tasfiye bike lê piştî ku tevgera azadiya derket ev polîtîka hat sînordar kirin. Êdî gelê Kurd hişyar bûye.

30 SAL IN DIJMIN POLÎTÎKAYA JI HEVXISTINÊ PÊK TÎNE

Gelê me yên gundê Osyan û bi giştî herêma berwariyan pêwîst e bi van polîtîkayan neyên xapandin. Guh nedin dijmin û planên wan pûç bikin. Her tim Kurd bûne amûr ji bo dijmin xwe li ser wan serwer bike lê êdî ji vê yekê re sînorek pêwîst e. Em jî ne ji bo ku em ji kuştin û mirinê hezdikin hatine serê çiyan. Berevajî, em ji bo azadî û demokrasiyê û ji bo çand û zimanê xwe li vir in û li ser vî esasî şerê xwe bi rê ve dibin. Her çiqas dijmin gelê vê herêmê daye xebitandin ji bo berjewendiyên xwe lê êdî hişyariyek çêbûye. Pêwîst e ew kesên ku tên xapandin li hemberî tevgera azadiya Kurdistanê nêzîkatiyên xwe serarast bikin. 30 sal in dijmin vê polîtîkayê li ser vê herêmê pêk tînê. Lê êdî dem ew dem e ku pêwîst e gelê me yê vê herême bi îrade û vîna xwe bijî.

HIŞYARIYEK DERKETÎ PÊŞ

Banga me ji rûspî, jin û ciwanên me bila li nirxên xwe, çand û zimanê xwe xwedî derkevin Ji ber vê yekê pêwîst e gelê me li ser van mijaran hûr bibe. Heya kengî wê dijmin gelê me bidê şûxilandin. Bêguman gelê me hişyar bûye lê hinek kesên ji gundê Osyan, ji eşîra Goyîyan tên lîstokên dijmin. Êdî pêwîst e ew jî li pey azadiya xwe têbikoşin û di vê pêvajoyê de bi rolekê rabin.

JI GELÊ ME YÊ GUNDÊ OSYAN Û EŞÎRA GOYIYAN RE

Gerîllayê şehîd Zinar Herekol jî wiha nêrînên xwe yên derbarê polîtîkayên dijmin û sekna ku pêwîst e tîne ser zimên: “Li vê herêmê bi giştî û bi taybet li gundê me dijmin gelek lîstokên qirêj meşandine û di encama van lîstokan jî sîstema cerdevanî û sîxurtiyê pêş xistiye. Bi vê rêbazê li aliyekî gelê me bê hêz kiriye û xwestiye tevgera me tengav bike. Jixwe dijmin her hewil daye ku tekoşîna gelê Kurd lewaz bike û ji hev bixê. Li ser vî esasî ev nêrînên me ji bo gelê me yên li gundê Osyan, eşîr û herêmê ra ye.

PKK JI BO NASNAME GEL ŞER DIKE

Dewleta dagirker her şerekî taybet li dijî tevgera me daye meşandin, û xwestiye vê tevgerê weke ku ne ji bo gel tekoşîn dike nîşan bide. Lê em tevlî tevgera azadiyê bûn û me dît ku rastiya partiya me ne weke ku dijmin digot. Tevgera PKK’ê ji bo nasname, çand, ziman û nirxên gel têdikoşe û vî şerî bi rê ve dibe. Gotinên ne rast di derbarê tevgerê dihat gotin, û ji ber ku dilê gelê me paqij e zû bawer dikir û hinek kes hatin van lîstokan. Mixabin di encama bawerkirina van lîstokan de gelek car şer qewimîn û bû sedem ku ji eşîra me ya Goyîyan hinek kes werin kuştin, hevalên me şehîd ketin. Xwestin gel û tevgerê bînin hemberî hev û heya astekî encam girtin. Lê êdî gelê Kurd hişyar bûye, rastiya vê tevgerê nas dikê, gelek ciwanên vê herêmê tevlî tekoşîna gerîllayan bûne. Ango gavên pir mezin hatin avêtin.

ÊDÎ BESE, HER KES BIKEVE NAV TEKOŞÎNÊ

Rêber APO bi serê xwe li hemberî hemû planên li ser Kurdan di nav z,ndanê de têdikoşe. Lê dîsa dijmin her di nav hewildanê de ye ku kesên xwefiroş ji xwe re peyda bike û bikar bînê. Ji ber vê bangawaziya me ji tevahî gelê herêmê, gundê Osyan û eşîra goyîyan bi tevahî û bi taybet ew kesên ku heya niha bi polîtîkayên dijmin bawer dikin, êdî bes e ji stuxweriya li hember dijmin, her tiştê ku dijmin propogandayê wê dike dûrî rastiyê ne, hevrêziya gelê Kurd tê lewaz kirin. Tevgera PKK ne ji bo dijî gel şer bike derket serê çiyan, berevajî vê ji bo berjewendiyên gel, azadiya gel gerîlla li vir şer dike.

Bi taybet di salên dawî de zanebûnekî derketiye pêş. Tevlîbûna nav tefên gerîlla jî pêş dikevin. Lê pêwîst e ji vir û şûn de bi taybet rûspiyên me, hêza dînamîk a civakê ciwanan van lîstokan eşkere bikin, li hemberî kesên ku hevkariya wan bi dijmin re dewam dike xwedî helwest bin. Em silav û hezkirinên xwe ji gelê gundê Osyan, eşîra Goyîyan û navçeya Berwaryan bi tevahî re rêdikin. Bi hêviya jiyaneke azad li welatekî azad rêz û hurmetê xwe diyar dikin.”