Ozturk: Gelê me wê ya pêwîst bike, wê Erdogan têk bibe

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Wanê axivî û got, "Gelê me wê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de li dijî dijminan ya pêwîst bike. Mejiyê Erdogan divê têk biçe."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlamenterên Partiya Çepên Kesk li Wanê bi nûnerên rêxistinên civakî, rûspî, alimên olî û karsazan re civiyan. Civîn li saloneke dawetê ya bajêr pêk hat û gelek kes tevlî bûn.

'GELÊ ME JI BO TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ WÊ DENGÊ XWE BIDE'

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Şengul Polat diyar kir ku gel di hilbijartinê de deng û îradeya xwe bi rengê herî baş nîşan da û got, "Hîn neqediya ye. Di tûra duyemîn de jî gelê me wê ji bo têkbirina faşîzmê ya ji destê xwe tê bike. Li dijî yên ku îradeya me nas nakin, wê gelê me bersiva herî baş bide. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan gelê me wê ya ji destê xwe tê bike."

Piştre endamê Komîsyona Rêxistinên Civakî yên Sivîl a HDP'ê Abdûllah Zeydan axivî û got, "Gelê me li hemberî zilmê û bêedaletiyê serî netewand, her tim li ber xwe da. Gelê me bi kedeke mezin berxwedan gihand vê astê. Em niha di demeke dîrokî de ne û divê her kes mirovên deng nedane me qanih bikin û bikin ku deng bidin. Eger em li şûna berjewendiyên şexsî, malbatî û eşîrî ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd bixebitin, em ê bi ser bikevin. Yekîtiya me beriya her tiştî ye, aştî tenê bi yekîtiyê dikare pêk were. Weke gelê Kurd mafê me ye ku li vê xakê bi ziman, çanda xwe bijîn. Belê em di pêvajoyeke zehmet de ne, lê belê em ê vê faşîzmê rawestînin. Gelê me wê di 28'ê Gulanê de vê faşîzmê têk bibe û bi ser bikeve. Li girtîgehan dayikên me yên 80 salî, siyasetmedar û girtiyên me yên nexweş hene. Ji bo wan divê em bixebitin."

'EGER EM BI WÊREKÎ TEVBIGERIN EM Ê BI SER BIKEVIN'

Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê Dîba Keskîn jî got, "Divê ti carî çoka me nelerize, hêviya me neşikê. Eger em bi wêrekî tevbigerin em ê teqez bi ser bikevin. Em Kurd in û jiyana me bi berxwedanê derbas bû. Em ê dilsozê dîroka xwe bin û têkoşîna xwe dewam bikin."

'DIVÊ ERDOGAN BÊ TÊKBIRIN'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî hilbijartinên 14'ê Gulanê bi bîr xist û got, "Vê desthilatdariyê li çar parçeyên Kurdistanê xwest Kurdan bê îrade bike. Li gel vê yekê Erdogan li ser gelê Kurd polîtîkaya tunekirinê meşand û li Kurdistanê şerekî mezin da destpêkirin. Mirovên me hatin qetilkirin, mirov hatin girtin, êrîş li ser Rojava kirin. 8 sal in vî şerî dewam dikin û piştî hilbijartinê gotin, dengê me kêm bûye. Ev bêexlaqî ye. Dengê me kêm nebû, cihê gelê me heman cih e. Gelê me xeta 3'yemîn a ku Birêz Ocalan pêşniyar kir, hibijart û peyamek da cîhanê. Gelê me di dengdanê de bi xurtî nîşan da ku çi dibe bila bibe operasyon bi ser neketine."

Ozturk ragihand ku li dijî alîgirên demokrasî û azadiyê şer tê kirin û got, "Niha jî êrîşî Mexmûrê dikin. Yekane sedema vî şerî mejiyê Erdogan e. Eger Erdogan biçe wê aştî jî bê welêt, wê aborî jî baş bibe. Ji ber vê yekê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de gelê Kurd wê li dijî dijminan a pêwîst bike. Gelê me wê teqez bi ser bikeve."