Avesta: 4’ê Nîsan rojbûna tevahî gelan e

" 4'ê Nîsanê rojbûna tevahî gelan e. Rojbûna jinan e. Rêber Apo dibêje; 'êşa ku herî zêde min kişand çawa ku tu netewekî bîne dinê. Netewek ji dayîk bibe. Di jiyana xwe de min ew êşa mezin kişand heta ku min netewekî anî dinê.'"

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo salvegera 71’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.

4'ê Nîsana 1949’an roja dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Em di serî de dixwazin ji bo vê rojê hest û nêrînên we bigrîn?

Rêber Apo 71 saliya xwe temam kir. Ez di serî de vê çêbûna dîrokî li Rêber Apo pîroz dikim. Rêber Apo bi hijêkirin, bi hurmet û bi bêrîkirin silav dikim. Mineta xwe pêşkêş dikim. Dîsa ev roj ku çawa ji bo çêbûna xwe pênase kir, tevahî jinên û gelên Kurdistanê, her wiha gelên ku niha bi fikir û ramanên Serok Apo ji bo tekoşîna xwe têdikoşin hemû vî rojê wek çêbûna xwe dibînin. Ez vê rojê gelan û tevahî mirovahiyê pîroz dikim. Beriya hestê xwe ji bo vê rojê diyar bikim, ji bo vê rojê pîroz bikin gelê me li tevahî Kurdistanê hertim roja 4'ê Nîsanê wekî rojekî cejna netewî, azadiya jinan û gelan dibînin. Wekî çêbûna xwe ya dîrokî dibîne û radibe ser piyan. Di sala 2009'an de pîrozkirina rojbûna Rêber Apo li gundê Amara ew dem êrîşekî dewleta Tirk re rûbirû ma û encama vê êrîşê de heval Mahsum Karaoglan û heval Mustafa Dag şehîd ketin. Ew jî wekî şehîdên 4'ê Nîsanê ne. Di şexsê wan de şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim.

Bêgûman hestê me di rojekî wisa de Rêber Apo ev roj wekî tevahî jinan û şoreşgerên ku niha di xeta Rêber Apo de tekoşînê didin em wek rojbûna kesekiye nagrin dest. Çebûnekî dîrokî dibînin. Ji nû ve afirandinê dibînin. ji bo vî jî di rojekî wisa de tistekî herî zêde hesta bi me re mezin dike heskirina Rêbertiyê ye. Heskirina jiyana azad e. Bi vî awayî ev roj ji bo na me rojekî ku di xwe de dikaribe ruh û zanist, bîr û bawerî û vîna tekoşînê ava bike. Rêber Apo ev roj ji bo na gelan rojekî sembolî dît. Gote; ‘ev roj ewan ji xwe re dane pîrozkirin.’ Berovajî kapîtalîzmê Rêbertî ev feraseta takekesî di şexsê xwe de vala derxist. Çawa vala derxist? di şexsekî de tevahî civak çawa çêdibe, çawa mezin dibe û çawa tê asta ku xwe bi her awayî biparêze û bi rê ve bibe. Em wisa nêzîkî vê rojê dibin. Bi keyfxweşî, coş, kelecan û bi hebûna xwe çêbûna Rêber Apo re em jiyan dikin. Di vê çêbûna Rêber Apo de divê herkesek ji me xwe di vî rastiyê de mûqayese bike. Rojbûna 4'ê Nîsanê rojbûna tevahî gelan e. Rojbûna jinan e. Rojbûna hemû zindiyê di xwezayê de ye. Dema Biharê çawa ku ax zindîbûna xwe dide diyarkirin wekî kesayeta Rêber Apo jî ev roj cejna tevahî mirovahî û ya gela ye. Rojekî mîladî ye.

Rêber Ocalan jiyana xwe ya 71 salî wek sê zayîna pênase dike. Wate û giringiya vê diyardeyê çi ne?

