Şervanên YPG yên Efrînê: Li dijî êrîşan em amade ne

Şervanan biryardariya xwe ya ji bo parastina axa xwe anîn ziman û gotin: “Ne dewleta Tirk, 100 dewletên din jî werin nikarin bihustek ji Efrînê dagir bikin! Kesên ku dixwazin bi şerê psîkolojîk gelê me bitirsînin divê vê rastiyê baş fêm bikin.”

Di demên dawî de artêşa Tirka dagirker, di çarçoveya peyman û plansaziyên kûr û qirêj de hêzên xwe yên li ser sînorê Efrînê zêdetir dike. Dewleta Tirk di nav hewldanên dagirkirina xaka Efrînê de ye û bi vê armancê her ku diçe destdirêjiyên xwe zêdetir dike.

Herî dawî li ser sînorê Efrînê, li xala ku dikeve hember navçeya Raco artêşa Tirk sengerên xwe yên çekên giran ava kir xwe tê de bicîh kir. Li ser rewşê û êrîşa li ser çeperên şervanan, roja çûyî bersiveke tund bi heman awayî hat dayîn. Her wiha şervanan diyar kirin ku “Artêşa Tirk ne bi leşkerên xwe, bi çeteyên xwe dixwaze bi me re şer bike. Lê biser nakeve.”