Balafirên leşkerî yên Amerîkayê li Japonyayê li hev ketin
Du balafirên leşkerî yên hêzên deryayî yên Amerîkayê, li ser peravên Japonyayê li hev qelibîn û ketin xwarê.
Du balafirên leşkerî yên hêzên deryayî yên Amerîkayê, li ser peravên Japonyayê li hev qelibîn û ketin xwarê.
Li gorî daxuyaniya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), du balafirên ji baregeha Iwakûnî ya Japonyayê rabûn, di dema operasyona îkmalê de li hev qelibîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî ku balafir ketin xwarê, li peravên Japonyayê karê rizgarkirinê dest pê kirin.
Rayedarekî leşkerî yê DYA'yî ji AFP'ê re axivî û anî ziman, her du balafir di dema operaysona îkmalê de li hev qelibîne.