Rêber Apo dibêje êşa ku herî zêde min kişand çawa ku tu netewekî demokratik bîne dinê. Netewek ji dayîk bibe. Dema zarokek tê dinê çawa ku bi êş û zahmetiyê wî/ê çiqas dikşîne Rêber Apo dibêje di jiyana xwe de min ew êşa mezin kişand heya ku min netewekî demokratik anî dinê. Serok Apo di şexsê xwe de sê zayîn çêkirin. Ya yekemîn Serok Apo di demekî wisa de tê dinê ku Şerê Cîhanê ya Duyemîn pêk hatiye û felaketekî mezin heye. Mirovatî di nava kaosekî giran dijîn. Kurd û Kurdistan hemû hatiye înkarkirin. Gelê Kurdistanê di qirkirinekî mezin de ye. Serhildanên çêbûne hemû hatine perçiqandin. Kurd êdî di navendên şerê taybet û di nava bişavtinê de hatine hepskirin. Di demekî wisa ku Kurd û Kurdistan qedexe bûye û herkes jê direve. Di milê aborî de xezantiyekî asta herî jot tê jiyankirin.

Di demekî wisa de Rêber Apo çavê xwe ji cîhanê re vedike û bi nakokiyên mezin re rûbirû dimîne. Nakokiyên di nava kesên xezan û dewlemend de, nakokiyên di nava Kurd û Tirk de, nakokiyên di navbera jin û zilam de, nakokiyên di navbera ol û baweriya de jiyan dike. Di zaroktiya xwe de van nakokiyan dibîne û dikeve lêgerê. Rêber Apo sanciyên wî demê jiyan dike û lêgerê xwe ji wir de dide despêkirin. Dayîkbûna yekemîn ji zaroktiyê re destpêdike û lêgera heqîqatê berdewam dike. Bi van nakokiya tê heya PKK avadike. Ji bo vê pêvajoyê Rêber Apo dibêje zayînbûna yekemîn. Bi vî re dikeve rêka azadiyê û tekoşînê destpê dike. Zanist û ilm ava dike. Dikeve zanistiya sosyalîzmê û li ser vê esasê koma xwe avadike. Hevalên xwe yê tekoşînê pêyda dike, kedekî mezin dide. Hevalên wî weke Kemal Pîr, Hakî Karer, Mazlum dogan ü Sakine cansızan bi vî rengî êdî dora xwe de çêdike û bi vî zanebûnê PKK îlan dike.

Çêbûna duyemîn ketina rêka tekoşînê ye. Partî ava dike, hevalê xwe çêdike, fikir û ramanê wî pêşdixîne, êdî sosyalîzm demokrasî, wekî tekoşîn û netewbûnê çawa dikare pêşbixîne ev jî bi tekoşînekî mezin bê çêkirin. Ev tekoşîna mezin di kur de destpê dike? Divê destpêkê xwe biparêze. Ji bo ku bikaribe vê fikir û ramanê Kurd û Kurdistan li heremê û li Tirkiyê belav bike. Divê hêza wî ya parastinê hebe. Ji bo ku dijminê gelan faşîzmeke jiyan dike, înkareke jiyan dike, Kurd nasnake, her tişt ji bo Kurdan qedexeye. ji bo van divê çawa li hemberî dijmin bisekine tabî bi tekoşîneke û parastineke mezin re. Ev jî bîryara artêşbûnekî dayîne. Hêzê çekdarî ava kirine. Ev yek jî hêsan nîne. Li Kurdistanê de Kurd hertim leşkertiya hêzên dagirker kirine. Nebûne leşkerê xwe. Xwe neparastine. Di nava Kurdan de yekîtiyekî tunebû ye. Kurd ji heqîqata xwe reviyane. Serok Apo demên dawî û di paraznamên xwe de jî pênase dike, li ser van hemû êdî Kurdên bi dûvik da dû min. Êdî ezê xwe ji vî xelas bikim ango ezê vê pirsgirêkê çawa çareser bikim. Dibêje; ‘Van pirsgirêkan me di hemêza xwe de dît.’ ji bo vê ev Kurdê mirî, Kurdê ku xistiye mezel û li ser daniye "Kurd êdî li vir tune ye", ew Kurdê bi dûvike, bi hemû awayî kels hatiye xistin, bê vîn bûye û bê nêrandin bûye ewê çawa ji vê hêzekî fedayî avabike? Ewê ji van hêzekî çawa tekoşînvan avabike, xwe biparêze û li hemberî dijminê xwe bisekine? Ji vir şûnde ev jî pêvajoya artêşbûnê ye.

