Çeteyên ji Xota û Dûmayê hatin derxistin li Efrînê tên bicihkirin

Ji bo komên çete yên ji Xota û Dûma hatin derxistin, AFAD'ê li Efrînê kampek çêkir. Ajansa Mezopotamyayê dîmenê kampa ji bo çeteyan hatiye çêkirin kişand.

Komên çete yên ji Xota û Dûmayê hatin derxistin anîn li Efrînê bi cih kirin. Ji bo çeteyan kampek li Efrînê hate çêkirin.

Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkaya xwe ya bêkurdhiştina Efrînê de gelek komên çete li herêmê bi cih dike. Çeteyên ji Xota, Dûma û Îdlibê hatin derxistin li Efrînê tên bicihkirin. Ji bo komên çete li nêzî gundê Dêr Balutê yê navbera Efrîn û Cindirêsê kampek hate çêkirin ku bi hezaran çete dikarin lê bi cih bibin.

Kamp ji aliyê AFAD'ê ve hate çêkirin. Destpêkê wê çeteyên OSO yên selefî û malbatên wan ên ji herêma Xota û Dûmayê hatin derxistin, hatin bicihkirin. Tê gotin ku wê ji bo çeteyan hin kampên din jî werin çêkirin. Ajansa Mezopotamyayê dîmenê kampa li nêzî Dêr Balûtê kişand. Ji wêneyan eşker dibe ku hê jî kon tên danîn û kamp temam nebûye.