Albûma nû ya Awazê Çiya: Botan

Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya ku bi stran û klîbên xwe balê dikişîne, bi albûmeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Awazên Çiya albûma ku ji sala 2017'an ve li ser dixebite temam kir.

Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya ku bi stran û klîbên xwe balê dikişîne, bi albûmeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Awazên Çiya albûma ku ji sala 2017'an ve li ser dixebite temam kir. Stranên di albûmê de ji nava klasîkên Botanê hatine neqandin. Albûm ji 10 berheman pêk tê û aranjeya wê jî Mehmûd Berazî kiriye.

Albûma nû ya Awazê Çiya ya bi navê Botan, ji îro û pê ve (8'ê Nîsana 2020'an) ji aliyê Enstîtuya Çandê ya Kurd-Elman û qenala nû ya muzîkê ya dîjîtal a enstîtuyê "4Kurdistan) li platformên dîjîtal hemûyan hate weşandin.

Komê ev berhema xwe di şexsê Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir û Asya Yuksel diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê-Botanê kir.

Têkildarî çîroka albûma Botanê û pêvajoya hilberînê, Koma Awazê Çiya ev agahî da:

"Projeya albûma Botanê weke pêşniyar û fikrekî derkete holê. Ev fikir jî bi lêkolîna li ser kevneşopiya muzîka gel a Botanê dest pê kir. Di çarçoveya pêvajoya lêkolînê de ku me sala 2017'an dest pê kirin, destpêkê me di nava komê de wezîfe parve kir û me hemû klasîkên Botanê yên nivîskî û qeydkirî berhev kir. Kom li ser her stranê nîqaş kir. Li aliyekî me çîroka her stranê lêkolîn û şîrove kir, li aliyê din jî yên ku me ji nava wan neqand li studyoyê qeyd dikir. Temamiya van qeydan me li studyoya Hunergeha Ş. Zerdeşt çêkir. Piştî ku ev qeyd bi dawî bû Mehmûd Berazî bi kedeke mezin aranjeya stranan kir."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku me stran hilbijart, me ji formên şîroveyê yên Pahîzok, Heyranok, Delal, Belûte, Denbêjî û Narînkê bi rengekî cuda hilbijart. Ji ber ku ev form li herêmên cuda yên Botanê derdikevin pêş, albûm forma muzîkal a tevahiya Botanê vedihewîne. Di gotinên stranan an jî şîroveyên wan de me guhertin nekir. Dema ku me ev kar kir, hingî me ji xwe re dengbêjên destpêkê ew stran gotin kir esas. Yanî me li gorî naveroka wê ya herî kevn amade kir."

Koma Awazê Çiya diyar kir ku wan albûm diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê kirine û ragihand, "Di şexsê Mehmet Tûnç, PakÎze Nayir û Asya Yuksel de em diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê hemûyan û yên Botanê dikin. Botan mîna ku di dîrokê doh, îro û her tim wê di qada jiyana berxwedanê ya Kurdistanê be. Ev lehengî û berxwedan bandor li muzîk û stranên Botanê kiriye. Ev albûm jî jinûve vegotina kevneşopiya berxwedanê ye. Berxwedan û serketin bi dilsoziya bi cewhera vê kevneşopiyê û nûkirina wê dibe. Em jî bi wî rengî nêzîk bûn."

https://www.youtube.com/channel/UCXZYTJNryN1yh-xCmLv2D8w

https://www.youtube.com/user/PelRecords