Li girtîgeha Hesekê rewşa dawî -NÛ BÛ

Bûyera DAÎŞ'iyan a li girtîgeha li Hesekê dewam dike. Çete dixwazin hevdîtinê bi rayedarên Koalîsyonê û Xaça Sor re bikin.

Bûyera DAÎŞ'iyan a li girtîgeha li Hesekê dewam dike. Çete dixwazin hevdîtinê bi rayedarên Koalîsyonê û Xaça Sor re bikin. Rayedarên koalîsyonê jî heta vê kêliyê bersiv nedane vê daxwazê. Nîvê girtîgehê di bin kontrola Hêzên Erka Xweparastinê yên QSD'ê û nîvî jî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ye.

5 hezar girtiyên DAÎŞ'ê hewl didin birevin. Bûyerên li girtîgeha Hesekê diqewimin kir ku pirsa "Gelo bûyer ji berê ve hatiye plankirin" xist rojevê.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgeha Hesekê ku bi giranî li Baxozê hatibûn girtin, doh êvarê saet di 20:00 de bûyer derxistin. Çeteyan hewl dan wezîfedarên ewlekariyê dîl bigirin û piştre jî deriyên ji hesin ji şûna wan rakirin û pê dîwar qul kirin.

Bi destpêkirina bûyerê re hêzên QSD'ê li nava girtîgehê û derdora wê tevdîrên ewlekariyê zêde kirin. Ji bo dest li êrişeke gengaz a ji derve ve bê girtin, rêyên berê wan li girtîgehê ne hemû hatin girtin. Balafirên hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî li ser girtîgehê ji nizm ve firiyan.

Nûçegihanên ANF'ê heta ber destê sibehê li nêzî girtîgehê rawestiyan û rewş ji nêz ve şopandin. Li gorî agahiyên ku me ji rayedarên girtîgehê wergirtin, beşeke mezin a girtîgehê ketiye destê çeteyan.

BÛYER ÇIMA DERKET Û ÇAWA DEST PÊ KIR?

DAÎŞ'iyên ku piraniya wan salek û sal û nîveke girtî ne, dixwazin tavilê bên darizandin. Ji ber ku di mijara darizandina wan de gavek nayê avêtin, ev rewş DAÎŞ'iyan dixe nava rewşeke nediyar û dibe sedem ku li rê û rêbazên revê bigerin.

Çeteyan bi malzemeyên paqijiyê li ser betaniyeyên li koxûşan nivîs nivîsîn û daxwaza "alîkariya însanî" li Koalîsyona Navneteweyî û Xaça Sor kirin. Piştre jî dirûşm qîriyan û kamerayên li koxûşan şikandin. Çeteyên ku deriyên koxûşan şikandin, ji koxûşan derketin û derbasî korîdoran bûn. Hin çeteyên ku derbasî korîdorê bûn hewl dan deriyên koxûşên din jî bişikînin û deriyên li korîdorê hewl dan ji şûna wan rakin. Piştî ku bûyer mezin bû hêzên ewlekariyê yên girtîgehê kontrola hin korîdoran winda kirin.

SAET BI SAET ÇI QEWIMÎN?

- Saet derdora 20:00 çeteyên DAÎŞ'ê li girtîgehê ketin nava liv û tevgerê.

- Saet di 22:00 de çeteyên DAÎŞ'ê hema bêjin nîvê girtîgehê bi dest xistin.

- Saet di 23:50'î de rayedarên girtîgehê têkildarî bûyerê agahiyên destpêkê parve kirin.

- Saet di 00:30'î de çeteyan li beşeke girtîgehê şewat derxistin.

- Saet di navbera 02.00 û 03:00 de çeteyên ji koxûşan reviyan ji bo DAÎŞ'iyên li beşên din birevînin ketin nava liv û tevgerê û ji hev re gotin 'Em bikevin nava liv û teverê, em ê ji vir rizgar bibin'.

BÛYER ÇIMA NIKARE BÊ KONTROLKIRIN?

DAÎŞ'iyên ku deriyên koxûşan şikandin û xwe gihandin heta hewşa girtîgehê, ji ber ku tarî bû xwe li hin deveran veşartin û amadekarî kirin ku êrişî personelên ewlekariyê bikin. Hêzên ewlekariya girtîgehê jî ji ber êrişeke gengaz a çeteyên ji koxûşan reviyan, ji bo destwerdanê li benda hilatina rojê man.

Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku rewş bêhtir krîtîk bûye, ji bo kontrolkirina rewşê zor û zehmetî hene û dibe ku kontrolê ji dest bidin.