Jinên Maltepeyî: Em biçin dengê xwe bidin û hişmendiya paşverû bişînin!

Jinên Maltepeyî ji bo cara duduyan a hilbijartinên serokkomariyê bang li jinan kir ku ji bo rejîma yekzilamî bişînin, dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.

Jinan, beriya hilbijartinê ku mane çend roj jê re, bi dirûşmeya “Em ê xwe teslîmê tarîtiyê nakin” bang kir ku gel biçe dengê xwe bide.

Jin, tevî hemû astengiyên polîsan ji Îstgeha Plaja Marmaray Sureyya heta Qada Beşçeşmelerê bi dirûşme, tilîlî û stranan meşiyan.

Jinan, li Qada Beşçeşmelerê daxuyanî da. Daxuyaniya jinan wiha bû: “Desthilata AKP’ê ku bi hêzên paşverû yên weke xwe re dibe tifaqê çêdike, şerm nake ku hêj jî ji bo tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê, dengan ji jinan dixwaze. Em dizanin ku ji Peymana Stenbolê di şevekê de bi biryara yek zilamî derketin. Ji bo ku em li ber vê hişmendiyê rabibin, divê em roja Yekşemê biçin dengê xwe bidin. Werin em ji bo maf û jiyana xwe bên ba hev. Ji bo şandina vê hişmendiyê ku em bi salan e li kolan, mal û kargehan rû bi rû dimînin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”