Awûstralya: Gotinên Erdogan kirêt in!

Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser komkujiya Zelanda Nû da. Morrison ji bo gotinên Erdogan got, "li ser nefikiriye, kirêt in û mirovan pê diêşîne."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku êrîşa li Zelanda Nû li dijî Îslamê, li dijî wî û Tirkiyeyê ye. Erdogan bi taybetî gef li Awûstralyayiyan xwaribû ku aqûbeta leşkerên di şerê Çanakkaleyê de hatin kuştin wê bê serê wan jî.

GOTINÊN KIRÊT IN

Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison got, "Gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan Awûstralyayî gelekî êşandiye û di vê pêvajoye gelekî hesas de bêyî ku li ser bifikire axiviye.",

Serokwezîr Morrison ji bo gotinên ku Erdogan li ser komkujiya li Zelanda Nû şîrove kir, got ku gotinên kirêt in.

LÊBORÎNA SEFÎRÊ BILIND NEHATE QEBÛLKIRIN

Morrison beriya vê daxuyaniyê li ser gotinên Erdogan bang li sefîrê bilind ê Tirk kir û lêborîna ku sefîrê bilind jê xwest red kir.

Morrison got, "Ez li bendê me ku ev gotin werin îzahkirin û bên vekişandin."

ALTERNATÎF HEMÛ LI SER MASEYÊ NE

Serokwezîrê Awûstralyayê got, "Berî ku biryarên cuda werbigirim ez ê li benda bersiva hikumeta Tirk bisekinim, lê dikarim vê bêjim; alternatîf hemû li ser maseyê ne."