Weke çêbûna duyemîn êşa vî çawa bû? Fîşek bi dest xistin, çek bi dest xistin? Tiştekî di dest de nîne. Ew vîna rahije çek û li hember dijmin biteqîne nîne. Çawa viya ava bike? Ev jî bi ilm, bi zanebûn, bi perwerd kirin, bi hêzkirin, bi kuwetkirin û li ser vî esasî çêbûna dûyem tê avakirin. Ji vî çi derxist? Ku anha artêşeke li tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn de 35 sale bênavber li hemberî artêşa duyem ya NATO şer dike. Ji tunebûnê destpê kir. Tebanceyek jî tunebû. Ji bo ku qurişek pere peyda bikin diçûn hemaltî dikirin. Rêber Apo pişta xwe neda kesek din. Niha ew hêz gihiştiye astekî wisa ku vîna dijmin dişkîne û li Rojhilata Navîn de heyrantiya tevahî gelên bindest girtiye. Niha gelê bindest hêza xwe, hêviya xwe û baweriya xwe ji kur digre? Ji parastina hêzên Kurdistanê digre. Li hemberî çetê DAÎŞ’ê me hêza wî dît. Ku em bi roja îro ve girê bidin. Rêber Apo ji wir anî vê astê. Ji tunebûnê anî vir. Divê em wisa fêmbikin û wisa nêzbibin. Dema Rêber Apo wek sê zayîna tîne ziman ya dûyemîn jî ev e. Dema rewş ev bû Rêber Apo tehlûkeyekî ji bo dijmin hate dîtin. Çi kirin? Ev çar jî bi Komployekî Navnetewî Rêber Apo esîr hate girtin. Xwestin ev hêviyê tevahî bişkînin.

Zayîna Sêyemîn jî Rêber Apo li Îmralî destpê kir. Wisa pênase dike. Planê qirêj ya desthilatdariyê çi bû? Rêber Apo teslîm bikin û wî qetil bikin. Şerekî mezin di navbera Kurd û Tirkan de derxin û tekoşîna azadiyê tune bikin. Rêber Apo dîsa bi zanist, bi sekneke azad û zayina herî dijwar ku di şertên Îmralî de, di hûcreyekî de, bi mîlyonan mirovan hate qutkirin, ji tevgera azadiyê ve hate qutkirin û ji vir de nûbûnekî din avakir. Ev pir girîng bû. Ev êşa wî mezine. Di vir de jî Rêber Apo çi kir? Destpêkê ev Komplo pênase kir û vala derxist. Ji nû ve pergala ku komplo pêkaniye, pergala kapîtalist modernite deşîfre kir û pergalekî alternatîf avakir. Êdî konfederalizma demokratîk, dîsa modernîteya demokratîk, netewa demokratik modela vi derxist hole. Rêber Apo di hêla zanistî de, teorî, ilmî, felsefî û pergalî, di hêla çareserkirina pirsgirêka Kurd de êdî pergalekî nû avakir. Her ku dijmin dibêje min encam girt û ber bi tunebûnê ve diçe Rêber Apo ji nû ve zayînekî avadike. Em dizanin ku ev zayîn pergalekî gelê bindest û pergaleke li hemberî kapîtalist moderniteye. Dîsa ya herî balê dikşîne û hêviyê dide, pirsgirêka çareser dike, li dora wî kombûn çêdibe ev zayînbûne. Ev zayînbûna sêyemîn hin jî berdewam dike.

