Çeteya li Elmanyayê ji aliyê Erdogan ve hatiye avakirin!

Bi belgeyan îspat bû ku "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) çeteya çekdar a rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye. Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ku fînansorê vê çeteyê ye, derket holê ku ferman daye çeteyê ku li dijî Kurdan çalakiyên çekdarî bike.

Çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî), ku sala 2014'an bi navê klûba boksê xwe bi rêxistin kir, ev demeke di rojeva Elmanya de ye. Çeteya ku bi qaçaxçitiya çekan, bazirganiya mirovan, narkotîkê û êrîşên li dijî Kurdan balê dikişîne ser xwe, bi lez mezin dibe û hejmara endam û komeleyên xwe zêde dike.

Derket holê ku li pişt vê mezinbûnê, desthilatdariya Erdogan heye. rojnameya "Stûttgarter Nachrîchten" a li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê tê weşandin û televîzyona ZDF, di bernameya xwe ya bi navê "Frontal 21" de li ser vê çeteyê hin belge û agahî weşandin. Li gorî van belgeyan, ev çete çeteyeke rejîma Erdogan e ku bi wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ve girêdayî ye.

Kulunk ku kesekî nêzî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e, derket holê ku fînansorê "Osmanen Germanîa" ye. Li gorî vê yekê, yekîneyên ewlekariyê yên Elman tespît kirine ku Kulunk gelek caran pere ji lîderên çeteyê re şandiye ji bo ku karibe çekan pê bikire.

Hat ragihandin ku bi daxwaza wekîlê AKP'yî Kulunk, çeteyê gelek caran debance û çekên otomatîk kirî ye û Kulunk dema bi telefonê bi lîderê çeteyê re axiviye fermana "Li dijî Kurdan çalakiyên çekdarî bikin" daye çeteyê. Hat gotin, Kulunk ji endamên çeteyê xwestiye ku êrîşî Kurdên li Elmanyayê bikin û dîmenê êrîşê biweşînin. Her wiha xwestiye ku çavê mûxalîfên Erdogan bitirsînin.

KULUNK PIRA DI NAVBERA ÇETEYÊ Û RDOGAN DE YE!

Kulunk jî tenê pira navbera Erdogan û vê çeteyê ye. Di axaftina telefonê de ku hêzên ewlekariyê yên Elman tespît kirin, Metîn Kulunk fermanên ku dide çeteyê yekser ji Erdogan digire.

Mînak; roja 2'ê Hezîrana 2016'an li Meclîsa Federal beriya ku pêşnûmeya li ser Qirkirina Ermeniyan pêşkêşî dengdanê were kirin, Erdogan bi rêya telefonê li Kulunk digere û ji bo xwepêşandanên li Elmanyayê werin lidarxistin fermanê dide. Ev axaftina bi telefonê roja 1'ê Hezîrana 2016'an saet di 22:21 d etê kirin. Erdogan ji Kulunk dixwaze ku li dijî pêşnûmeyê bikeve nava liv û tevgerê.

Ji xwe dema li Meclîsa Federal pêşnûme dihate nirxandin, li Berlînê xwepêşandan hatin kirin û serkêşê van xwepêşandanan jî "Osmanen Germanîa" bû. Kulunk her wiha bi rêya serokê berê yê rêxistina UETD a Mannheîmê Yilmaz Îlkay Arîn, ji çeteyê dixwaze ku moderatorê televîzyona ZDF  Jan Bohmermann ê ku helbestek li ser Erdogan weşand, ceza bike.

Di axaftineke din a telefonê de Yilmaz Îlkay Arîn dixwaze ku Tirkên li Elmanyayê rahêjin çekê. Yilmaz Îlkay Arîn di axaftinê de dibêje, ew xwedî çekên "paqij" û cebilxaneyekê ne.

LI GORÎ ÎSTÎXBARATÊ, MEYLA VÊ ÇETEYÊ LI SER ŞÎDETÊ YE

Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta NRW Bûrkhard Freîer der barê mijarê de ji televîzyona ZDF re axivî û destnîşan kir ku çeteya Tirk Osmanen Germanîa rêxistineke paramîlîter e û meyla xwe li ser şîdetê ye.

Freîer bi bîr xist ku Osmanen Germanî xwe weke "klûba boksê" bi nav dike û got, "Osmanen Germanîa ji ber ku weke wezîfedarên ewlekariyê tevdigerin, çekê bi xwe re digerîne, sûcên şîdetê dike û bi komên din re şer dike, li gorî me ew komeke paramîlîter e."

