Amed bûye Newroz

Qada Newrozê ya Amedê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî tije bû. Li qadê gelek caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û berxwedana Efrînê tê slavkirin.

Newroza Amedê ya dîrokî bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî dest pê kir. Bi berbanga sibehê bi hezaran kes ji çar aliyê bajêr ve ber bi qada Newrozê ve herikî û beriya ku pîrozbahî dest pê bike qada hema hema tije bû. Li gel her cure astengiyên li cihên kontrolan jî gel bi rihê berxwedanê, bi dirûşmeyan ber bi qadê ve diçe. Tevlêbûna ciwanan a bi rengekî beloq balê dikişine ser xwe.

Li qada Newrozê piranî dirûşmên ‘bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ têne berzkirin.

Polîs hewl didin ku stranên ku navê ‘Kurdistan’ê derbas dibin asteng bikin.

‘HER ÇILO JÎ BE WÊ KURD BI SER BIKEVIN’

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Şerîf Camcı destpêka pîrozbahiyê axivî, behsa giringiya Newrozê kir, got Newroz banga li jiyana nû ye û got, Kurd wê Newrozê pîroz bikin, her çilo jî be Kurd wê bi ser bikevin.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Helîm Omer berdewam dike.

MALBAT Û SIYASETMEDAR LI QADÊ NE

Malbata Mehmet Tunç, ê ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayî, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Mehmet Öcalan, malbata Ferhat Kurtay, ê ku li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dayî, gelek malbatên endamên HPG’ê ku di êrîşên qirker de jiyana xwe ji dest dane li Newrozê hazir in.

Li qadê her wiha Hevserokê KCD’ê Bedran Öztürk, Hevseroka HDP’ê Pervin Buldan, Seroka EMEP’ê Selma Gürkan, Alîkara Hevserokê DBP’ê Hacer Özdemir, ji tevgera Goran Kwestan Abdullah û Dr. Yousif Mohammed Sadiq, Hevşaredarê Şaredariya Amedê Ahmet Türk, Hevseroka SYKP’ê Tülay Hatimoğulları, Wekîlê Serokê ESP’ê Şahin Tumuku, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik, Hevserokê ÎHD’ê Öztürtk Özdoğan, nûnerên ÖDP, ESP, KESK, ÖSP, DDKD, HAK-PAR’ê, sendika û rêxistinên civakî, ji ji herêma Kurdistanê û Ewropayê jî gelek nûner hazir in.