Heman demê dayika Ûveyş di 11'ê Nîsana 1993 jiyana xwe ji dest da. Di milê gelê Kurd de wek dayika zayina nû tê dîtin. Di rojbûna Rêber Ocalan de ji bo dayika Ûveyş hûnê çi bi me re parve bikin?

Ez bi vî minasebetê dayê Ûveyş bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Rêber Apo dema dayikê pênase dike têkîliya xwe û dayê Ûveyş tîne ser ziman weke destaneke. Rêber Apo dayika xwe weke mamosteya xwe a yekemîn dibîne û wisa ye jî ji xwe. Dayê Ûveyş dayikeke pir bi hêze. Xwedî vînekî tekoşînvane. Berhema berdewamiya jina bi hezaran salan ku li ser vê xakê jiyan kiriye berdewamkirina xwedawendaye. Şopdara jina ku nehatiye ketin di bin hemû êrîşa de jî dikare xwe li ser piyê xwe bigre esas dayê Ûveyş vê temsîl dike. Di dereke weke Rihayê de desthilatdariya baviksalarî tê zanîn, lê belê li hemberî vê jî dîsa ku çawa vîna xwe naxe destê zilam ew sembola wê ye. Bav hinekî din kelse û bê hêze. Rêber Apo di nava nakokiya dê û bav mezin dibe. Dayik dixwaze di şexsê Rêber Apo de otorîtebûnekî avabike. Serokatî dibêje ji bo ku dayika min, min xurt bike wî di elimîne tekoşînê. Heya ku kedeke mezin nede nan xwarinekî jî jê re qedexe dike. Ji bo ku xwe biparêze wî fêrî tekoşînê dike. Çawa bikaribe li ser lingê xwe bisekine bi vî awayî her tim rê û rêbazan nîşan dide. Rêber Apo dibêje nakokiya min a yekemîn ji vir destpêkir. Dayika Ûveyş di şexsê Rêber Apo de da nîşandan ku dayikek zaroka xwe çawa dikare bixe rêya rastiye. Ne ku ber çoka xwe bide rûniştandin. Çawa dikare têra xwe bike. Îro em jî minetdara dayê Ûveyş in.

Serokatî jî têkîli bi dayik re dibe çi bi awayekî pir bi wate bersiv da. Bi rengekekî erzan, bi rengekeke maddî, bi şêwazekî biçûk, heskirineke saxte bersiv neda. Heskirina rast a dayikeke ji bo hemû dayika çawa bê çêkirin, azadkirina dayikeke ji bo hemû dayika çawa bê çêkirin? Jin çawa dikare bi wî êşa pêra jiyan dike derbas bike Rêber Apo li vî geriya û her tim bû şopdara vê. Dibêje; ‘Dayika min perçeyeke kûmaş ji min xwest lê min nekirî.’ Ji ber ku hêvî ji min wisa dixwest lê min çi kir? Min azadiya jinê afirand. Artêşa jin çêkir. Parastina jin avakir û bi hêzekî mezin bersiva vê da. Heskirina dayikê li ser esasê heqîqatê, li ser esasê maneviyatê, li ser esasê ê ku dikaribe mezin bike. Dayik weke biyolojîk, jin weke fizîk na. Hemû afineriya dayik welat dît, dayik xweza dît, dayik mirovatiya pêşketî dît. Dayik bi van rêgeza ve girêda. Vana hemû bi hev re girê da û wisa bersiva dayikê da. Ewlada herî layîkê dayika û ya herî zêde dayik hembêz kir Rêber Apo bû. Dayika Ûveyş vê famkir û ketibû xeta Rêbertî. Têkiliya dê û zarok bi hev re rast bênaskirin. Rêber Apo bi vî awayî bersivê dayikê da û jê re layîk derket.

