Şêxê Nexşebendî: Divê hemû Nexşebendî li dijî Erdogan têbikoşin

Şêx Ebdurehmanê Nexşibendî ji mûrîdên Nexşebendî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re bang kir: “Ji desthilat netirsin û ji xwedê bitirsin, kiriyarên dewleta Tirk şermezar bikin û nerazîbûnê nîşan bidin.”

Şêx Ebdurehmanê Nexşibendî ku şêxê terîqeta Nexşebendî û berpirsê mezar û ziyareta Şêx Osmanê Tewîle ye bi rêya ajansa me bang li Mûrîd û Şêxên Nexşibendî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dike ku li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê derkevin.

‘ERDOGAN MİZGEFT, TEKİYE Û XANEQAYAN DİRÛXÎNE’

Şêxê Nexşebendî got: “Ayîna Îslamê li ser aştiyê avabûye, Pêyxember jî beriya ku wehî jêre bê di navbera eşîrên Qureyşî de ku li ser Berê Reş (Hecer Eswed) nakokiya wan hebû, navbeynkarî kir û hemû li hev anîn. Wexta Pêxember Koçî Medîneyê kirî jî di navbera Cihû, Seqîf û Huwazîne de ku salên dirêj dijminê yek bûn û ji hevdu pir kes kuştibûn, navbeynkarî kir û hemû li hev anîn û aştî çêkir. Lewma divê hemû zanayên Terîqet û Îslamê jiyana Pêxember baş lêkolîn bikin û bizanin ku îro tişta Erdogan li ser Rojava pêk tîne û êrîşê welatekî din yê Îslamî dike, xwîna jin û zarokan dirijîne, mizgeft, tekiye, dibistan û nexweşxaneyan bombebaran dike.”

‘JI DESTHILAT NETIRSIN, JI XWEDÊ BITIRSIN Û TIRKIYÊ ŞERMEZAR BIKIN’

Her wiha Şêxê Nexşebendî ji zanayên Îslam, Şêx û Mûrîdên Nexşebendiyê daxwaz kir da ku li dijî vê neheqiyê helwest nîşan bidin, wiha pêde çû: “Ji desthilat netirsin û ji xwedê bitirsin. Ev kiriyarên dewleta Tirk şermezar bikin û nerazîbênê nîşan bidin. Kesên dîtir jî yên ku hevalbendê vê êrîşêne hişiyar bikin û nerazîbûnê nîşanê wan bidin da ku her kes bizane ev karekî ne rewa ye.”

Nexşebendî axavtinên xwe domand û got: “Divê hemû Şêxên terîqetê û hemû şêniyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baş bihizirin û bizanin ku Şêx Seîdê Pîran, Şêx Tahayê Nehrî û Şêx Ehmedê Barzanî û hemû Şêxên din çi û çawa kirin, wana parastina xak û niştîmana xwe kirin û razî nebûn ku zilm û zordarî hebe.”

‘LI HER DERA KU ZILM HEBE BERXWEDAN BIKIN’

Şêxê Nexşebendî drûşma nexşibendiyan bibîr xist û got:“Drûşma me Nexşebendiyan ew e ku li her kû derê zilm hebe divê em berxwedandî bikin, ne ku dûr rawestin û temaşe bikin. Niha li her kû derê terîqeta Nexşibendî hebe divê li dijî zilm û zordariyê berxwedanê bikin.

Şêx di dawiya axavtinên xwe de pirsiyarek arasteyî hemû Mûrîd û Mamosteyên ayînî kir û got: “Daxwaz dikim ku derbarê jiyana Pêxember û gotinên wî baş lêhûrbibin û lêkolînan bikin û bizanin ka di Îslamê de gelo rê hatiye dayîn ku ew qasî xwîn birije, gel mal wêran bibe û bê penaber kirin. Gelo ev tişte di îslamê de heye yan na? Tenê vê pirsiyarê arasteyî we dikim, bêguman di Îslamê de tiştekî wiha tine ye, ji tiştekî wisa re rê nehatiye dayîn û dûre ji Îslamê. Ji ber vê ye ku divê Nexşibendî rola xwe bilîzin û dijayetiyê vê zilmê bikin.”