Awazê Çiya vê carê dibêje 'Serhildana Şoreşê'

Koma Awazê Çiya straneke nû bi navê 'Serhildana Şoreşê' amade kir û bi klîbekê pêşkêşî guhdar û temaşevanan kir.

Awazê Çiya ku li çiyayên Kurdistanê di dema şerê herî giran de jî karê xwe yê hunerê didomîne, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku êrîşên dagirkeriyê lê tê kirin berheman hildiberîne. Ji bo stranê klîbek jî hatiye amadekirin.

Piştî stranên 'Xakurkê' û 'Dil Pola' vê carê jî strana 'Serhildana Şoreşê' hate amadekirin û bi klîbekê hate weşandin.

Endamên komê stran diyarî Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û berxwedana gelê Şeladizê kirin.

Stran bi Kurmancî, Soranî û Dimilkî tê gotin û ji bo yekîtî û berxwedanê bang li gelê Kurd tê kirin.