Rêber Ocalan Tevgera jina azad diyariya dayika xwe kir. Ev yek divê mirov çawa binirxîne û hestekî çawa dide avakirin?

Niha tekoşîna azadiya jinê divê xala herî girîng di tekoşîna Serok Apo de mirov li ser bisekine jî ev e. Rêber Apo tekoşîna azadiya jinê, heskirina jin wekî heskirina jiyanê, wekî gihaştina civakeke ahlaqî û polîtîk, wekî berhemê ku niha ji dîrokê heya îro hatî jin têde çawa ku ya kirde yanî esasî bûye û hemû afirandinên çêbûne bi destê jin hatiye çêkirin. Hilberinên ku hatine pêşxistin bi jin hatiye çêkirin. Bi keşfa jinê re, bi çeribandina jinê re hatiye çêkirin. Rêber Apo vana weke bingeha esasî girte dest û li ser vî nêzîkbûnê xwe ji bo na jin diyar kir. Em weke tevahî jinên tekoşînvan û jinên azadiyê digerin em minetdarê van nêzîkbûnanin. Rêber Apo ew ezberên ku hatibûn çêkirin di şexsê jinê de perçe kir. Jina kole bi hezaran salan piştî kedeke mezin bi pêşketina pergela desthilatdarî, ya cîni û ya kedxwariya mezin jin êdî ji taket xistin, Rêber Apo careke din wê çawa rake ser piya û deyne. Mirov dikare wek çêbûna Jiyana nû penase bike. Fikir û ramana azadiyê di jinê de çawa pêşxistine. Êşa vî ji her sê zayîna jî belkû girantire. Bi hemû awayî jin derveyî civakê hatibû hiştin. Kole hatibû hiştin, bêhêz hatibû hiştin. Weke amurekî kirîn û firotinê di destê pergalê de û destê zilam de bû. Rêber Apo bi vî awayî bi jinê re çawa bikaribe hevaltiyeke rast bike, çawa dikare hêz bide û bi zane bike bi vî awayî nêzîkbû. Êdî di tekoşîna azadiyê de ji xwe re heval dît û xiste heval û di hemû xebatên xwe de tim pêra meşiya.

Îro em bibînin ew jina ya stû tewandî, ya bêvîn jê jinên leheng derxist. Jinên zane derxist. Felsefa azadiya jin pêşxist. Artêşbûna jin di cîhanê de a bi vî awayî demdirêj û bi hêza xwe mînake. Birdoziya rizgariya jin li ser pênç rêgezên xwe yê esasî afirand û îro jin êdî xwedî pivane. Çi red bike çi qabûl bike di destê wê de ye. Çi jiyan bike çi neke, çawa tekoşîn bike çawa xwe çêbike. Vana hemû ji parastina xwe bigre, ji welatparêziya xwe bigre, bi ahlaqî etîk û estetîk bigre heya bikaribe hebûna xwe misoger bike. 27 sale bênavber dereke weke Rojhilata Navîn de li hemberî hemû cûrê faşîzmê ê desthilatdariyê tekoşîna xwe ya parastinê dike. Fikir û felsefeya mezin kesayet û mîlîtanên weke Sarayan derxistiye. Ku çawa li hemberî dijmin xwedî sekin be. Weke Zîlana, weke Berîtana derxistiye. Ji Saraya bigre heya roja îro Delala, Armanca, tekoşîna. Bi hezaran jinên leheng afirandin. Îro xwedî pergaleke, xwedî birdozî û saziyane. Xwedî çeka parastinê ye. Xwedî fikir û ramanê ilma jin a jineolojî ye.

