Şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên tevlî pêngava Reqayê bûn, vegeriyan Şengalê

Şervanên YJŞ û YBŞ’ê yên ku beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn vegeriyan Şengalê. Şervan li Şengalê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Şervanên YJŞ û YBŞ’ê yên ku beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn vegeriyan Şengalê. Şervanên YJŞ’ê yên ku bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin gotin ku, “Me tola jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê stend.”

Gelê Şengalê, şervanên ji pêngava rizgarkirina Reqayê vegeriyan, di têketina Kampa Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê pêşwazî kirin. Girse û şervan piştre bi sloganan berê xwe dan konê ji bo balkişandina tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin.

Şervana YJŞ’ê ya bi navê Têkoşîn hestên xwe wisa anî ziman, “Piştî têkoşîneke çar mehan em vegeriyan Şengalê û em gelekî bextewar in. Gel li konê ji bo Serokatî hatiye vekirin, bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Em serfiraziya Reqayê li Rêbertiya xwe, şehîden xwe û li hemû jinên Êzidî pîroz dikin.”

Fermandarê YJŞ’ê Dersim Baran diyar kir ku wan peywira xwe ya li Reqayê bi awayekî serkeftî bi cih anîne û dîlên ku rizgar kirine jî teslîmî hêzên QSD’ê kirine.