Balafirên şer bombe li qadên gerîla barandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên bi balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, agahî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên bi balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, agahî da.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:
"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, rojên 14 û 16'ê Mijdarê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 14’ê Mijdarê saet di 13:30 de balafirên şer gundê Arisfaris yê girêdayî herêma Avaşîn bombebaran kirin.
Balafirên şer roja 16'ê Mijdarê saet di 13:30 de herêma Şehîd Şerîf a ser bi herêma Xakûrkê, saet di 15:20'an de herêma Geliyê Avaşîn a herêma Avaşînê, saet di 15:40 de herêma Sîda ya herêma Zapê bombe kirin."