Şerê Talîban-DAÎŞ'ê dewam dike: Zêdeyî 120 kes mirin

Li Afganîstanê di navbera Talîban a Îslamî ya tund û çeteyên DAÎŞ'ê de ev çend roj in şerekî dijwar diqewimdin. Di şer de herî kêm 120 kes mirin.

Li wîlayeta Cûzcan a li bakurê Talîbanê di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û Talîbanê de şerekî giran diqewime.

Endamê Meclîsa Wîlayeta Cûzcanê Mûhammed Reza ji ajansa nûçeyan a Elman (DPA) re ragihand ku di şerê sê rojên dawî de ji her du aliyan zêdeyî 120 kes mirine. Reza got, di şer de 72 endamên Talîbanê û 52 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

Çeteyên DAÎŞ'ê herî dawî destpêka hefteyê êrîşeke bombeyî kiribûn û bi dehan kes miribûn ku yek jê fermandarekî payebilind ê Talîbanê bû.

Talîban ku navbera salên 1996-2001'ê li Afganîstanê desthilatdar bû, bi operasyonên hêzên mûxalîf û hêzên NATO'yê yên bi pêşengiya DYA re ber bi herêmên çiyayî ve hatibûn birin. Talîbanê salên dawî êrîşên xwe zêde kir û niha yek ji şeş parên Afganîstanê kontrol dike.

Çeteyên DAÎŞ'ê jî ji sala 2015'an û vir ve li Afganîstanê xwe nîşan dan. Bi taybetî li wîlayeta Cûzcanê b bandor in. Cûzcan yek wan eyaletên kêm in ku çeteyan beşeke biçûk a axa Afganîstanê dagir kirine.

Li gorî rayedarên Afgan, 600 heta 700 çeteyên DAÎŞ'ê li Cûzcanê hene. Lê Talîban ji wan gelekî xurtir e.