Çîroka pîlana dewleta Tirk a 'ewlekariya sînor' a ji 30 kîlometreyî

Dewleta Tirk ku ji bo dagirkirina Rojava bi hinceta "ewlekariya sînor" hewl dide Kurdan bi 30 kîlometreyî ji sînor vegire, heman polîtîka di salên 1930'î de piştî komkujiya Seyfo li dijî Asûriyên hatin tehcîrkirin li Fransayê ferz kiribû.

Dewleta Tirk ku li ser qirkirina danheviyên madî û manewî yên gel û baweriyên Anatolî û Mezopotamyayê ava bû û bi qirkirina gelan mezin bû, vê polîtîka û kiryarên xwe yên qirkirinê niha jî li dijî Kurdan didomîne.

Di qonaxên hilweşîna Osmanî û avabûna Tirkiyeyê de Ermen, Asûr, Suryan, Keldan, Rûm, Êzidî, Çerkes û Ereb yek bi yek hatin qetilkirin û tehcîrkirin. Piştre jî pêvajoya qirkirina Kurdan û Elewiyan dest pê kir û sed sal in bi rêk û pêk didome.

Pêla qirkirinê ku Osmaniyan di dema beriya destpêkirina Şerê Dinyayê yê Yekemîn de li dijî Asûr, Suryan û Keldanan dest pê kir, niha li Rojava didome.

Dewleta Tirk ji bo Rojava dagir bike hewl dide Kurdan bi 30 kîlometreyî ber bi başûr ve ji sînor vegire. Ev polîtîka beriya sed salî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Asûran hatibû bikaranîn ku sirgûnî Sûriyeyê hatibûn kirin.

JI COLEMÊRGÊ BER BI TIL TEMIRÊ VE

Yek ji mexdûrên qirkeriya dewleta Tirk Bunyamîn Îşo Yûhanna ye. Malbata Yûhanna piştî komkujiya Seyfo ji Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê destpêkê ber bi Başûrê Kurdistanê û piştre jî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hate koçberkirin. Yûhanna anî ziman ku ew destpêkê li Serêkaniyê bi cih bûn, lê belê ji ber zextên dewleta Tirk ji aliyê Fransayê ve bi 30 kîlometreyî ji sînor hatin dûrxistin û ber bi Til Temirê ve hatin tehfdan.

HÊRSA DEWLETA TIRK BI DAWÎ NABE

Bunyamîn Îşo Yûhanna diyar kir ku heman polîtîka niha li Kurdan tê ferzkirin û destnîşan kir ku kîn û hêrsa dewleta Tirk a li dijî gelên herêmê ku qir kiriye bi dawî nabe û niha dixwaze tişta anî serê Asûran bîne serê Kurdan.

JI ALIYÊ OSMANIYAN VE HATIN SIRGÛNKIRIN

Yûhanna destnîşan kir ku piraniya Asûrên li Til Temirê ji aliyê Osmaniyan ve ji herêma Colemêrgê hatin sirgûnkirin û got, "Em ji Colemêrgê ne. Împaratoriya Osmanî ferman li me rakir û pêşiyên me jî koç kirin Iraqê. Piştre beşek ji me li Iraqê ma, beşek jî li Serêkaniyê bi cih bû."

 PÎLANA DEWLETA TIRK A JI 30 KÎLOMETREYÎ

Yûhanna diyar kir ku pêşiyên wan dema li Serêkaniyê bi cih bûn, dewleta Tirk hingî zext li Fransayê kir ku wê demê Fransa li Sûriyeyê serdest bû û jê re got ku ew qebûl nakin ku Asûr û Suryan li ser sînor be. Yûhanna got, "Dewleta Tirk diyar kir ku ew qebûl nake em li sînor bin. Zext li Fransayê kir ku 'em ê li dijî wan dest bi serhildanê bikin û sînor wê ne ewle be'. Fransayê jî ji me re ragihand ku nabe em li Serêkaniyê bimînin û em ji sînor vegirt bi 30 kîlometreyî derbasî qiraxa çemê Xabûrê kir ji Til Temirê heta Hesekê."

Yûhanna diyar kir ku 33 gundên Asûrî û Suryanan ên li herêmê piştî zextên dewleta Tirk li herêmê ava bûn û got, dewleta Tirk niha heman polîtîkayên li dijî Kurdan dimeşîne. Yûhanna got, "Dewleta Tirk zalime, sûcdare, dijminê gelan hemûyane." Yûhanna destnîşan kir, "Destpêkê yek ji me qetil kirin, piştre yekî din, piştre yekî din."

TIRKIYEYÊ DEVÊ BENDAVÊ VEKIRIBÛ

Yûhanna ku ji gundê Til Hurmuz ê li qiraxa çemê Xabûrê ye, êrişên DAÎŞ'ê yên li dijî gundên Asûriyan dît. Yûhanna destnîşan kir ku dewleta Tirk hevkarê DAÎŞ'ê ye û got, "Di şeva 23'ê Sibata 2015'an de dema êriş kirin, dewleta Tirk devê bendavê vekiribû. Piştî demeke dirêj av yekemcar ewqasî bilind bû. Armanca wan ew bû ku nehêle alîkarî bigihêje vê herêmê."

MIN GOT 'HETA KU YPG GUNDÊ MIN RIZGAR NEKE BI TI DEVERÊ VE NAÇIM'

Yûhanna piştî êrişên DAÎŞ'ê xwe li pişt darekê veşart û bi vî rengî rizgar bû. Qala wê demê dike: "Dema bû êvar min xwe kaş kir û xwe gihand hêzên YPG'ê. Ji min re gotin, em te bibin Hesekê. Min jî got na. Heta ku hûn gundê min rizgar bikin ez bi ti deverê ve naçim. Ez 3 mehan li gel YPG'ê mam. Bi wan re mam. Piştre gundê min rizgar kirin."

'WARÊ MIN EV DEVERE'

Yûhanna ragihand ku piştî êriş û komkujiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin kirin beşeke mezin a Asûr, Suryan, Keldan û Ermenên li herêmê koç kirin û xizmên wî jî bi israr jê xwestin ku koç bike, lê belê qebûl nekir û got, "Devereke ku ez biçim nîne, warê min ev devere. Min ji wan re wiha got û bi ti deverê ve neçûm."

'EM BI HEV RE DIKARIN LI DIJ RAWESTIN'

Bunyamîn Îşo Yûhanna destnîşan kir ku dewleta Tirk çawa Asûr, Suryan, Keldan û Ermen qetil kir niha dixwaze heman tiştî li Kurdan bike û got, "Binerin li Serêkaniyê çi kirin. Mal hemû şewitandin û hilweşandin. Tiştên mirovan ên li malên wan jî didizin û dibin Tirkiyeyê. Dewleta Tirk zalime, sûcdare. Divê dinya li dij raweste. Lê belê kes dengê xwe dernaxîne. Dema ku em qetil kirin jî kesî deng dernexistibûn. Eger em bi hev re tevbigerin hingî dikarin li dij rawestin."