Çeteyên êrîşî Şehbayê kirin derba giran xwarin: 16 mirî

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li ser herêma Şehbayê dewam dikin. Çeteyên duh bi şev êrîşî çeperên Hêzên Şoreşger kirin, derbeke giran xwarin.

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, şevê din saet di 01:00 de hewl dan bi dizî êrîşî çeperên Hêzên Şoreşger ên li Tilcican, Til Mediq, Um Hoş, Hirbil, Şêxisa bikin.

Hêzên Şoreşger ên bi vê êrîşê hesiyan, bersiv dan û şer derket. Şerê li vê derê heta ber destê sibehê dewam kir.

Di vî şerî de 16 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Komên çete yên derbeke giran xwarin, heta danê sibehê bi eçkên giran herêma Şehbayê topbaran kirin. Êrîş û topbaran dewam dike.