Ala PKK bi Konsolosxaneyên Elman ve hate daliqandin

Ciwanên Kurd ên li Parîs û Marsîlyayê dijîn, ji bo polîtîkayên dewleta Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan şermezar bikin, ala PKK'ê bi Konsolosxaneyên Elman ve kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd ala PKK'ê bi Konsolosxaneya Elman ve kirin û hewldanên dewleta Elman ên ji bo krîmînalîzekirina tevgera azadiyê ya Kurd protesto kirin.

PARÎS

Bi heman armancê li paytext Parîsê jî çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û PKK'ê bi Sefaretxaneya Bilind a Komara Federal a Elmanyayê ve daliqandin.

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, roja 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şandibû û xwestibû, gelek alên sazî û partiyên Kurdan qedexe bikin, ku di nava van de alên PYG, YPG, YPJ, PJAK, Komalên Ciwan/Jinên Ciwan ên Azad, YXK/JXK û NAV-DEM jî hene.