Êrîşa nîjatperest a li Hanaûyê li gelek bajaran hatin protestokirin-NÛ BÛ

Êrîşa nîjatperest a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê li gelek deveran hate protestokirin û kesên jiyana xwe jî dest dabûn hatin bibîranîn.

Kesên di êrîşa nîjatperest a li Hanaû ya Elmanyayê de jiyana xwe ji dest dabûn bi çalakiyên li gelek bajaran hatin kirin, hatin bibîranîn.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanayê bi tevlîbûna sedan kesî û dîsa endamên rêxistinên partiya çep ên Elman, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê (NCKD) çalakiyek li Johanneskîrchê pêk hat. Di çalakiyê de find hatin pêxistin û deqeyek rêz hate girtin.

GÎESSEN

Bi tevlîbûna endamên sendîkayên Elman, partiyên siyasî, saziyên antîfaşîst, nûnerên Dêran û endamên NCKD û Serokê Şaredariya Gîesenê bîranînek li Kîrchenplatz a Gîessenê pêk hat. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin êrîş hate şermezarkirin, banga piştevaniyê hate kirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh jî bi tevlîbûna sedan kesî qetlîam bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Çalakiya ku Kurd û Elman tevlî bûn, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.

STÛTTGART

Çalakiya ku li Stûttgartê hate kirin Kurd, komên çepgir, antîfaşîst û koçberên ji gelên cihê tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşma ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ hate qîrkirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg di saet 18:00’an de li serbanga AGÎF û Dûîsbûrg Freîesforûm li Konîgstr a naveda bajar bi sedan kes kom bûn û meşiyan. Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, NCKD a Dûîsbûrg, Partiya Çep a Elman, alîgirên DY, Partîzan, rêxistinên Çep a Elman û MLKP tevlî çalakiyê bûn. Piştî meşê mîtîngek hate kirin û di axaftinên hatin kirin de jî qetlîam hate şermezarkirin. Li vê derê polîsên Elman xwestin meşa girseyê asteng bikin, li ser vê piştî demekê çalakvan rawestiyan û piştî meşa demekê belav bûn.

KÎEL

Li bajarê Kîelê jî bi heman armancê bi sedan kes li stasyona trenê kom bûn û êrîşa qirker û faşîst şermezar kir. Li gel Kurdan, partiyên çep ên Elman, antîfaşîst û gelek organîzasyon tevlî çalakiyê bûn.