Êzidiyên li Ermenistanê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin

Êzidiyên li bajarê Oktoberyan ê Ermenistanê, êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û bangeke wiha li PDK'ê kirin: "Dijminatiya li Êzidiyan tiştekî nade we."

Êzidiyên li gundê Araksî ya navçeya Oktoberyan a Ermenistanê li hev kom bûn, bi civîneke çapemeniyê zextên li ser Şengalê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Kuridstan Komîte û Nûnerê Meclîsa Gel a Oktoberyanê Mîlo Kalaşyan ve hate dayin.

Kalaşyan got, "Bi navê Êzidiyên li Ermenistanê em peymana Hewlêr-Bexdayê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Şengalê hatiye çêkirin şermezar dikin."

'DIJMINATIYA LI ÊZIDIYAN BI KÊRÎ KESÎ NAYÊ'

Kalaşyan diyar kir ku ew bi xelkê Şengalê re ne û ev bang li PDK'ê kir: "Dijminatiya li Êzidiyan ne tiştekî dide we ne jî dide Kurdistanê. Êrişeke gengaz a li ser Şengalê wê xizmetê ji dewleta Tirk û dijminên Kurdan re bike. Em bang li partî û welatparêzan hemûyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li êrişeke gengaz çi ji destê wan bê bikin. Her wiha em bang li hêzên herêmî, navneteweyî û PDK'ê dikin ku ji bo hurmetê nîşanî azadiya civaka Êzidî bidin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşma "Bijî Şengal" bi dawî bû.