Êzidiyên li kampa AFAD'ê radestî DAIŞ'ê hatine kirin

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Alî Atalan diyar kir, li kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê ku gelek Êzidî lê dimînin, endamên DAIŞ'ê hene.

Li kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê, gelek penaberên Êzidî yên ji Şengalê hatine dimînin. Êzidiyên ji barbariya DAIŞ'ê reviyane û hatine vê derê, heman zext û zordarî li vir jî dibînin.

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Alî Atalan anî ziman, ku li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan, li vê kampa navborî endamên DAIŞ'ê hene û got, "Mixabin Êzidî radestî kujerên xwe hatine kirin."

'LI KAMPÊ ENDAMÊN DAIŞ'Ê HENE'

Parlamenter Atalan der barê kiryarên li kampê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê bi pirsgirêk e. Atalan got, weke parlamenterekî Êzidî ew hê jî nikare bikeve hundirê wê kampê, li kampê endamên DAIŞ'ê hene û wiha dewam kir: "Sîstemeke leşkerî li wir heye. Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, li wê kampê endamên DAIŞ'ê yên ku Êzidî kuştine, hene. Ev tiştekî tê zanîn. Ji me re jî ev rastî hatiye ragihandin. Bi dîtina me, ew bi zanebûn anîne vê kampê. Ji bo em karibin bikevin nava kampê, me nivîs ji AFAD'ê re nivîsand, lê hê jî bersiv ji me re nehatiye. Em mûxataban nabînin. Ancax bi rêya telefonê dikarin baxivin, ya jî bi mirovên dikarin derkevin derve re rûnên. Bi vî rengî agahiyan digirin. Derfeta me nîne ku em li nava kampê rewşê kontrol bikin. Mixabin Êzidî radestî kujerên xwe hatine kirin."

'ÊZIDÎ WEKE PENABER NAYÊN DÎTIN'

Alî Atalan destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi rengekî statuya asta duyemîn a penaberan nêzî Êzidiyan dibe û diyar kir, mîna penaberên din Êzidî nikarin ji derfetên nexweşxane û girtina dermanan sûdê werbigirin. Atalan got, "Mafê tedawiyê û girtina dermanan bêyî dayina pere, mixabin ji bo Êzidiyan derbas nabe. Ji roja ji Şengalê hatine û heta roja îro, pirsgirêk timî dewam dikin. Pirsgirêkên mayinê,s tatu û tenduristiyê naqedin. Çavkaniya van pirsgirêkan zîhniyeta hikumeta AKP'ê ya li dijî Êzidiyan e. Ev yek ji zihniyeta wan cuda nîne. Bi taybetî pirsgirêkan derdixînin pêşiya Êzidiyên ji Şengalê hatine. Ev yek encama zîhniyeteke siyasî ya nexweş e. Hikumeta heyî Êzidiyan nas nake, weke baweriyekê qebûl nake. 'Qirkirina Şengalê' qebûl nekiriye û şermezar nekiriye. Mirovên ji wir hatine weke penaberên di asta yekemîn de nedîtiye, nabîne."