20 bajarên Kurdan di karantînayê de ne

Li çar bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê ketin û derketin hate rawestandin. Ji 7'ê Nîsanê û pê ve jî li 16 bajaran di asta hin herêman de karantîna heye.

Li Bakurê Kurdistanê, kêm be jî testên li ser vîrûsa koronayê dest pê kirin. Li Amedê ku nifûsa xwe nêzî 2 milyon e, heta niha tenê 500 test hatine kirin. Li Şirnexê hejmara mirovên çûne nexweşxaneyê û ketine karantînayê 600-700 kes in. Li Rihayê hejmara nexweşên hatine tespîtkirin gihîşt 20 kesî û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî bi gumana ji şewba vîrûsa koronayê li nexweşxaneyan e. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan pirsî ku çima di nava 27 rojî de li Amedê tenê 500 test hatine kirin. Hikumetê jî ketin û derketina çar bajarên mezin ên Kurdan qedexe kir û li 16 bajaran jî di asta lokal de karantîna ragihand.

Li Amedê hejmara welatiyên ku ji ber şewba vîrûsa koronayê li nexweşxaneyan tên dermankirin zêde dibe. Li nexweşxaneyên cuda tedawiya 148 kesên ku hatinte tespîtkirin bi vîrûsê ne dewam dike. Li servîsa awarte ya nexweşxaneyê 4 nexweş hene û metirsî li ser jiyana wan heye. Li bajêr heta du roj berê 9 welatî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan.

HEJMARA TESTÊ GELEKÎ KÊM E

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ê Amedê Şiyar Guldîken ji MA'yê re axivî û diyar kir ku li bajêr heta niha derdora 500 test hatine kirin û got, "Lê belê ev hejmar ne zella e, ji ber ku pêvajo bi xwe ne zelal e. Divê hîn bêhtir test bên kirin. Tecrûbeyên li cîhanê nîşanî me dide ku çiqas test bê kirin wê ewqas teşhîs hebe. Bi teşhîsê re jî rewş wê karibe bêhtir bê kontrolkirin."

LI ŞIRNEXÊ ZÊDEYÎ 700 KES DI KARANTÎNAYÊ DE NE

Li Şirnexê jî hejmara mirovên bi şewbê ketine roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên Odeya Tabîban a Şirnexê, li bajêr heta niha nêzî 600-700 kes ji ber vîrûsê li Wargeha Xwendekaran, Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê di karantînayê de ne. Li Şirnexê het apêr testa 16 kesan pozîtîf derket û kesek jî di servîsa awarte de ye. Li gorî agahiyan temenê nexweşan ji 20 salî dest pê dike. Hate destnîşankirin ku li bajêr hîn jî ekîpman kêm in. Ji Navendên Tenduristiyê yên Malbatê re maske, lepik, kinc û berçavk a parastinê kêm in.

LI RIHAYÊ NAVENDA TESTÊ NÎNE

Odeya Tabîban a Rihayê ragihand ku 150 kes bi gumana koronayê li servîsên nexweşxaneyan e, bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re cidiyeta şewbê nîne û li bajêr hîn jî navenda testê nîne.

GELO CIHÊKARÎ TÊ KIRIN?

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan ji Wezîrê Parastinê Fahrettîn Koca pirsî ku çima di nava 27 rojî de li Amedê tenê 500 test hatine kirin. Paylan ev pirs kir:

* Li Amedê heta niha çima tenê 500 testên vîrûsa koronayê hatine kirin?

* Di belavkirina testê de ji bo Amedê û bajarên din ên li herêmê gelo cihêkarî tê kirin?

* Welatiyên me wê kengî testên vîrûsa koronayê bi lez û hêsanî peyda bikin?

LI 16 BAJARAN DI ASTA LOKAL DE KARANTÎNA HEYE

Li Bakurê Kurdistanê ketin û derketina ji çar bajarên mezin hate rawestandin. Ji 7'ê Nîsanê ve jî deverên ku li 16 bajaran karantîna lê hene wiha ne:

* Gundê Şahîntepe yê navçeya Kahta ya Semsûrê.

* Gundên Melehesen, Mêrze, Xirbesork, Cemalvêrdî, Hecîbotî, Şemê û Haciyûsûf ên navçeya Dûtax a Agiriyê.

* Gundê Bistîn ê navçeya Çermûkê, taxek Farqînê, gundikê Taştepe yê taxa Bozyer a Erxeniyê yên Amedê.

* Gundê Altindere û sê taxên li navçeya Sasonê ya Êlihê.

* Taxa Doşluce ya bejahiya navçeya Adakli ya Çewlikê.

* Gundê Koyûnlû yê navçeya Mûtkî, gundên Yûmûrtateope, Orenlîk, Çanakduzu û Donertaş ên Tetwanê yên Bedlîsê.

* Gundê Geçîtveren ê navçeya Mazgîrt a Dersimê.

* Gundên Mûratboynû, Eskîbaglar û Gedîktepe yên navçeya Kemahê ya Erzînganê.

* Taxa navendî ya bajarokê Dagpinar, gundê Turkmeşe yê navçeya Dîgorê, gundê Erdagi yê navçeya Sûsûz, gundê Karabag ê navçeya Kagizmanê û gundê Benlîahmet ê navçeya Selîmê yên Qersê.

* Gundê Ilica yê navçeya Darnde, gundê Egnîr ê navçeya Arapgîrê, taxa Kozdere û 5 taxên Darende, Hekîmhan, Arapgîr, Puturge û Kûlûncak ên Meletiyê.

* Gundê Yetkînler ê navçeya Şemrexê û gundê Derînsû yê navçeya Dêrikê yên Mêrdînê.

* Gundên Yazla û Alagun ên navenda Mûşê û gundê Yuzbaşi yê navçeya Kopê.

* Gundikên Akgeçît, Taşyaka, Kayahîsar û Kayali yên navçeya Şîrwanê û gundikên Bîndal û Ankebîr ên gundê kemetaşê yên Sêrtê.

* Gundê Şenbaglar ê navçeya Akincilar, gundên Boyali, Dîleklî, Kûrşûnlû û Yagcilar ên navçeya Koyûlhîsar, gundên Gokçekaş û Boyalica yên navçeya Sûşehrî, gundê Uyuk ê navçeya Yildizelî, gundê Darikol ê navçeya Doganşar û gundê Tûzlagozu yê navçeya Zara yên Sêwasê.

* Sê taxên navenda Rihayê û taxeke navçeya Pirsûsê.

* Gundên Ilicak, Bellîyûrt, Esenyamaç û Ormetaş ên navçeya Elbakê, gundê Han ê navçeya Ebexê, gundikên Çemîk û Tellîkaya yên ser bi gundê Alacayer ê navçeya Şaxê yên Wanê.