Ev jî diyariya Rêber Apo ya dayika re bû. Bi hev re pir girêdayî ye. Hem salvegera dayê Ûveyş hem jî sala îlankirina artêşa jin. 93'an dayê Ûveyş vefad kir, piştî 6 mehan Rêber Apo artêşa jin îlan kir. Ev girîng bû ku çawa bersiva dayikan bide. Jin çawa dikare bi wate bike, bi qiymet bike, bi nirx bike, bi ilm bike û xwedî ya xwe bike. Jin jî bi van rastiyan re di rêka Rêber Apo de meşiyan û li dora Rêber Apo de kombûn. Rêber Apo got; ‘Min zilamtiya klasîk kuşt’, bi jinê re hevaltî çêkir û jin jî jina klasîktî kuşt di şaxsê Saraya de heta roja îro. Ew jina kole, a stû tewandî, a li ber zilam diricifî ji vî rastiyê derket û îro xwedî sekneke azade. Ev rojbûna jinane û peşxistina paradigma nûye. Ev avakirina pergala demokratîk û sosyaliste.

Wate û girîngiya rojbûna Rêber Ocalan di sala 2020'an divê di milê gelê Kurd de çawa were destgirtin?

Wekî Tevgera azadî û gelê Kurdistanê li derdora Rêber Apo tekoşîn bilind bikin, sala 2020 Rêber Apo dikeve temenê xwe yê 71 salî. Rêber Apo di vê 71 salê de zêdeyî 60 sal bi tekoşînekî dijwar derbas kir. Xala ku herî zêdê em li ser rawestin azadiya Rêber Apo ye. Divê teqez Rêber Apo di bin wan şert û mercan derkeve. Rêber Apo bikaribe hin azad him jî bi tendirustî tekoşîna xwe berdewam bike. Hedef û armanca me ya sala 2020 ev e. Watebûna vê rojê ji bo me wateyekî tekoşînê ye, bêtirî xwe tevgerkirinê ye, hîn zêdetir Rêber Apo fêmkirine, di fikir û ramanên Rêber Apo de xwe ji nû ve avakirine, di xwe de ferasetekî demokratîk civakekî polîtîk û axlaqî çêkirine. Bi rojbûna Rêber Apo her rojekî wî bi tekoşînekî çawa derbas bû, bi berxwedanekî çawa derbas bû, kedekî çawa hate dayîn, nêzîkbûnekî çawa hate raberkirin, ev felsefa jiyanê çawa afirand, şêwaza jiyana Rêber Apo çawa ye pêwiste rojên wisa de ev pirsên wiha divê hîn zêdetir em li xwe bikin. Xwe li gorî van pirsan bigrin dest. Rêber Apo her tim bi hêza xwe a cehweri tevgeriya, tu carî di jiyana xwe de bêcareyî jiyan nekir.Di nava qeyran û kaosê de çareserî afırand.

Rêber Apo her tim bû lêgerê heqîqatê. Bû lehenga berxwedanê. Her tim bi nêzîkbûnê xwe, helwestê xwe, bi rih û mejiyê xwe bu zanista felsefa azadiyê. Rojekî wisa divê em wek çêbûnekî tenê kesekî negrîn dest û em Rêber Apo fambikin. Em kî/ê ne, Rêber Apo kî ye? Em miqayese bikin. Ji zaroktiya xwe heya mezinbûna xwe û heya 2020'an tekoşîna 71 salî çi bi xwe re derxist holê, bi xwe re çi avakir, îro di kîjan astê de ye? Ji îsyana yekem heta şerê gelê şoreşgerî divê em hisbikin û fembikin. Bi taybet em wekî jinên Kurdistanê, wekî mîlîtanên tevgera azadiyê hîn zêdetir ev roj wekî rojbûna xwe dibînin. Sala îro roja famkirinê ye, roja têgihandinê ye, xwe gîhandina vî astê ye ku hemû çaraserî di vîr de tê çêkirin. Di encama rastiya Rêbertî û Tevgera Azadiyê de Kurd bûne hêza azadî û demokrasiya herêmê. Wê Kurd di sedsala 21. de di serî de ji xwe re, gelên herêmê re û mirovahiyê re li ser esasa paradigmayeke nû, azadî û demokrasiyê bînin modela avakirana pergala jiyana demokratîk û komûnal. Di salên pêşiya me de em bikaribin xwe li ser van rastiya avabikin û em dikarin Rêber Apo di bin wan şert û mercan derbixînin.

