'Çiqasî dijminatiyê li Kurdan bikin jî wê nikaribin bi ser bikevin'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû: Li dijî HDP'ê şerekî taybet ê berfireh tê meşandin. Karê vê dewletê şerê taybet ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Çiqasî dijminatiyê li Kurdan, demokrasiyê û HDP'ê bikin jî wê nikaribin encamê werbigirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Têkoşîna li dijî faşîzmê bêberdêl nabe.  Faşîzm li her cihî dixwaze bi tirsê bi rê ve bibe. Hêzên demokrasiyê dema ku bêtirs bi ser faşîzmê ve çûn, hingî wê faşîzm têk biçe. Faşîzma AKP-MHP'ê bêhêz e. Dema ku tifaqa demokrasiyê hate afirandin û têkoşîn hate geşkirin wê dawî li vê desthilatdariyê bê."

Karasû ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser êrişên li dijî HDP'ê.

Karasû diyar kir ku sedema bingehîn a êrişên li dijî HDP'ê, bername, xeta siyasî û têkoşîna wê ye û got, "Bêguman êrişên li ser HDP'ê ji êrişên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cuda nîne. HDP li Tirkiyeya ku hebûna Kurdan tê înkarkirin û Kurd tên qirkirin, dibêje ku Kurd hene û ev pirsgirêk jî bi naskirina hebûna Kurdan û mafên wan ên bingehîn çareser dibe. Vê yekê weke partiyeke marjînal nabêje. Weke partiyeke ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê hêzeke xwe ya girîng a civakî heye dibêje. Ev yek ji xwe bi tena serê xwe sedemeke êrişê ye."

Karasû bi bîr xist ku HDP dixwaze pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemûyan çareser bike û got, "Partiyeke ku dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike û dibêje, ku pirsgirêka Kurd jî di vê çarçoveyê de dikare çareser bibe. Ne tenê xwe dispêre Kurdan, her wiha bernameya xwe bi gelên Tirkiyeyê hemûyan daye qebûlkirin û civakê tevlî têkoşînê dike. Ev karaktera xwe dibe hedefa êrişê."

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku HDP'ê bi polîtîkaya xwe, stratejiya ku ji bo Tirkiye û Kurdistanê çareseriya herî rast biafirîne kir navenda siyaseta Tirkiyeyê û got, "Destnîşankirina stratejiyeke ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna bi vê yekê re datîne pêşiya xwe, pêwîstiya bingehîn a polîtîk a Tirkiyeyê ye. Lewma di demeke kurt de veguherî yekane partiya rastî ku bersivê dide pirsgirêkên Tirkiyeyê."

'ÇIQASÎ DIJMINATIYÊ LI KURDAN Û HDP'Ê BIKIN JÎ WÊ NIKARIBIN ENCAMÊ WERBIGIRIN'

Karasû destnîşan kir ku ev yek bû sedem ku paşverû, despot û faşîstên li Tirkiyeyê hemû bi ser HDP'ê ve biçin û got, "Xwegihandina hev a Kurdan û hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê, yekbûna têkoşîna wan, bû tirsa herî mezin a van hêzan. Polîtîkayên ku heta niha ji bo qirkirina Kurdan li eniya Tirkiyeyê piştevaniya polîtîkayên qirkirinê dikirin, hemû têk çûn. Ev yek ji aliyekî ve tê wateya têkçûna polîtîkayên qirkirinê û stratejiya ji bo vê armancê tê meşandin. Armanca bingehîn a êrişan bi vî rengî ye. Ji ber ku dema stratejî têk çû, hingî polîtîkaya danîne pêşiya xwe jî wê bi ser nekeve. Çiqasî dijminatiyê li Kurdan, li hêzên demokrasiyê û li HDP'ê bikin jî wê nikaribin encamê werbigirin. Stratejiya HDP'ê ya demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd, bivir li koka stratejiya van hêzan a dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê xistiye. Ji ber vê yekê bi çavsorî dijminatiyê li HDP'ê dikin û dixwazin bigirin. Ji bo polîtîkaya dijminatiya li demokrasiyê û li Kurdan bimeşînin, kampanyayeke bi vî rengî ya êrişê dimeşînin."

