Altûn: Li Idlibê serkeftin ne ya kesî ye!

Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Riza Altun got li Idlibê hê serfirazî ne ya ti kesî ye û got Tirkiye welatekî wiha ye ku ji têkçûnan ji xwe re serfiraziyan çêdike, dema ku direve jî halanên serfiraziyê dide xwe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altun di beşê pêşî yê bernameya taybet a qenala Medya Haber de axivî ya ku ew ê îşev di saet 19.00'an de were weşandin. Altûn li ser krîza Suriyê axivî got Rûsya û Tirkiye dixwazin ser nakokiyên xwe bigirin û got, ''Rewş ne li gorî hesabên wan diçe.''

IDLIB DI XITIMANDINA SÛRIYÊ DE XALEKE GIRÎNG E

Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Riza Altun dema krîza Sûriyê nirxandî got nexasim Idlib di vê xitimandinê de xaleke girîng e.

Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Riza Altun wiha axivî, ''Wek ku berê me gotî di xitimandina Sûriyê de Idlib xaleke girîng e. Heta ku problema Idlibê çareser nebe bi maneya rastî divê mirov ne li hêviyê be ku li Sûriyê krîza berdest çareser bibe an jî ji bo çareseriya probleman geşedaneke girîng çêbibe. Ji ber ku Idlib her wiha xwedî taybetmendiyeke wiha ye ku dikare nîşan bide bê ka problemên Sûriyê wê çawa çareser bibin. Jixwe ew qonax hatiye. Destpêkê jî me got, ji bo Sûriyê Idlib jêneger e. Pêşî, dewleta berdest a Sûriyê ji bo hegemonyaya desthilata xwe bidomîne teqez divê serdestî Idlibê bibe. Ti rêyeke dî li ber tine. Li wir lihevkirinek nabe. Ya dî; ji bo cîhadîstan Idlib meseleya manûnemanê ye. Ango piştî ku ji deverên din ên Sûriyê vekişiyan Idlib cihê dawî ye ku xwe pê bigirin. Cihê dawî yê xwe pê girtinê hem ji bo armancên cîhadîstan ên di rejîma Sûriyê de û hem jî ji bo desteka navnetewî ya ji bo cîhadîstan girîng e. Cihekî wiha ye ku siyaseta ku ew rê ve dibin li wir asê bûye. Naxwe cîhadîst an wê bi pêvajoyeke siyasî rajêrî Sûriyê bibin an jî bi şer wê hebûna xwe li Idlibê bidomînin. Hevkêşeyeke wiha jêneger heye. Naxwe ev hevkêşe bi çi azîne û armancan wê çareser bibe? Li vir krîtera sereke ne ew e ku şer çênebe.''

DYA LI IDLIBÊ XWEST RÛSYA TÊK BIBE

Altun diyar kir ku ne girîng e bê ka li Idlibê wê şer bibe yan na û got, ''Du tiştên sereke hene; di çareseriya vê problemê de an hêz wê dijî hev bi şer vê çareser bikin an jî vê bi rengekî bi taktîk, sisyasî, dîplomatîk bi serdestiya aliyekî ya li ser aliyekî dî, bi bidestxistina heq wê bibe''.

Altun domand, ''Tam jî dema ku meseleya Idlibê bû rojev tê gotin wê şer çêbibe. Her kes li bendê bû ku şer çêbibe, dibû ku bibe jî. Şer li ber dêrî bû. Lê çima şer nebû, ev girîng e. Li vir sîsîka meselê neguheriye. Bi siyaset û taktîktên aktoran re têkildar e ku ji bo nêzîkatiya li pêvajoyê pêşbiniya wê dikirin. Ji bingeh ve tiştek naguhere, sîsika wê naguhere.''

