Amed: Hilbijartin wê di navbera du xetan de pêk were

Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed diyar kir, 31'ê Adarê di hilbijartinê de wê du xet li dijî hev têbikoşin; Xeta demokrasiyê ku li dora azadiya jinê tevdigere û xeta faşîzma reş û tarî.

Endama Koodînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û grevên birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

Amed bi bîr xist, di nava dîrokê de civak û gel timî hewl dane mekanîzmayeke xwerêveberiyê ava bikin û bi vê yekê re hebûna xwe biparêzin. Amed anî ziman ku ev rastî ji destpêka mirovahiyê ve heye û got, "Mirov dikarin bêjin ku mînakên destpêkê yên xwerêveberiyê li vê cografyayê derketine holê û li dora jinê afirîne. Civakê pirsgirêkên xwe nîqaş kiriye, bi aqlê hevpar rê û rêbazên çareseriyê peyda kirin. Bi vî rengî bûn xwedî taybetmendiyên demokratîk."

'XWEBÛN Û XWERÊVEBIRIN BI WELATPARÊZIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

Koçerîn Amed anî ziman, xwebûn û xwerêveberî bi welatparêziyê ve girêdayî ye û ev tespît kir: "Yên ku ji welatê xwe hez bikin, beriya her tiştî xwedî li ax, av û cihê xwe derdikevin. Xwedî li qada xwe ya jiyanê derdikevin. Wê derê ji dagirkeran re, ji hêzên mêtinger re nahêlin. Pêwendiya vê seknê beriya her tiştî bi hezkirina ji welat heye."

'MODELA AKP-MHP'Ê TÎRANÎ YE'

Koçerîn Amed bal kişand ser dîktatoriya rejîma AKP-MHP'ê û wiha dewam kir: "Ev model modeleke tîraniya bi xwîn e ku xwe dispêre yek şexsî û faşîst e. Ji bo karibe vê rewa bike û bide qebûlkirin, hewl didin hîmên wê yên xwecihî bidin rûniştandin. Ev sîstema serokatiyê ya bi tîpa Tirk ku nediyar e bê çi ye, hewl didin mayinde bikin û ji bo civakê mehkûmî wê bikin, dixwazin aliyê wê yê xwecihî pêk bînin. Eger ev bibe, wê li qadên xwecihî ne rengê jinê, ne jî rengekî din ê civakî bimîne. Ev sîstem sîstemeke wiha ye. Her namzetekî AKP'ê yê bê hilbijartin wê Erdogan ê tîran hîn bêhtir li nava civakê belav bike û bibe nûnerê wî li qada xwecihî." Amed destnîşan kir ku ev yek faşîzmeke giran û tarî ye û ev sîstem wê bi zext, gef û tundiyê tevbigere.

'SÎSTEMA HDP'Ê DEMOKRATÎK E, AZADÎPARÊZ E'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Amed işaret bi modela HDP'ê ya rêveberiyên xwecihî kir û got, "Xwe dispêre qada xwecihî û demokratîk e. Beriya her tiştî azadiya jinê esas digire û her şêwe normên koledariyê yên li jinê tên ferzkirin red dike. Bi feraseta demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê tevdigere. Parastina demokrasî, azadî û xwezayê dike armanca xwe ya bingehîn.

'SERKETINA DI HILBIJARTINÊ DE GIRÎNG E'

Amed bi bîr xist, siyaset û zîhniyeteke qirker a li ser bingeha înkar û tinekirinê niha li gelê Kurd tê ferzkirin û got, "Ji ber vê yekeê em têkoşîna man û nemanê di her kêliyê de didin. Êrîşên qirkirinê li gelê me tên kirin. Dijminekî welê li hemberî me heye ku dixwaze van êrîşên xwe teqez bi ser bixîne. Ji ber vê yekê, serketina di hilbijartinên xwecihî de girîng e. Divê em karibin xwe û statuya rêvebirina bajarê xwe biparêzin, bi xwe bikin. Bi rengekî din neteweya demokratîk pêk nayê. Ya rast, Tevgera Azadiyê ya Kurd neteweyeke demokratîk afirandiye. Heta destpêkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava gelê Kurd de pirsgirêkeke netewebûnê hebû. Ji aliyê mêtingeriyê ve hatibû parçekirin, belavkirin û li asta înkarkirina xwe bû. Bi têkoşîna azadiyê re gelê Kurd li ber tinebûnê bi per û bask bû û kete ser rêya netewebûna demokratîk."

