2 girtiyên siyasî yên Kurd piştî 10 salan hatin berdan

2 girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Samî Hosiynî û Cemal Mehemedî, piştî 10 salên li zindanên rejîma Îranê hatin berdan.

Li gorî rapora Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyên siyasî Seyyed Sami Hosseini û Seyyed Jamal Mohammadi yên beriya niha bi 10 salan hatibûn girtin, doh ji girtîgeha Navîn a Ûrmiyê hatin berdan.

Herdu girtiyên siyasî 15'ê Hezîrana 2008'an ji aliyê Îtlaatê ve li bajarê Selmastê hatibû girtin û li bajarê Xoyê bi îdîaya "endamên PJAK'ê" ne cezayê îdamê li wan hatibû birîn. Ev hikum piştre ji aliyê dadgeha Ûrmiyê ve hatibû erêkirin.

Dûre Dadgeha Bilind cezayê îdamê kiribû 10 sal cezayê girtîgehê.