Ango ne girîng e bê ka şer çêbû yan na. Helbet bersivê wê heye bê ka çima şer çênebû. Pêşî; Rûsya xwe neda ber vê. Rejîmê û Sûriyê xwe nedan ber vê. Ya dî jî, nêzîkatiya koalîsyona navnetewî ya li Idlibê girîng e. Wê demê daxuyaniyên DYA'yê yên li ser Idlibê hebûn, yên Ingiltere, Fransa, Elmany û hwd. hebûn. Bi pozîsyoneke ku gefê li Îranê, rejîmê û Rûsyayê bixwin tevgeriyan. Lê ev gef ne wiha jirêzê bûn. Ango hê di serî de gotin wê çekên kîmyewî bi kar bînin. Hêz anîn Behra Spî. Naxwe ev rewş pir cidî ye. Tişta ku beriya niha Rûsyayê li koalîsyona navnetewî kirî, Koalîsyona navnetewî jî li Rûsyayê kir.''

TIRKIYÊ XWE NEDA BER

Altûn bi berdewamî di meseleya Idlibê de bal kişande ser pozîsyona Tirkiyê û got, ''Heke Tirkiye bi koalîsyona navnetewî re bikarîbûya problemên xwe çareser bike, heke derfet bidîta ku di eniyê de cih bigire, Tirkiye bi teqezî ber bi peymaneke wiha ve nedihat. Xwe nedixiste bin berpirsyariya avakirina herêma tampon, cîhadîstan vekişîne, çekên giran bikişîne. Lê ji bo ku bi wan re bi temamî têkiliyên xweş baş nekir û nikarîbû bikeve nav wê eniyê, di rewşa şer de piştî ku Rûsya jî da pêşberî xwe dizanîbû ku ev ê ji bo wê bibe hilweşandineke pir giran. Ango li hêlekê wê bi Rûsyayê re bihata pêşberî hev, têkiliyên wê bi wê re wê xira bibûna û li hêla dî jî bi koalîsyonê re jî jixwe têkiliyên wê ne baş bûn. Ber bi van du rewşan ve nehat. Her wiha penaberên ku wê bihatna û problemên ku cîhadîstên wir wê ava bikirina wê bi qasî ku nikarîbûya ragirta, giran bûna.''

'TIRKIYE WELATEKÎ WIHA YE KU DEMA KU DIREVE JÎ HALANÊN SERFIRAZIYÊ LI XWE DIDE'

Altûn got li Idlibê serfirazî bi dest kesî neketiye û Tirkiye tim ji têkçûnên xwe serfriraziyan hildiberîne.

Altûn wiha pê de çû: ''Helbet, ji bo kesî ne serfirazî ye. Weke ku serfiraziyeke dîplomatîk be nîşan dide. Ev nêzîkatiya klasîk a Tirkiyê ye. Ango seraqet ji têkçûnên xwe serfiraziyan hildiberîne. Ti welat bi qasî Tirkiyê dema ku direve halanên serfiraziyê li xwe nade. Tim bi qêrînên serfiraziyê xwe li ser piyan digire. Ev wiha ye, naxwe ti serfirazî nînin. Ji ber ku têkiliyên ku ketî navê, bi dilê Rûsyayê, Îranê û rejîmê ne. Ev girîng bû.''

HEMÛ BERPIRSYARIYA ÇETEYAN DANE TIRKIYÊ

Altun li ser pozîsyona Tirkiyê wiha domand ''Berpirsyariya ku cîhadîstan vekişîne, ên ku venekişin jî wan qanih bike an jî tine bike ya Tirkiyê bû. Hemû berpirsyariya valakirina wan deran, derxistina çekên giran ji wan deran dane Tirkiyê. Biya min ji bo Rûsyayê siyaseteke ji vê serkeftîtî nabe. Ev siyaseteke pir girîng e. Lê ti destkeftina Tirkiyê ji vê tine. Li gel ku destkeftina wê tin jî, diyar bû ku xitimandina ku ketinê teslîmiyeta Soçiyê ye.''