Karasû bi bîr xist ku AKP-MHP bi her awayî dijminatiyê li Kurdan dike û got, "Ev desthilatdarî hemû êrişên li dijî HDP'ê dimeşîne. Niha hewl didin bi gefa girtinê û girtina siyasetmedaran vê armanca xwe pêk bînin. Bi rêya her êrişê dixwazin HDP'ê ji xeta îdeolojîk-polîtîk dûr bixînin, li pêşiya stratejiya xwe ya qirkirina Kurdan astengiyê nehêlin. Nikarin girseya HDP'ê bihelînin. Ji wan heye ku eger ji xeta wê ya dûr bixînin, wê vê astengiya civakî ji pêşiya stratejiya xwe rakin. Ji ber ku bi milyonan mirovên piştgiriyê didin HDP'ê bi stratejiya siyasî ya HDP'ê polîtîk bûne; yanî hêzên şoreşger ên demokratîk ên gelê Kurd û hêzên demokraisyê yên li Tirkiyeyê gihîştine hev û têkoşîneke hevpar dimeşînin. Êriş ji bo wê yekê tê kirin ku ev xet xwe şaş bike. Ne êrişa fîzîkî lê belê êrişa îdeolojîk-polîtîk li gelek eniyan li dijî vê xetê tê meşandin."

OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got, "Heta ku qirkirina siyasî nebe, îradeya gelekî nayê şikandin, ji aliyê çandî û fîzîkî ve nayê qirkirin. Qirkirin destpêkê bi qirkirina siyasî dibe. 95 sal in ev yek tê meşandin. Berê bi darve dikirin, niha jî dixin zindanan. Tirkiye ji aliyê hejmara girtiyên siyasî ve li dinyayê di asta rekorê de ye. Li gorî nifûsa xwe niha li dinyayê herî zêde Kurd girtî ne. Di asta rekorê de li zindanan girtî tên hiştin.

Girtina vê demê şêweyekî cuda yê darvekirinê, kuştinên kiryar nediyar û polîtîkaya girtinê ye. Beriya bi salan AKP'iyan digotin; 'di dema xwe de em nakujin, tenê digirin. Qîma xwe bi vê bînin'. Niha jî bi rêya girtinê hewl didin ku xebatkarekî nehêlin û di pratîkê de HDP'ê bigirin. Ya rast HDP ji aliyê kesîtiya darazî ve hatiye girtin. Lê belê HDP partiyeke welê nîne ku li dora maseyê hatiye avakirin. Xwe dispêre serhildanên li Kurdistanê, şoreşa demokratîk û têkoşîna demokrasiyê ya 100 salî ya gelên Tirkiyeyê. Yanî partiyeke ku bi têkoşînê afiriye. Ji ber vê yekê zêdebûna êrişan nikare piştgiriya ji bo HDP'ê kêm bike.

Beşa herî mezin a şerê li dijî Kurdan tê meşandin, şerê taybet e, şerê psîkolojîk e. AKP bûye ew partî ku ev şer herî zêde mezin kiriye. Ji xwe ji ber vê yekê hêzên li kûrahiya dewletê piştgirî dane AKP'ê. Eger roleke şerê taybet a AKP'ê li dijî Kurdan nebûyan, ewqasî bi demdirêjî li ser desthilatdariyê nedima. Ji xwe Tayyîp Erdogan ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne, argûmana herî zêde bi kar tîne, dibêje; 'yê ku herî zêde Kurdan dikare mijûl bike, yê ku deng ji wan dikare werbigire û têkoşîna wan tasfiye bikim, ez im'."

