Çalakiyên 'Werin Cenga Azadiyê' yên ciwanan

Ciwanan di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li bajarê Bordeauxê mîtîng, li Marsîlyayê çalakiya bi meşale û li Londonê çalakiyên bi afîşan li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li bajarên Bordeaux û Marsîlya yên Fransayê û li paytexta Îngilistan Londonê çalakî li dar xistin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê endamên TCŞ û TÊKO-JIN danê êvarê li hev civiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin.

Ciwanan tevî wêneyên Abdullah Ocalan her wiha alên PKK û KCK'ê hildan û daxuyaniyek dan.

Ciwanan di daxuyaniyê de ragihandin ku ew di meşandina têkoşînê de bi biryar in û bang li ciwanan kir ku li dijî êrişên li ser gelê Kurd dakevin qadan.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "A bas le Regime fachiste a Turquie" bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanan li ser avahiyeke bilind bi meşaleyan çalakî kirin.

Ciwanan posterekî mezin ê Abdullah Ocalan û ala PKK'ê bi avahiyê ve kirin û piştre meşale vêxistin. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

LONDON

Li paytexta Îngilistan Londonê jî ciwanan li navenda bajêr afîş daliqandin û bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi çekên kîmyewî dike.

Ciwanan afîş li ketina avahiya Lockheet Martin daliqandin ku jetan difiroşe Tirkiyeyê. Heman afîş li stasyonên trenê jî hatin daliqandin.