'TÊKOŞÎNA JINÊ ENCAMGIR E'

Koçerîn Amed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya cihê jinê di nava rêveberiyên xwecihî de û got, "Têkoşîna jinê ya li dijî faşîzmê her tim encamgir bûye. Hêzên ku jin li dijî wan li ber xwe dane, têk çûne, tine bûne. Lewma cihgirtina jinan di nava rêveberiyên xwecihî de, ji bo pêşvebirina berxwedana civakî pêwîstiyek e. Lê belê li Tirkiyeyê herî zêde jin li derveyî siyasetê hatine hiştin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser partiyên sîstemê, wê bê dîtin ku di asta tinebûnê de bi rêjeyeke kêm cih dane jinan. Ji bilî HDP'ê di nava namzetên partiyên din de hema bêjin jin tine ye. Rêveberiyên xwecihî qadeke welê ye ku li ser bingeha azadî û wekheviya jin û mêr divê karekî hevpar bê meşandin."

Amed diyar kir, faşîzm timî ji jinê ditirse û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jî dema ku bi rêya qeyûman dest danî ser şaredariyan, beriya her tiştî êrîş bir ser sîstema hevserokatiyê û berhemên wê. Lê belê jinan li hemberî van êrîşan paşve gav neavêtin, li qada civakî û siyasî têkoşîna xwe ya azadiyê dewam kirin."

QEYÛM DIJMINATIYA LI GEL E

Endama Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê niha êrîşî nirxên civaka Kurd hemûyan dike û got, "Bi Rewşa Awarte û qeyûman re gelê me rûyê qirker dagirker ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê baş nas kir. Qeyûm tê wateya dijminatiya li gel. Karê destpêkê yê qeyûman girtina saziyên jinan bû. Saziyên jinan ew cihên azad in ku jin lê dicivin, nîqaş dikin, çareseriyê ji pirsgirêkan re dibînin û aqlê hevpar diafirînin. Jinan bi hişmendiya xwe ya azadiyê xwe afirand, tevlî nava civakê bû û kir ku civak bi pêş ve biçe. Ji ber ku asta pêşketina civakê bi asta pêşketina jinê tê pîvandin."

'LI DIJÎ DIJMINÊ JINAN DIVÊ HÎN BÊHTIR KAR BÊ KIRIN'

Koçerîn Amed bal kişand ser zext û zordariya di vê demê de zêde bûye û got, "Gelek namzetan digirin, gefan dixwin. Jinên Kurd divê li dijî Erdogan ê dijminê jinan e hîn bêhtir bixebitin û ji bilî serketinê alternatîfeke din qebûl nekin. Têkoşîna li qada siyaseta demokratîk bi çekê nabe, lê belê têkoşîn di navbera du xetan de ye. Du zîhniyet li dijî hev şer dikin. Divê em hemû zanibin ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de wê têkoşîn di navbera du xetan de be. Ya yekemîn; xeta demokrasiyê ya li dora azadiya jinê afiriye. Ya din jî xeta faşîzma reş û tarî ye. Divê jin û civak tev li her cihî bi daxwaz û biryardariyeke mezin bixebitin û bi serketina xeta demokrasiyê dest bi roja 1'ê Nîsanê bikin. Belê roj ew roj e ku jin bi dil û can bixebite."

'BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA LEYLA GUVEN, PARASTINA JIYANA GELÊ KURD E'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Amed di dawiya axaftina xwe de berxwedana grevên birçîbûnê nirxand ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven didome.

Koçerîn Amed got, "Ev sekn û bexwedan nîşan dide ku kêr gihîştiye hestî" û diyar kir, berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven parastina ji bo jiyana gelê Kurd e, lewma divê têkoşîna li dora berxwedana wê bê xurtkirin.

'DILÊ MIROVAN BI BERXWEDANÊ REHET DIBE'

Amed bal kişand ser armanca çalakgeran a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ev çalakî raperîn e, rabûna li ber koledariyê ye. Nîşane û têkoşîna azadiyê ye. Leyla Guven dibêje ku bi vê çalakiyê re mîna ruhekî ew sivik bûye û rastiya vê berxwedan û têkoşînê nîşan dide. Sakîne, Mazlûm, Xeyriyan dema ku dest bi berxwedana li dijî faşîzma 12'ê Îlonê kirin, heman rastî anîn ziman. Ev jî vê nîşanî me dide: bi berxwedanê mirov kêfxweş dibe, dilê mirovan rehet dibe û mirov bi ser dikeve. Eger îro rewşeke xemgîn hebe, ew jî ji ber qelsî û tirsa ji faşîzmê ye."

'XWEDÎ LI CIH Û RÊBERÊ XWE DERKEVE'

Di dawiya axaftina xwe de Amed got, "Yê li cih û xwarê xwe xwedî derkeve wê li rêberê xwe jî xwedî derkeve. Yê li xwe xwedî derkeve wê li rêberê xwe jî xwedî derkeve. Bang li jin û ciwanên Kurd û Tirkiyeyî û civakê tev dikim ku di hilbijartinê de li dijî faşîzmê bibin yek. Di şexsê Leyla Guven de hevalên çalakger hemûyan bi hezkirinê silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin, hêz û îradeya me ya serketinê heye."