'LI DIJÎ HDP'Ê ŞEREKÎ TAYBET Ê BERFIREH TÊ MEŞANDIN'

Karasû destnîşan kir, eşkere ye ku li dijî HDP'ê şerekî berfireh tê taybet tê meşandin û got, "Ji xwe heta ku ev şerê taybet neyê fêhmkirin nikarin têkoşîneke xurt a siyasî bimeşînin. Karê vê dewletê ew e ku li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şerê taybet bimeşîne. Em PKK, ji têkoşîna xwe ya 45-50 salî ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî bi vê yekê zanin. Li dijî vî gelî û vê tevgerê bi her awayî şerê taybet û psîkolojîk ê dewletê hatiye meşandin. Eger PKK serketî be, ji wê yekê tê ku şerê psîkolojîk û taybet ê vê dewletê baş fêhm kiriye û li ser vê bingehê têkoşîneke serketî dimeşîne."

'HEBÛNA HDP'Ê JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ Û MIROVAHIYÊ NIRXEKÎ MEZIN E'

Karasû anî ziman, ku HDP weke hêzeke demokratîk ji aliyê hêzên demokrasiyê hemûyan, ji aliyê wan ve jî tê şopandin û got, "Rê û rêbazê têkoşîna wan, biryara wan e. Em tenê di wê baweriyê de ne ku ew xwedî xeteke siyasî ya rast e. Heta ku xeteke wiha ya siyasî bi bandor nebe li Tirkiyeyê ne pirsgirêkên demokrasiyê çareser dibin, ne pirsgirêka Kurd ne jî pirsgirêkên din dikarin çareser bibin. Lewma hebûna vê xeta siyasî ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê nirxekî mezin e."

Karasû destnîşan kir ku meşa HDP'ê ya ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve, her wiha xeta wan a nexşerê ji bo kombûna gelan û hêzên demokrasiyê girîng e û got, "Hate dîtin ku HDP nikare bê tecrîdkirin. Derbeke mezin li polîtîkaya bitenê hiştina HDP'ê û şikandina îradeyê hatiye xistin."

Karasû diyar kir ku li ser bingeheke wiha ya dîrokî, gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê piştgirî dane vê meşê û got, "Karkeran, karmend, sendîka, saziyên civakî yên sivîl û hêzên demokratîk piştgirî dan. Ev piştgirî di heman demê de bû bersivek ji polîtîkaya faşîzma AKP-MHP'ê ya tenêhiştina HDP'ê. HDP bi meşrûiyeta xwe ya xurt û hêza xwe ya siyasî meşiya."

Karasû da xuyakirin ku tifaqa AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê lawaz bûye, bingeha wê lawaz bûye û got, "Ji mûxalefeteke biçûk jî ditirse. Ji çend tweetan jî ditirse. Her rexneyê, her mûxalefetê weke gefekê, weke xiyanetê dibîne. Rewş û refleksa her dîktatorên ku li ber tunebûnê ne niha li nava tifaqa AKP-MHP'ê tê dîtin. Desthilatdariyeke lawaz e. Hinekî têkoşîn bê meşanidn wê ji hev bikeve. Lê belê hêzên demokrasiyê li hev kom nabin û têkoşîneke bi bandor nameşînin. Di rewşeke wiha de meşa HDP'ê girîng bû."

'BI XURTKIRINA TIFAQ Û TÊKOŞÎNA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RE DAWIYA VÊ DESTHILATDARIYÊ NÊZ E'

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku Kurd niha hêza demokrasiyê ya herî dînamîk a li Tirkiyeyê ye û got, "Her kes vê qebûl dike. Ji xwe pêkhateya herî girîng a HDP'ê ye ku HDP veguheriye hêza herî girîng a siyasî ya têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Kurd baş zanin ku jiyana azad û demokratîk bi têkoşîn û tifaqa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê dibe. Lewma bi rengekî çalak tevlî têkoşîna demokrasiyê dibin û berdêlên pêwîst didin.

Têkoşîna li dijî faşîzmê bêberdêl nayê meşandin. Faşîzm li her cihî dixwaze bi tirsê bi rê ve bibe. Hêzên demokrasiyê dema ku bêtirs bi ser faşîzmê ve çûn, hingî wê faşîzm têk biçe. Faşîzma AKP-MHP'ê bêhêz e. Dema ku tifaqa demokrasiyê hate afirandin û têkoşîn hate geşkirin wê dawî li vê desthilatdariyê bê."