Îmamoglu: Her kes divê hedê xwe zanibe!

Şaredarê Şarederiya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu desteserkirina sê şaredariyên HDP'ê 'bi tundî' şermezar kir û got, ''Her kes divê hedê xwe zanibe''.

Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamolgu, dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi zimanekî tund  şermezar kir.

Îmamoglu got, ''Kesek nikare peywirên ku demokrasiyê daye wan bi rêbazên der hiqûqî ji wan bistîne''.

Îmamoglu got, ''Ew tê têk biçin. Şaşiyeke mezin e ku vîna gel tine were hesibandin. Li holê vîna gel heye. Wiha bi gotinên rijî dinarkin van gavan bavêjin. Bi tayînkirina qeyûman, hûn nikarin vê bibibn ser pêvajoyeke ku serê wê heye ne dawiya wê. Mirov pê diêşe. Bi tundî şermezar dikim. Ez li dij im. Divê her kes hedê xwe zanibe.''