Çeteyê hatî girtin li xwe mikûr hat: Va ye plana ‘Çiqilê Zeytûnê’

Çeteyê DAIŞ’ê Ebdo Ehmet Îsmaîl ê di êrîşa dagirkeriya ya li ser Efrînê de hatibû girtin, li xwe mikûr hat ku dewleta Tirk ji bo wan gotine: “Wê bi girtina Efrînê re herêma Ezaz, Cerablûs û Babê li gel Îdlîbê bikin yek û bi Tirkiyeyê ve bidin girêdan."

Li xwe mikûrhatinên endamê çete yê ku di şerê li gel şervanên YPG’ê û YPJ’ê de bibirîdarî hate girtin, carekî din diyar bû ku armanca êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê çiye. Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Abdo Ehmed yê di êrîşa li ser Efrînê de bibirîndarî hate girtin ji ANF’ê re axivî û dewleta Tirk ji bo wan ev tişt gotine: ““Wê bi girtina Efrînê re herêma Ezaz, Cerablûs û Babê li gel Îdlîbê bikin yek û bi Tirkiyeyê ve bidin girêdan.”

JI HEMA HETA ÎDLÎB, JI ÎDLÎBÊ JÎ HETA EFRÎNÊ

Îsmaîl ê 21 salî ku ji gundê Latamnê yê Hama yê ye, diyar kir ku ji ber tirsa bê rejîm wê bibin leşkeriyê bavê wî rêdike Îdlîbê li gel kalikê wî û li vir jî bi rêya zarokên apê xwe tevlî koma Ceyşul Ezê dibe. Pişt 4 salên ku li nava koma Ceyşul Ezê li başûrê Îdlîbê li gel hêzên rejîma Sûriye şer kirin û şûnde, piştî salekê derbasî herêma Şehbayê bûye û li vir jî tevlî goma El Nuxbe ya ku dewleta Tirk avakirî dibe.

MEHÊ 100 DOLA 

Çete Ebdo Ehmet Îsmaîl anî ziman ku dewleta Tirk bi taybet bi koma El Nuxbe re eleqedar dibû û hemû desteka wan ji aliyê Tirkiye ve tê pêşwazîkirin, diyar kir ku mehê 45 hezar lîreyê Sûrî anko (nêzî 100 dolar) meaş digirin. Ehemd bibîr xist ku dema ku çûn herêma  Cerablûs, Ezaz û Babê li wê herêmê ti çeteyên DAIŞ’ê tine bûn, anî ziman ku dema hatin herêma Efrînê û şûnde ji bo şer bikin cara yekem e tê Efrînê.

‘BI DEWELTA TIRK RE NAVBERA ME PIR BAŞ E’

Çete Îsmaîl destnîşan kir ku dewleta Tirk endamên koma El Nuxbe jig elek deverên cuda dane hev û pêk aniye.  Çeteyê DAIŞ’ê Ebdo Ehmed Îsmaîl got: “Li herêmên Hama, Heleb, Îdlîb û Hûmûsê gelek kes hene. Yanî xwedî çêkerekî tevlîhev e. Navbera Tirkan û komê pir baş e. Li gundê Hewar Kîlîs civînên me pêk dihatin. Me çi bixwesta pêk tanîn. Nimûne rayedarên Tirk dihatin nûqteyên em lê diman bi xwe lêgerîn dikirin.”

TEŞWÎQA BI TALAN Û DIZIYÊ

Îsmaîl diyar kir ku, dema wan a meaş dihat rayedarekî wan ê bi navê Ebû Amma diçû Tirkiyeyê û dema ev kes vedigeriya, wan meaşê xwe distend. Îsmîl diyar kir ku dema êrîşên li ser Efrînê hate destpêkirin wî xwestiye tevlê bibe û got: “Piyekî min kin, ê din jî dirêj e. Min got bi vî awayî ez nikarim şer bikim. Lê rayedarê me got, ‘Divê tu biçî. Dema te ya zewacê hatiye, dema tu biçî wê derê tu yê gelekî sûdê bibîn.’ Mebesta wan ji sûdê jî talan e.”

JI GUNDÊ HAWAR KÎLÎSÊ DEST BI DAGIRKERIYÊ KIRIN

Îsmaîl diyar kir ku ji bo tevlî tevgera dagirkeriyê bibe ji baregeha nêzî Babê derketine û çûne gundê Hawar Kîlîsê. Îsmaîl diyar kir ku ji wan re hatiye gotin, ew ê herin Cindirêsê lê ew nebirine Cindirêsê û got:“Nayê bîra min, em birine ku derê. Bi şev em çû ser girekî, sibeh saet di 04’an de em ketin gundekî.  Lê nayê bîra min ku der bû. Piştre şer çêbû, ez ji destê xwe birîndar bûm. Dema ez hatim ser hişê xwe kes ne li ba min bû, piştre du hevalên we hatin û ez anîm nexweşxaneyê.’ Îsmaîl diyar ku,destê wî li ber jêkirinê bû lê hatiye tedawîkirin û tu mudaxeleyek xerab lê nehatiye kirin.

‘EV DER WÊ BIBE YA DEWLETA TIRKIYEYÊ’

Dema me pirsa ‘Dewleta Tirkiyeyê dema hûn şand şer, soza çi da we yan jî fermandarên we têkildarî vî şerî ji we re digot çi?’ ji çeteyê bi navê Ebdo Ehmed Îsmaîl kir jî wî got, “Dewleta Tirkiyeyê ji me xwest ku em ji vê derê heta Daret Îzeyê rê vekin. Digotin bi stendina Efrînê re, em ê Cerablûs-Ezaz-Bab û Îdlîbê bikin yek. Ev der wê di bin kontola me de bûya û heke me bixwesta di demên pêş de dibe ku bi Tirkiyeyê bihata girêdan.”