Êzîdiyên ji Serêkaniyê dev ji xaka xwe bernadin

Êzîdiyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dagirker ji bêgavî koçber bûn, gotin,''Heta ku dagirker hebin em venagerin lê em ê dev ji xaka xwe bernedin''.

Êzîdiyên Serêkaniyê gotin hêzên dagirker ên Tirk hemû mal û milkên wan talan kirine û gotin, bi mîsogerî ew ê vegerin ser warê xwe.

Mehdî Seîd Şêxo ku ji gundê Şekeriyê yê Serêkaniyê ji bêgavî koçî gundê Êzîdiyan ê Dirbesiyê bû, got mala wan hinekî ji sînor dûr e lê yê apê wî nêzî sînor e û domand, ''Leşkerên Tirk bi topan tim li gund didan. Ji ber van topan da ku ziyan neyê me em çûne aliyê dî yê asfaltê. Piştre ez û birayê xwe em vegeriyan mala xwe. Di pey me re apê min jî vegeriya. Piştî ku em vegeriyan bi nîv saetê dîsa top avêtin. Apê min jî hate cem me, me nerî ku nabe ji bêgavî em derketin. Em bi hev re çûne gundê Xirbet Eeyd. Wê êvarî em li malên xizmên xwe man. Ji ber zivistanê ne guncan bû ku em li wir bimînin, ji ber wê dîsa me koç kir. Em çûne gundê Xirbê yê Dirbêsiyê, ku xalanê me li wir bûn, bi qasî 12 malbatan em li wir bi cih bûn.''

HETA KU EW HEBIN EM VENAGERIN

Şêxo got ew li gundên Hesekê û Dirbêsiyê belav bûne, talangeran her kes ji warên wan kir û got, ''Îro ku bibêjine me vegerin jî heta ku ew li ser xaka me bin em venagerin. Kengî ji ser xaka me çûn em ê vegerin. Ji gundê cîran Behiriyê cîranekî me yî kal çû, ew rehîn girtin û ji bo ku berdin pere xwestin. 10 rojan di dest wan de ma. Heke ne kal bûya bernedidan. Em pê dizanin. Em tenê dixwazin vegerin ser ax û malên xwe.''

HEMÛ MAL Û MILKÊN ME TALAN KIRIN

Zekiya Seîd Xelef jî got bi êrîşên dagirker ên Tirk û çeteyên wan ji bêgavî gundê xwe berdane, diyar kir ev êrîş ji êrîşên ser Şengalê û Efrînê ne qut in û wiha got: ''Ez dayikeke Êzîdî me. 4 keç û 2 kurên min hene. Dema ku êrîş anîn me axa xwe berda. Beriya niha em hatin Xirbê Xwe, çend rojan em li vir man û me got belkî tiştek nabe û em vegeriyan. Çeteyan mal û milkên me talan kirin. Em nikarin vegerin ser gundê xwe, ji bo ku em Kurdên Êzîdî ne me sax nahêlin. Me dît bê ka li Şengal û Efrînê çi kirin. Heta ku ew li ser xaka me bin em venagerin, heke ew derkevin, em dixwazin vegerin.''

Mûmîn ê ku ji gundê Til Seherê ye got, piştî ku Tirkan êrîş anîne li gel hevserê xwe ji gund derketin û got, ''Li talana gundê me dan, her der kavil kirin. Heta ku yek jî ji wan li wir be em venagerin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê dev ji xaka xwe bernedin.''