Rayedarê îstîxbaratê da xuyakirin ku Osmanen Germanîa ji aliyê siyasî ve xwedî nêrîna neteweperest a dewleta Tirk e û got, "Osmanen Germanîa tevlî çalakiyên hikumeta Tirk dibe; di van çalakiyan de bi karê ewlekariyê radibe. Mînak, weke ewlekarê UETD a nêzî dewleta Tirk tê naskirin, cih digire."

Freîer diyar kir ku Osmanen Germanîa bi rayedarên ewlekariyê yên Tirk re dixebite û wiha dewam kir: "Agahî hene ku nûnerên delweta Tirk bi serokên Osmanen Germanîa Mehmet Bagci û Selçûk Şahîn re hevdîtin kirine. Mînak; ji bo dewleta Tirk û Tirkên li derveyî welat dijîn bikin yek, Parlamenterê AKP'ê Metîn Kulunk û Şêwirmendê Serokkomar Îlnûr Çevîk bi endamên Osmanen Germanîa re rûniştin. Ev yek jî nîşan dide ku hikumeta Tirk armanca Osmanen Germanîa erê dike."

Freîer anî ziman ku hikumeta Tirk PKK, DHKP-C û Tevgera Gulen weke rêxistinên "terorîst" bi nav dike û got, "Li gorî hikumeta Tirk, rêxistin û saziyên li derveyî welat piştgiriyê didin van tevgeran 'piştevanên rêxistina terorê' ne."

Ji bo pirsa "Çima Osmanen Germanîa we aciz dike?" Freîer ev bersiv da: "Ji ber ku Osmanen Germanîa xwedî şîdeta rêxistineke paramîlîter e û hewl dide bandorê li ser civaka Tirk a li vir bike. Ji ber ku li hemberî rêxistinên Kurdan û mûxalîfan tevdigere, bandorê li ewlekariya navxweyî dike."

KULUNK JI XWE MIKUR HATIBÛ!

ANF'ê ji xwe meha Tebaxê axaftineke Parlamenterê AKP'yî yê Stenbolê Metîn Kulunk weşandibû ku Kulunk di vê axaftina xwe de li mikur hatibû bê bi çi rengî mûxalîfên AKP û Erdogan ên li Ewropayê ji aliyê dewleta Tirk ve tê şopandin.

Saziya Swîsreyê ya Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD) ku rêxistinbûna AKP'ê ya li Ewropayê ye, Cotmeha 2016'an li Hoss Hotel a li bajarê Wînterthoûr ê Swîsreyê çalakiyek lidar xistibû û Parlamenterê AKP'yî yê Stenbolê Metîn Kulunk jî tevlî vê çalakiyê bû bû. Kulunk li vir axivî bû û li xwe mikur hatibû bê mûxalîfên Tirkiyeî yên li Ewropayê çawa dibin hedefa dewleta Tirk.

Kulunk wiha digot: "Endamên van rêxistinan birevin ku derê jî ev dewlet wê wan bişopîne. Ev yek naşibe nivîsandina li rûpelên Facebookê. Eger mêr bin bila bên Tirkiyeyê û li wir binivîsînin. Wê li vir rûnên û li dijî Tirkiyeyê binivîsînin. Gelo ji wan heye ku nayên şopandin. Meraqan nekin, hemû jî tên şopandin. Wezîfeyeke dewletê ye; dev ji kesên xiyanet li dewleta xwe kiriye, bernade. Ev yek nîşaneya mezinahiya wê dewletê ye.

Tu yê li Basel,li Zurîch, li Wînterthoûrê li dijî Tirkiyeyê binivîsîne, civînan li dar bixe û Tirkiye jî wê te neşopîne. Na lo."

LÎDERÊN ÇETEYÊ REVIYAN TIRKIYEYÊ!

Par polîsên Elman ji ber sedema "Li dijî Kurdan û mûxalîfan tevî îstîxbarata Tirk plana çalakiyên protokatîf kiriye, narkotîk û çek dane hev" operasyonek kiribûn.

Di encama van operasyonan de gelek madeyên narkotîkê û çek hatibûn bidestxistin û gelek kes hatibûn binçavkirin.

Kovara Spîegel jî par ragihandibû ku bi ferman Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, sîxurên Tirk hewl dane li ser vê çeteyê bibe xwedî bandor. Meha Gulanê jî, serkêşên çeteya "Osmanen Germanîa" yên li Elmanyayê li wan dihate gerîn, derketibû holê ku reviyane Tirkiyeyê.

Her wiha wê wextê wêneyê serçeteyan bi rayedarên Tirk re derketibû holê. Di wêneyan de dihat dîtin ku lîderê çeteyê Selçûk Can Şahîn jî di nav de koma çete li meqama Serşêwirmendê Serokkomarê Tirk Îlnûr Çevîk serdana wî kirine. Di dema serdanê de Çevîk tîşortê bi logoa vê çeteyê li xwe kiriye.