Koçyîgît: Armanca me têkbirina Erdogan e

Parlamentera Qersê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn têkbirina Erdogan û rejîma şexsekî ye.

Parlamentera Qersê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser hilbijartinên 28'ê Gulanê ji ANF'ê re axivî. Koçyîgît diyar kir ku dengdana di 28'ê Gulanê de ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê were kirin mîna referandûmekê ye û anî ziman, AKP ji bilî rijandina xwînê û rondikan tiştekî ji bo paşerojê nade kesî. Koçyîgît got, "Di serî de Kurd, Elewî, gelên hatin cudakirin, jin, ciwan di nava vê sîstemê de bêpaşeroj hatin hiştin, bêhn li wan hate çikandin. Lewma di 28'ê Gulanê de wê dengdan li ser rejîmê were kirin. Divê em destnîşan bikin ku referandûmeke. Dengdan wê di navbera demokrasî û rejîma şexsekî, azadî û koletiyê, kar û xizaniyê, jiyana jinê û tunekirina mafê jiyanê de bê kirin."

Koçyîgît ragihand ku li Tirkiyeyê meclîsa herî rastgir û herî neteweperest ava bûye, lewma tercîha di 28'ê Gulanê de were kirin gelekî girîng e. Koçyîgît got, "Ji bo demokrasiyê divê em 28'ê Gulanê teqez dengê xwe bidin û dengê xwe jî ji bo guhertinê bi kar bînin. Ji bo me têkbirina Erdogan û rejîma şexsekî armanceke stratejîk e. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Nabe ku em ti carî vê yekê ji nedîtî ve bên. Mijar li ser jiyan, dîrok, çand, ziman, azadî û paşeroja zarokên me ye."

FIRSENDEKE MEZIN HEYE

Koçyîgît destnîşan kir ku divê her kes zanibe, dengekî bi tenê jî gelekî girîng e, bi vê têgihiştinê tevlî dengdanê bibin û got, "Eger em bi ser bikevin, qet nebe em ê bikevin nava pêvajoyeke asayî. Wê pêşî li azadiya hevalên me vebe ku bi neheqî girtî ne. Rêya vegerê wê li hevalên me yên li sirgûnê vebe. Ji bo guhertinê hêviyeke mezin, firsendeke mezin wê bikeve destê me. Lewma divê em vê firsenda dîrokî baş binirxînin. Pêwîstî bê bêhêvîtiyê nîne. Çi dibe bila bibe di 28'ê Gulanê de em dengê xwe bidin, xwedî li deng û îradeya xwe derkevin. Em rê nedin sîstema şexsekî, rê nedin faşîzmê."