Çavên ku bi hêviyê dibiriqî: Serdem Reşît

Xwezî zimanê dilê hevrêtiyê hebûya ku karîbûya qala te kiribûya. Xwezî çîrokbêjek bûma ku karîbûma ji çavên zarokên Kurdistanî re qala te bikira.

Min gelek şervanên azadiyê nas kir, ên ku ber bi rojê ve dimeşiyan, ji rojê bawer dikirin û bawerî û germaniya dilan hîs dikirin.

Kurdistanîbûn û heskirina parastina Kurdistanê, hê di temenê biçûk de nîşandana wêrekiya ji bo parastina Kurdistanê çiqasî li rûyê kenê rûesmer dihat. Yek ji van rûkenên esmerî jî Serdem bû ku hê di temenê biçûk de berpirsyariyên serdemê dabû ser bedena xwe ya biçûk û ketibû ser rêya azadî û heqîqetê.

Bûna hevrê; dem hat ji çeperekê xwe bavêjî û bi gotina; ‘Bila tiştek bi wî neyê, li min bê’ dem hat rastiyê nîşan bide û wî/ê pîroz bike, dem jî hat nirxê ku maf dike lê bide hîskirin û ji bo nivîsandina wê jî gelek hîs û bûyerên bên jiyîn ku terîfa wêke jiyîn e, navê herî xweşik ê bûna hevrêtî.. erê rewşa herî xweş a jiyînê PKK bûn e.

Serdem (Mûhammed Yildiz) di sala 1996’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê tê dinê. Li nava malbateke welatparêz tê dinê, bi çîrokên gundên hatine şewitandin, qetilkirina mirovan û serpêhatiyên şervanên azadiyê yên li dijî zilmê rawestiyayîn mezin dibe. Hevrê Serdem ji bo tolhilîna ji polîtîkayên înkar-îmha û asîmlasyonê û dîsa gundên hatine şewitandin hê di temenê biçûk de tevlî refên gerîla dibe.

Sala 2011’an dibe yek ji gerîlayê ku di şiverêyên ku Fermandar Egîd bi kelecan guleya yekem teqandî, ji xeyalên zarokatiyê derbas dibe û dibe yek ji şervanên çiya. Xaka ku bûne qelayên berxwedanê, bi kelecana ji evîniyeke welat a mezin û kûr xwe ji nû ve avakirin, himbêzkirina heqîqetê, çiya bi çiya, şiverê bi şiverê, dikeve nava lêgerînan. Heskirin û girêdana wî ya bi Fermandar Reşîd Serdar re wî dike Serdem Reşîd.

Sekna wî ya bi bawer, girêdana wî ya bi Rêbertî û welatê wî, dilnizmî û çavên wî yên hêvî dida her demê hestên herî bi qedir û qîmet ên hevrêtiyê, carekî din nîşanî me da ku hevrêyekî ku qedir bi mirov dida hîskirin bû. Hevrê Serdar ê bû yek ji hevrêyên Fermandar Reşîd ê digot; ‘Eger gerîla û gel bibe yek siha dijmin jî li van qadan namîne’, her demê ev gotin ji bo xwe kir mînak bi girêdayîbûna Fermandar Reşît jiyan ji bo xwe esas girt. Ji bo bûna şervanekî azadiyê yê fedayî ya bi ruhê PKK’ê bûnê tevahî jiyana xwe ev ser xist. Dîsa bi girêdanbûna wî ya bi Rêber Apo re, kir ku bibe milîtanekî hemû xebatên bike, bi serketî encam bike.

Kenîn çiqasî li rûyê mirovek bi kene tê, gelo ma ewqas heskirin û nirxdayîna mirovekî dide hîskirin? Hevrê Serdam ev dida hîskirin, di rêxistinkirina jiyanê de û ji fermandarên xwe yên pê re jiyayî wiha fêr bibû ku wateyê bide wateya hevrêyê xwe.

Hevrê Serdem 31’ê Tîrmeha 2019’an di êrîşeke esmanî ya dewleta Tirk a faşîst de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel hevrêyeke xwe dibin stêrên li esmanan.

Xwezî zimanê dilê hevrêtiyê hebûya ku karîbûya qala te kiribûya. Xwezî çîrokbêjek bûma ku karîbûma ji çavên zarokên Kurdistanî re qala te bikira.

Nasnav: Serdem Reşît
Nav û Paşnav: Muhammed Yildiz
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê-Bav: Binevş – Bişar
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gare/ 31’ê Tîrmeha 2019