'Çalakiyên fedayî li pêşiya komployê bûn mertal'

Ji fermandarên gerîla şehîd Delal Amed, di nirxandineke xwe ya beriya şehadetê de li ser komploya navneteweyî gotibû, "Li dijî komployê divê biryara têkoşînê xurt be."

Hin demên dîrokî hene ku divê dil û mejî bibe agirekî geş da ku bi destê neyaran tine nebe. Di rastiyê de dîrok; bi mirovên ku xwe bi her awayî ji bo hebûna gelekî feda dikin re dibe heqîqet, naxwe rastiya hebûnê ne di gotinên dijminahî de ye, rastî çalakiyên ku hebûna nû diafrîne. Yên ku digihîjin vê heqîqetê jî mirovên wêrek ên têkoşîna azadiyê ne. Fermandara HPG û YJA Starê Şehîd Delal Amed rûyê dîrokê ya herî rast di nirxandinên xwe yên derbarê komploya navdewletî de anî bû ser ziman  û wiha gotibû "Bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bersiva komployê di demê xwe de hate dayin."

Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG û YJA Starê şehîd Delal Amed beriya şehadeta xwe li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî komployê ev nirxandin kiribû:

'ÊDÎ KURD WEKE AKTOREKÎ DERKETIBÛN HOLÊ'

"Sala 1998'an bîrdoziya rizgariya jinê weke bersivekê ji bo çalakiya hevala Sema derkete holê û bi şehadetên rû da, saleke girîng derbas bû. Komplo êdî yekser Serokatî esas digirt. Serokatî ji hêlekê ve dixwest amadekariya kongreya 6’emîn bike, ji ber ku her sal dixwaze gavên encamgir biavêje, lê belê heta Kongreya 5’emîn dewlet jî ji vê yekê re ne amade ye. Êdî hêzên navneteweyî ji bo dest li Rojhilata Navîn werdin, dixwestin zemînên xwe berfireh bikin. Êdî Kurd weke aktorekî derketibûn holê, ji ber wê li ser Kurdan jî di destwerdana li Rojhilata Navîn de siyasetek dihate meşandin. Wek hêzên demokratîk tevgera me û Serokatî li pêşiya êrîşên KDP-YNK ên hêzên serdest û xetên hevkariyê disekinî, lewma Serokatî dibe hedefa êrîşan. Ev biryareke navneteweyî bû ku dest li Rojhilata Navîn bê werdan. Serokatî di nirxandinên xwe de yên dawî jî wiha dibêje; 'Niha şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime û ev şer jî bi mudaxeleya li min dest pê kir'. Piştre jî sala 2001'ê mudaxeleya li Efganîstanê, sala 2003'an jî mudaxeleya li Iraqê bû. Ev pêvajo bi komploya navneteweyî re dest pê kir.

Di hin nameyên heval Sema de ji bo wê pêvajoyê bal hatiye kişandin. Heval Sema dixwaze balê bikşîne êrîşên li hember Serokatî û di gelek aliyan de jî hişyariyan dike. Di heman demê de  hin nîşaneyên din jî hebûn. Serokatî di her dema têkoşînê de gelekî girîngî dida xebatên jinê, lê belê dijmin jî bi vê zanebûnê xeta hevkariyê bi kar dianî û herî zêde êrîşî xeta jinê dikir. Bala xwe bidin; bi taybetî Serokatî di nirxandinên sala 1998'an de her tim dibêje; 'Kî/ê çi dibêje bila bêje ez ê karê xwe yê derbarê jinan de bidomînim'. Ji ber ku di asteke mezin de êrîş dihate kirin. Di wir de Serokatî got; 'Dibe ku hedef ez xuya dikim, lê belê di rastiyê de armanca wan xebatên min ên esasî ne, xebatên jin e'.