Heman demê tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan berdewame. Herî dawî bi şewata Îmralî gûmana ji bo ewlehiya Rêber Ocalan gihişt asta herî jor. Pîştî vî şewatê vîrûsa Korona di cîhanê de kete rojevê. Roja îro li Tirkiyê her ku diçe belav dibe û li beranberî vî tu tedbîrên pêwist nayê girtin. Rewşên girtiyan ji bo vê vîrûsê gûmanên mezin avadike. Li beramberê vê rewşê grava Îmralî bi tehlûkeyeke çawa re rûbirû ye?

Tecrîta girankirî li ser Rêber Apo û lîstokên dewleta Tirk berdewamin. Beriya vî di 27'ê Sibatê de li grava Îmralî wekî bi zanebûn agirekî derxistin. Xwestin gelê Kurdistanê û tevgera azadî biceribînin ka helwesta me çi ye? Hinek hesabê wan ê polîtîk, hesabê wan ên cuda cuda li sere gelê Kurd heyî xwestin pêşbixînin. Di 3’yê Adarê de hevdîtina bi Rêber Apo re çêbû hinek tişt gotin. Ev agir wek bahanekî ye. Dixwazin peyaman bidin. Divê mirov van peyaman baş bixwîne. Hêza Rêber Apo ya li ser gelê Kurdistanê, çareseriya Kurd û tevahiya gelê heremê, aloziya ku niha faşîzm têde jiyan dike, ew dem li Idlibê tengaviya ketê bi hemû awayî siyaseta wî ya di Rojhilata Navîn de îflaskiriye, xwest bi vî awayî rojeveke din avabike. Gelê Kurdistan û tevgera azadî li her qadekî berxwedan nîşan dan, dijmin neçar ma ku hevdîtinekî çêbike.

Lê belê bi vî hevdîtinê her tişt çareser nebûye. Niha dîsa jî tecrîd berdewam dike talûke mezine. Ji ber vîrûsa koronayê niha çi li imrali te jiyankirin em nizanin. Vîrûsa corona bi navê Covîd-19 lê belê mirov bêje vîrûsa pergala kapitalizme hin tesbitek raste. Pergala kapitalist modernite newxeşiyê diafrîne. Beriya vî jî vîrûsên bi vî rengî weke pênceşêr, weke AÎDS di milê vî pergalê de hate derxistin. Îro nexweşiyekî din di cîhanê de belav dibe niha pergala kapitalist modernite diheje. Bi rasti mirov matmayi dimine. Kapitalist modernite ewqasî bêçareye gelo? Yan ji bi zanebûn û bi plan ve qeyrane derxistin? Gûmanên me hene. Pergaleke ku têde nirxên mirovayî nemaye, dikare ji bo xwe ji nû ve restore bike her cûre bêaxlaqî pêkbîne. Ji xwe ji niha ve dibêjin êdî wekî berê nabe û gelek tişt dê bên guhertin.

Di vir de dîsa dibe mirov serî li analîz û tesbîtên Rêber Apo bide. Tiştê Rêber Apo gotiye û hîn jî dibêje li ser pergala kapîtalîst modernîte di emel de êdî pêk tê. Nirxê azadî û demokrasiyê ji bo hêzên modernîteya kapîtalîst tenê dema xizmeta berjewendiyên wan bike xwedî nirxe. Ji vî wêdetir tiştekî ji wan re îfade nake. Ti nirxeke demokrasî û azadiyê bi qasî serê derziyê jî li gel wan nirx û wateyê wê nîne. Ji xwe heta niha çawa tevgeriyane û nêzbûne eşkere ye. Ji bo hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst her tişt berjewendî ye. Ji bo bikaranîna her tişta ku xizmeta berjewendiyên wan bike bi nirxe, lê ger heta cihekî êdî kêr wan nehat û rola xwe ji dest da wê demê bê dudilî jê vedigerin. Ev heqîqeta pergala modernîteya kapîtalîste. Niha herkes vê baştir fambike û serî li zanista Rêber Apo bide. Ez jî dibêjim di serî de gelên Kurdistanê, tevahî gelên ku dijberî vê pergalê ne divê dema zor û zahmet de bila pirtûk û dahûrandinên Rêber Apo biwxînin, lêkolîn bikin. Ewe heqîqate. Baş bibînin û nekevin bin tesîra bêçaretiyê. Divê bi zanebûn tevbigerin û vî şerê taybet vale derxin.