Altûn her wiha got problemên giran ên Tirkiyê bi van derdorê cîhadîst re hene û domand, ''Pêşî, soz daye ku Idlibê vala bike, divê Idlibê vala bike. Ya dî, di rewşeke wiha de ku Idlib neyê valakirin divê çareser bike bê ka wê çi bi ev qas cîhadîst bike. Her kesî helwesta xwe nîşan da. Ev problemeke giran e. Ne tenê ji bo Çîn, ji bo Rûsyayê û cîhanê jî ev girîng e. '

Altûn bi berdewamî got ji berbelavbûna cîhadîstên berdest a li cîhanê Tirkiye berpirs e û heke tiştekî wiha bibe wê Tirkiye berpirs were dîtin û got,''Pirsgirêka esasî ev e. Ango ji hêlekê ve Idlibê dema ku radestî rejîmê dike, bi Rûsyayê re dema ku teslîm dike, li hêla dî jî ji bo ku cîhadîstên bi eslê xwe ji Kafkasan in dîsa li Kafkasya vegerin berpiryariya Tirkiyê ye ku teqez divê çareseriyekê bibîne.

Ev jî qebûl kirine. Ango dîtbariya Erdogan a wiha pir netewperest, Turhanî, 'kizil elmaci' niha veguheriya peymana bê ka wê cîhadîsten xwe çawa tine bike. Hatiye ber rewşeke wiha bê ka wê çawa cîhadîstên ji nîjada xwe tine bike. Ev jî ji bo Rûsyayê xeta sor e. Rûsyayê Tirkiye ber bi vê ve tehf da.''

ROJHILATÊ FIRATÊ NAŞIBE HERÊMÊN DIN ÊN SÛRIYEYÊ

‘Heta ku kêşeya Îdlîbê çareser nebe, nabe ku rojhilatê Firatê bibe rojev. Li Rojhilatê Firatê gel xwe birêxistin kiriye, artêşa xwe ava kiriye û destkeftiyên mezin bi dest xistiye. Koalîsyona navneteweyî li wê derê xebatên wê hene. Koalîsyona navneteweyî ji Rûsyayê xurttir e, ji ber jî gefên li ser Rojhilatê Firatê ne cihê aqilan e. Ji ber vê jî meseleyê dike, meseleyeke nîvkuştî. Ji aliyê din ve jî meseleyê nake rojev. Ji bo çareseriyê jî li benda helwesta koalîsyona navneteweyî û geşedanên faktorên Rûsya û Tirkiyeyê ne. Ji ber vê jî dixwazin piçekî dem li ber destê wan hebe. Meseleya Îdlîbê ji bo rejîmê jî girîng e. Di heman demê de Rûsya bi feraseteke demokratîk bihata Sûriyeyê, dibe ku rolekî erênî bi cih bianiya.”

Altûn axaftina xwe wisa domand: “Hewl tê dayîn ku pêngaveke din were avêtin. Rûsya peyamên li ser rojhilatê Firatê dide Tirkiyeyê û înkara Kurdan a li Tirkiyeyê xurt dike. Ev tişt dikare li ber tiştên din jî veke, wekî ku cîhadîstan li Tirkiyeyê kom bikin û berê wan bidin Rojhilatê Firatê.’

RÛSYA ROLA XWE ŞAŞ LÎST

‘Heke Rûsyayê li Rojhilata Navîn rolekî erênî bi cih bianiye, ew ê encamên girîng ên hatina wê ya li Sûriyeyê pêk bihata. Dibe ku ev hatina bi vî awayî, rolekî girîng pêk bianiya.  Ew ê bandora vî tiştî li ser hêzên navneteweyî jî hebûya lê Rûsyayê xwe spart Îran û rejîmê û hat Sûriyeyê. Bi qasî ku em dibînin Rûsyayê rola xwe şaş lîst. Ji demokratîkkirina Rojhilata Navîn zêdetir berê xwe da kelepora netewe-dewletê. Rûsya cesaretê dide Tirkiyeyê."