'PÊŞDÎTINÊN SEROKATÎ, KOMPLO EŞKERE KIR'

Li Tirkiyeyê kesên ku stratejiyê diyar dikin û di nava îstîxbarêtê de dixebitin hene, yek ji wan jî Şukru Elekdag e. Serokatî rojekê hat, nivîseke wî bi me re parve kir û got; 'Ev zilam dixwaze çi bêje'. Di nivîsê de dibêje; 'Gelo Apo ji Suriyeyê derdikeve?' Serokatî digot; 'Tê wê wateyê ku amadekariyeke wiha ye, dixwazin me ji Suriyeyê derbixin'. Hin kesên tasfiyekar wiha gotibûn; 'Hûn biçin ku derê, bixwazin eyaletekê jî tesfiye bikin lê belê heta ku Apo hebe wê her amade bike û cihê wan dagire. Ji ber wê bi vî awayî hûn nikarin PKK’ê tine bikin. Eger hûn dixwazin tine bikin divê hûn yekser Apo tesfiye bikin'. Şukru Elekdag jî li ser vegotina wan kesan, wiha digot; 'Ew bi xwe jî ji tevgera Kurdan e, lê dibêjin yek keleha berxwedanê heye ew jî Apo ye, divê Apo were hedef kirin'. Her wiha ji bo rewşa Rojhilata Navîn jî wiha digot; 'Eger hûn dixwazin dest li Rojhilata Navîn werdin, pergaleke nû ava bikin, divê astengiyên Apo ji holê rakin'. Bi vî awayî yekser hedef nîşan dida.

Sala 1998'an 1'ê Îlonê Serokatî agirbest ragihand. Ji xwe wê demê nîşaneya komployê hebû, ji ber wê Serokatî digot; 'Wê rewş hîn zelaltir bibe, an di nava leyîstokeke pir mezin de ne, an jî derfeteke pir biçûk jî ji bo çareseriya siyasî hebe em ê bi kar bînin û derketinekê çêbikin'. Tevî wê Serokatî xebatên xwe dewam dikir lê dilê wî jî nerehet bû, carna xewnê şevan nediket çavên wî. Pêvajoyeke wiha bû heta carekê Suriyeyê agahiyek şand û got; 'Dernekeve derve', ji ber wê Serokatî her li hundir ma. Carekê Serokatî hat û got; 'Min xewnek dîtiye û şîrove bikin'. Bexçeyên me pir mezin bû, lê di xewnê de dibîne; 'Bexçe hîn mezintir bû, li dawiya bexçe weke holikeke biçûk hebû, lê hindek cuda bû. ji ber ku dibiriqî tu dibêjî qey yek gazî min dikir û ez diçûm. Lê min nêrî kes bi min re nedihat, min digot hûn çima nayên lê dîsa kes nedihat. Min berdewam dikir, dema ku nêzîk bûm deriyê xaniyê ser min de dihat girtin, lingê min tenê mabû ber derî lê piştre ew jî diket hûndir û derî li ser min de dihat girtin'. Wê demê ji xwe nîşaneyên komployê jî hebû, hin welatên din Serokatî vexwandin da ku Serok biçe gel wan. Wê demê Yewnanîstanê, Rûsyayê Serokatî vexwendibûn. Serok ji ber wê digot; 'Gelo ew pergala Ewropayê ango kapîtalîzm me dikşîne'. Lê bi rastî pêşdîtinên Serokatî pir xurt bûn. Sala 1980 dema 12’ê Îlonê jî Serokatî heman xewnê dibîne û ji hevalan re wiha dibêje; 'Gelek leşker hene û kum li serê wan e. Hin generalên Tirkan jî heye her li pey min in, ez her dibezim û her dibezim. Dixwazim xwe bigihînin cihekî ewle'. Xuyaye ku hîs û pêşdîtinên Serok xurt in û xeteriyên heyî vedibêjin. 

