'Mohrek dikare gelek tiştan biguherîne'

Parlamentera Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir: "Dengê we gelekî girîng e, her dengek wê çarenûsa welêt diyar bike. Mohrek dikare gelek tiştan biguherîne."

Parlamentera Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di hilbijartina 28'ê Gulanê de wê dengdan ji bo azadî û demokrasiyê bê kirin. Hatîmogûllari got, "Ya faşîzm ya jî demokrasî, ya zordarî ya jî azadî. Ji bo me hilbijartineke wê bi vî rengî be. Bi dezenformasyoneke gelekî mezin kampanya hilbijartinê di tûra duyemîn de jî dewam dikin. Bila hilbijêrên me guh nedin van dezenformasyonan, di 28'ê Gulanê de tevlî dengdanê bibin. Divê bê zanîn ku ev hilbijartin ji bo azadî, demokrasî û komara demokratîk, qet nebe ji bo têkbirina vê rejîmê gelekî girîng e û bi vê girîngiyê deng bê bikaranîn."

'CIVAK LI ALIYÊ GUHERTINÊ YE'

Hatîmogûllari bi bîr xist ku ew bi rengekî çalak tevlî karên hilbijartinê yên 2018'an bû bû, wê demê mirovan ji bo guhertinê helwesteke ewqasî zelal nîşan nedidan, lê belê niha bi şênberî vê helwesta xwe nîşan didin û got, "Civak gelekî wêrek e. Li aliyê guhertinê ye."

Hatîmogûllari anî ziman ku hilbijartin di tûra destpêkê de neqediya, ew neçar in ku xwe bi rengekî baş ji tûra duyemîn re amade bikin û got, "Divê em bikin ku hilbijêrên di 14'ê Gulanê de deng dan, careke din deng bidin û hilbijêran zêde bikin. Yanî divê em beşeke girîng a 10 milyon hilbijêrên deng nedabûn, bikin ku deng bidin. Bi dîtina min, daxwaza civakê ya guhertinê wê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de xwe nîşan bide."

'NEBÊJIN DENGÊ MIN BI KÊR NAYÊ'

Parlamentera Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir: "Ji kerema xwe dengê xwe bidin. Dengê xwe ji bo guhertina rejîma şexsekî bi kar bînin. Dengê we gelekî girîng e, her dengek dikare çarenûsa vî welatî biguherîne. Nebêjin ku dengê min bi kêr nayê. Ciwan divê ji bo xwe, ji bo paşeroj û cografya xwe dengê xwe bidin, li dijî rejîma yek şexsî dengê xwe bi kar bînin. Mirovên me yên ji ber erdhejê mexdûr bûn, ji kerema xwe rêyekê peyda bikin û biçin dengê xwe bidin. Ji bo çûn û hatinê nûmarayên ragihandinê hene ku li ser medya dîjîtal têne parvekirin. Bi rêya wan nûmarayan dikarin biçin dengê xwe bidin. Ji bilî têkbirina vê desthilatdariyê rêyeke din nîne. Mohrek dikare gelek tiştan biguherîne."