Çalakiyên nû yên DGH û DGK’ê 

Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Şoreşger (DGK) diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya DGH-DGK’yê de hat gotin ku, “Ji bo her bombeyeke ku diavêjin Efrînê em ê Tirkiyeyê bişewitînin. Her bihosteke axa Efrînê ji bo me pîroz e.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Bila tu kes nebêje ku Efrîn bi tenê ye. Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger her dem amade ne ku ji bo Efrînê bibin fedaî.”

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev tişt hatin gotin:

EDENE

"Di 20’ê Tîrmeha 2017’an de li Yuregira Edeneyê li sîteya mobîlyavanan, fabrîqeyeke mobilyayan a ku bi dewleta faşîst a AKP’ê re tevdigerin, ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şiyar Amed bi molotofan hate şewitandin. Piştî şewatê fabrîqe bûye ku êdî careke din nikare were bikaranîn. Ev çalakî hişyariyek e ji bo hemû kesên ku bi dewleta faşîst a AKP-MHP’ê tevdigerin.

AMED

Li Amedê wesayîta Serokê Navçeya Baglarê ya AKP’ê hate şewitandin. Ev çalakî ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Harûn Welat hatiye kirin. Ev çalakî hişyariyek e ji bo hemû kesên ku bi dewleta faşîst a AKP-MHP’ê tevdigerin û li Sûrê dixwazin çand û dîroka me tune bikin. Ji niha şûnde li dijî ranta li ser gelê me wê bersiva me tund be. Êdî wê hemû kes û cihên ku xizmeta mêtingeriyê dikin, bibin hedefa me."

DGH’ê diyar kir ku di 18’ê Tîrmehê de di heman demê de bi bombeyên deng êrîşî qereqola polîsan a Şehîtlîkê ya Amedê, A101 û marketekê kirine ya ku xizmetî AKP’ê dike. DGH’ê di daxuyaniyê de got ku, "Ev çalakî ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Jiyan Şengal hatiye kirin. Di çalakiyan de market bûye ku êdî nikare were xebitandin û di êrîşa qereqolê de jî 3 çeteyên AKP’ê birîndar bûne. Divê çeteyên AKP’ê bizanibin ku em ê hesabê her tiştî ji wan bipirsin. Êdî wê werin asteke wisa ku nikaribin tevbigerin û ji vê axê biteqizin biçin. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin. Li ser vî esasî em hemû jin û ciwanên Kurdistanê li hemberî vê faşîzmê vedixwînin çalakiyan."