'SEROKATÎ EWLEHIYA GERÎLA JI BO GIHÎŞTINA ARMANCÊN XWE GIRÎNG DÎT'

9’ê Cotmehê komployê dest pê kir. Pir nîqaş dihatin kirin. Serokatî digot; 'Eger em biçin welat wê pir êrîş çêbibe, dibe ku gerîla jî tesfiye bibe. Çi dibe bila bibe divê gerîla daîmî be, divê em ewlehiyekê çêbikin'. Ji ber wê hewl dida ku Kongreya 6’emîn çê bike, rêveberiyê nû bike û tevgerê bigihîne ewlehiyê. Di nava tevgerê de jî ji ber vê gelek nîqaş hebûn. Herî dawî 5’ê Îlonê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Atîlla Ateş li Hatayê daxuyanî da û wiha got; 'Eger Apo dernekeve em ê li hember Sûriyeyê dest bi şer bikin'. Serokatî jî got; 'Sûriyeyê heta niha hevalbendî li me kir, ji ber wê divê em êdî derbikevin'. Li rojhilata Navîn her tişt li gorî hevsengiyan e. Di nava dewletên Rojhilatî de nakokiyên dijwar hene, Sûriye û Tirkiye jî bi vî awayî bû. Hêza Sûriyeyê ne di wê astê de bû ku li hember Tirkiyeyê şer bike, lê mayîna Serokatî li Sûriyeyê jî li hember Tirkiyê didan bikaranîn. Eger berjewendiyên wan nebûna bêguman ewqas sal cih nedidan me. Sûriye mûxtacî wê yekê bû, me jî ji bo pêşketina tevgerê dişixuland, bêguman polîtîka bi vî awayî ye. Lê Serokatî tenê bi vê re sînordar nehişt têkîliyên xwe, dixwest hevalbendiyekî xurt pêk bîne. Wê demê Tirkan li hember Sûriyeyê şerekî mezin dabûn berçav, ji ber wê Serokatî derketina Sûriyeyê da berçav. Wê demê li derveyî welat li Rûsya û Yewnanîstanê hevalên me ên xebatkar hebûn, ji ber wê li Rûsyayê biryar hate girtin. Dûvre parlamenterên Yewnanîstanê hatin bi Serokatî re rûniştin û di wê hevdîtinê de Serokatî vexwendin. Tevahiya îxtimalên heyî hatin nirxandin. Herî dawî Yewnanîstan hate hilbijartin. Bêguman dewleta Sûriyeyê jî di nav de bû. Wê demê Yewnanîstanê bi xwe digot; 'Em ê werin bi balafirê bigrin'. Sûriyeyê wê demê ji Serokatî re got; 'Bi balafirê neçe'. Ev yek jî eşkere nîşan dida ku bi rêyên veşartî re leyîstokek hatibû amadekirin. Armanca wan ew bû ku roja destpêkê dema ku Serokatî derketiba tiştekî lê bikirana, lê belê balkêşe wê demê Sûriyeyê nehişt û peşiya vê yekê girtin. Ev jî dida xuyakirin ku di salên dirêj de bi xebatên Serokatî re hevalbendiyek çêbûbû ji ber wê ne dixwestin yekser li ser axa wan êrîşekî çê bibe. Serokatî ji bo destpêkirina pêvajoya komployê wiha dibêjê; 'Dema ajokar em dibirin bi her awayî xwe direngî dixist, dibe ku hîn li balafirgehê tiştek kiribana'. Di komploya navnetewyeî de 36 dewletan cihê xwe girtibûn. Hatina welat wek tercîhekê bû, lê belê Serokatî vê yekê neda berçav ji bo ku gerîla hebûna xwe biparêze. Ne ji ber vê bûya hilbijartina Serok a yekem welat bû. Serokatî di legerîna guhertina stratejiya tekoşînê de bû. Dema 9’ê Cotmehê ji Sûriyeyê derket piştî sê rojan li Rûsyayê Serokatî wiha got; 'Em ji Enqereyê derketinbûn partî, dema em ber bi Rojhilata Navîn ve çûn em bûn artêş, niha ber bi dinyayê em diçin wê çaxê em ê bibin dewlet'. Bêguman di wataya çareserkirina pirsgirêkê de wiha digot. Di esas de Serokatî bi vebûna dinyayê re çareseriyeke mayînde dikir armanc. Me bi pergala serdestiyê re şer dikir û Serokatî bi çûnina xwe re sekneke fedaiyane nîşan dabû. Serokatî wê demê wiha dinirxinê; 'Em li Ewropayê diçûn ku derê di wateya herî rast de ew der ji me re hatibûn qedexe kirin'. Em fêr bûbûn û me digot Serokatî dikare vê jî derbas bike, lê di encam de Serokatî, bi kadro û hêza partiyê re hêz e. Serokatî beriya bê revandin bi çend rojan got; 'Pewîste her kes xwe amade bike, ji ber ku rewş awarte ye'. Tevî ku pevajoya komployê bû, lê Serokatî dîsa di wê rewşê de jî parastina nirxên ku bi xwîna şehîdan hatibûn ava kirin dikir. 

