Îranê li Iraqê îttîfaqa bi Sadr û ya bi PDK’ê re qedexe kir!

Li Iraqê piştî hilbijartina parlamentoyê ya 12’ê Gulanê ji bo avakirina hikumetê muzakereyan dest pê kir. Îran bandora  rolê xwe yê di nava Sadr de ji bo avakirina hikûmetê  zêde dike.

Di hilbijartina 12’ê Gulanê ya parlamentoya Iraqê de îtîfaqa ‘Meşa Reformê’ ya ku komunîst jî di navde bi pêşengiya serokê Şîî Muqteqa Sadr bû yekemîn. Lê avakirina hikûmeta ji bo 4 salên bê hê jî tam ne diyar e.

LI GORÎ MATEMATÎK DIBE, LÊ LI GORÎ SIYASETÊ GELEK ZEHMET E

Pisporê Iraqê Fanar Haddad yê li Zanîngeha Sîngapûrê ji AFP’ê re axivî û wiha got; “Bi matematîk, li gorî qanûn û destûra bîngehîn avakirina hikumeteke bêyî Sadr mumkun e. Lê weke siyasî gelek zehmet e”.

Îran hemû hesabên xwe li ser hikumeteke bêyî Sadr dike. Fermandarê  Îranê Qasim Suleymanî yê li herêmê hem di aliyê siyasî û hem jî di aliyê leşkerî de mudaxele dike.

FERMANDAR SULEYMANÎ BI PARTIYAN RE DICIVE

Li gorî gelek berpirsên ku agahî dane AFP’ê, Suleymanî ji roja Duşemê ve bi gelek hêzên siyasî re hevdîtin kiriye. Hate diyarkirin ku Suleymanî ji bo hemû îtîfaqên bi Sadr re veto daniye.

Li Iraqê Sadr ku xwe weke ‘qehremanê’ têkoşîna li dijî nelirêtiyê bi nav dike beriya demekê bi ‘dijminê bingehîn’ Îranê yê li herêmê serdana Erebîstana Siûdî kir û vêya ji Tehran xist nava fikaran.

Şeva Duşemê fermandar Suleymanî ji bo avakirina blokeke parlamneteran, partiya muhafazakar ên Şîî ji bo anîna gel hev ya komên biçûk erkdar kir. Bi vê re dixwazin erka Serokwezîrtiyê bi zêdehî bi dest bixe.

ÎRANÊ ÎTIFAQA BI BARZANÎ RE JÎ QEDEXE KIR!

Suleymanî bi taybet Serokwezîr Heyder El Ebadî, serokwezîrê berê Nûrî El Malikî û Hadî el Emerî yê ku serokê lîstteya Îtîfaqa Serkeftinê ya milîsên Heşdî Şebî avakirî anî gel hev. Li gorî AFP’ê Suleymanî avakirina îtîfaqa bi tevgera Hîkma ya Ammar El Hakîm ê Şîî, Alîkarê Serokê Parlamentoyê yê Sunnî Ûsame El Nûceyfî û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Mesûd Barzanî re jî qedexe kiriye.

Berdevkê buroya Malîkî Hîşam El Rûkabî ku ev peyam girt ji AFP’ê re axivî û got bi taybet Serokwezîr bi Îtifaqa Serketinê, Sunnî, Şîî û partiyên Kurd re di nava hevdîtinan de ye.

Sadr a ku hêza gelekan kêm kiriye niha avakirina îtîfaqa bi Heşdî El Şabî û Malîkî re red kiriye. Li dijî vê rewşê tê diyarkirin ku Îran ji bo Heşdî Şabî û Malikî li ser maseyê muzakerayê bihêle, zextan dike