Artêşa Tirk li Kobanê zêdegavî kir û ji YPG/YPJ'ê derb xwar

Artêşa Tirk a ku li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê zêdegavî kir û da nava axa Rojavayê Kurdistanê, ji hêzên YPG/YPJ'ê der xwar. Di encamê de wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk hate rûxandin û tê gotin mirî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Fermandarên YPG'ê yên li gundê Aşmê yê Kobanê dan xuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker xwestiye ku parçeyek ji axa gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dagirker bike da ku avakirina dîwar di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dewam, bike.

Şervanên YPG û YPJ'ê jî destûr nedan û wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker dema dixwast derbas bibe, rûxandin. Tê gotin ku du leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û leşkerek  birîndar bûye.

Piştî ku wesayita leşkerî hate rûxandin, bi qasî saetekê şer di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de derket.

Li gorî agahiyan, ti zerar negihîştiye şervanên YPG û YPJ'ê. Li herêmê alozî didome.