'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'

9’ê Cotmehê bi derketina Serokatî re çalakiyên; 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' dest pê kirin. Ji hêla gel ve xwedî derketinek çebû. Dema ku Serokatî li Ewropayê bû her derê ji wî re hate qedexekirin û em bi vê yekê hejiyan. Gelek hevalan bedena xwe dan ber agir û çalakiyên fedaiyane çêbûn. Serokatî dixwest kongreya 6’emîn kom bibe, ji ber ku wî ferq kir ku komplo dikeve meriyetê. Lewma Serokatî dixwest rexistinbûyina me hîn xurttir bike. Di vê bingehê de kongreya 6’emîn kom bû. Li ser vê esasê kongre pêk hat û di wê kongreyê de wek delege 72 hevalên jin cih girtin. Cara yekemîn jin bi nasnameya YAJK’ê tevlî dibû. Serokatî jî dixwest di guhertina paradîgmayê de em wek YAJK’ê peşengtiyê bikin. Jinên ku bûne îrade û rêxistin wê di aliyê guhertinê de pêşengtî bikin.

'JI MILEKÎ VE KOMPLO JI MILEKÎ VE TASFIYEKARÎ'

Serokatî  digot; 'Dibe komplo li ser min be lê, hûn ji min  bêhtir di çarmixê de ne. Xebata min a jinan nîvco ma, ji ber wê dibe ku bi êrîşan re rû bi rû werin. Komplo di bingehê de li ser xebatên Serokatî ên stratejîk dihate kirin. Ji ber wê Serokatî digot; 'hûn bi komployeke hîn xeter re rû bi rû ne, lê ez ê we ji çarmixe rizgar bikim'. Di wê pêvajoyê de me biryara têkoşîneke xurt li dijî komployê dan. Armanc serketin e. Di pêvajoya komployê de Serokatî behsa, hevaltiya kêm kir. Pêwîste em baş li xwe bipirsin. Hîn kongreyê berdewam dikir Serokatî bi awayekî dîl hate girtin. Piştî eserata Serokatî û pêvajoya komployê biryara fedayîbûnê derket holê. Di serî de hevalên jin ev biryar girtin.

Bi komployê re armanc tesfiyekirina tevgerê bû. Di komployê de esas tişta ku li peşiya Serokatî mertal çêkir bêguman çalakiyên fedayî bûn. Çalakiyên ku bi şiyara; 'Hûn nikarin roja me tarî bikin.' Van çalakiyan piştî girtina Serokatî bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' dewam kirin."

Fermandar Delal Amed 3’ê Mijdara 2017'an li Bestayê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Fermandar Delal Amed ji bo gelê Kurd û şervanên azadiyê mînaka dîrokeke têr û tijî ya têkoşînê ye. Ew berxwedêr û parazvana gelê Kurd bû. Bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû yek ji bo afirandina xeta azadiya jinê.