'Êdî bes e, dawî li tecrîdê bînin'

Agît Tûfan ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafrayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Hediye Tûfan got, "Dayik û zarokên wan li ber xwe didin. Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin."

Malbata Agît Tûfan, sala 1993'an piştî ku gundê Erkent ê navçeya Berwarî ya Sêrtê hate hilweşandin koçî Edeneyê kir. Zext û êrîşên dewletê li Edeneyê jî domiya. Li malbata ji 6 zarokan Agît Tûfan zarokê duyemîn e ku ji dayik bû. Bi henekên xwe û biryardariya xwe tê naskirin. Di 16 saliya xwe de tevlî nava karê ciwanan bû. Sala 2007'an bi hinceta ku 'kevir avêtiye polîsan' hate destgîrkirin û girtin. Li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê hate bicihkirin û li wir êşkence lê hate kirin.

Sala 2010'an hate berdan, lê belê sala 2011'an careke din hate girtin û vê carê, 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "madeyên teqemeniyê pê re hebû û bi kar anî" 22 sal cezayê girtîgehê li Tûfan birî. Bi dorê ew xistin Girtîgeha Zarokan a Pozanti ya Edeneyê, Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsûnê û Girtîgeha Girtî Tîpa T a Bafrayê. Ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Di hevdîtina dawî de ya bi malbata xwe re ragihand ku rewşa hevalên wî yên di koma destpêkê de ne nebaş e.

Dayika wî Hediye Tûfan got, "Êdî halê wan nemaye. Nikarin bimeşin jî. Bi hev digirin û bi vî rengî tevdigerin. Bi zehmetî dibînin. Xwîn ji devê wan tê. Mehdê wan dixele, ber çavê wan reş dibe, nikarin razên û verdişin. Banga berxwedanê li me dikin. Ji ber ku kurê min di greva birçîbûnê de ye nikarim razêm. Kezeba me dişewite. Bila daxwazên wan bi cih bînin. Dayik cuda, zarokên wan cuda li ber xwe didin. Gelo ev bêhiqûqî wê hîn heta kengî bidome? Êdî bes e, dawî li vê tecrîdê bînin."