'Êrîşa li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin'

Tê gotin, êrîşa hewayî ya pêr bi şev a li wîlayeta Dêra Zorê ya Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Ji ber êrîşê bi dehan şervanên alîgirê rejîmê miribûn.

Şeva Yekşem-Duşemê bi balafirên şer êrîş li dijî şervanên alîgirê rejîma Sûriyeyê yên li herêma El Harî ya li nêzî sînorê Iraqê hatibû kirin. Hatibû ragihandin ku ji ber êrîşê zêdeyî 50 alîgirên rejîmê hatine kuştin ku piraniya wan Iraqî ne.

Hate îdîakirin ku êrîş li dijî rêxistina Haşdî Şabî ya Iraqî hatiye kirin. Rêxistinê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê weke berpirsyarê êrîşê dîtibû. Lê belê DYA berpirsyariya êrîşê li xwe negirt. Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê jî îdîa kiribû ku DYA ji êrîşê berpirsyar e.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, dabû xuyakirin ku wan nekarîne tespît bikin bê êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin.

RAYEDARÊ DYA'YÎ: DIBE KU ÎSRAÎL BE

Tê îdîakirin, dibe ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatibe kirin. Tevî ajansa nûçeyan a Fransayê AFP, televîzyona Amerîkî CNN jî li gorî agahiyên ji 'rayedarekî payebilind ê Amerîkî wergirtî' diya rkirin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Rayedarê ku ji AFP'ê re axivî û nexwest navê xwe eşkere bike got, "Ji bo em bêjin êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, sedemên me hene." CNN'ê jî cih da heman îdîayê.