Divê gelê me vî baş bizanibe. Dewleta faşîst di van rojên wisa de êrîşên xwe li ser gelê Kurd berdewam dike. 8 şaredariyên din ji erk hatin girtin. Qaşo hîn pakêtan amade dike ku girtiyan berde lê derket holê ku ên tên berdan tecavîzkarin, çetenin û yên ku bi navê Erdogan dizî kiribûn dixwaze wan bide berdan. Cîh vala bike Kurda têxe. Bila herkes vî bizanibe Erdogan dixwaze di wan zindanan de kampên mirinê ji bo Kurdan avabike. Bi komî mirov têde tûne bikin. Dîsa di Kurdistanê de bi zanebûn tedbîrên vîrûsê nayê girtin ku belav bibe. Tenê ne li Bakûrê Kurdistanê li tevahî Kurdistanê faşîzma AKP-MHP vê gemarê belav dikin. Gelê Kurdistanê divê di serî de parastina Rêber Apo û tevahî girtiyan û tevahî civakê vî rewşê rast bixwîne. Rast nêzîk bibe tekoşîna xwe berdewam bike. Gelê me li xwe û civaka xwe xwedi derkeve. Pişt girtina hev û din bikin. Xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de Kur bikin. Di vî demê de mirovên di malên xwe de ne hema hema hemû cîhan bûye zindan. Şereke psîkolojîk di milê çapemeniyê de tê meşandin. Serî de gelê tekoşînvan ê berxwedanvan, ê xwedî ezmûnên sala ku rojên wisa giran pir derbas kirine, dive dil meji û psîkolojiya xwe saxlem bigrin. Bi her awayî xwe zindî bigrin û divê fikir û ramanê Rêber Apo de xwe kur bikin.

 Van rojên ku di malên xwe de ne kesekî/e bila Rêber Apo bixwîne. Lêkolînan bikin. Şûna ku li kûderê çi bûye, çend mirov mirine, bila ji bo vî kaosê xelas bibe bikevin lêgera. Rojev divê baş tijî bibe û tekoşîna xwe jî bilind bikin da ku azadiya Rêber Apo û tevahî girtiyan jî divê ku pêşbikevin. Di van rojên giran de jî tiştên mirov diyar bike ev e. 71 saliya Rêber Apo de herî zêde Rêber Apo fêmkirin giringe. Derman di fêmkirinê re tê pêydakirin. Derman tiştekî rûhî, psikolojî û zîndî bûne. Gelê Kurdistan û hêzên alternatîfên vê pergalê dikarin di vî krîzê de hîn bi rengekî xurt û çalekvan derkevin. Ji ber ku ê wenda dike pergala serdeste, kapîtalîzme. Bila dewleta Tirk û rejîma faşist a AKP-MHP baş bizanibin. Di serî de li Îmralî û li tevahiya zindanan tiştekî neyînî biqewime ew berbirsyarin. Gelê me û tevgera me we hesab ji wan bixaze. Li ser vî esasî ez carekî din rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan, ciwanan li gelê Kurdistanê, li şervanên azadiyê, hemû girtî û mîlîtanan re pîroz dikim. Silav û hurmetê xwe ji bo Rêber Apo û gelên şopdarên vê heqîqatê ne pêşkeş dikim.