AKP'ê dest danî ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê

Hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywira xwe hatin dûrxistin. Vê sibehê deriyên şaredariya bajarê mezin a Amedê hate şikandin. Polîsan dora her sê şaredariyan girtin.

Polîsan dora şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê girtin. Wezareta Karê Navxweyî diyar kir ku her sê şaredar ji peywirên xwe hatine dûrxistin.

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê yê HDP’ê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê yê HDP’ê Ahmet Turk, Hevşaredara bajarê mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywira xwe hatin dûrxistin.

Piştî ku hevşaredar Mizrakli ji peywirê hate stendin polîsan deriyên şaredariya bajarê mezin a Amedê şikandin.

Hevşaredar Mizrakli diyar kir ku derbarê dûrxistina ji peywirê tu teblîgat ji wî re nehatiye şandin û got “Saet di 6’an de deriyê şaredariyê hatine şikandin û ketine şaredariyê. Ez ê bîsteke din biçim şaredariyê. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Vê helwesta li ser şaredariyên HDP’ê divê mirov wekî helwesta li dijî mûxalefeta demokratîk bibîne. Îradeya gel hatiye xespkirin.”