Jinên Amedî: 28’ê Gulanê em ê rejîma yekzilamî têk bibin!

Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê, bang li hemû jinan, rêxistinên jinan, ciwan, raya demokratîk û hemû pêkhateyên muxalefeta civakî kir ku 28’ê Gulanê rejîma yekzilamî bi paş ve bibin û têkoşînê geş bikin.

Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê, li ser hilbijartinên serokkomariyê yên tûra duduyan ên 28’ê Gulanê, daxuyaniyeke nivîskî ya bi sernavê “Bi têkoşîna me ya rêxistinkirî wê dijminên jinan têk biçin” weşand. Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku sedsala duduyan a komarê bi hişmendiyeke yekparêz, redker û zayendperest tê avakirin û wiha hat gotin: “Em baş bawer in ku me desthilata AKP û MHP’ê ya neyara jinan û Kurdan, talankera xwezayê û mêrserwer di hilbijartinên 14’ê Gulanê de rawestand. Bi heman biryardarî û baweriyê em ê 28’ê Gulanê rejîma yekzilamî bi paş ve bibin û têk bibin.”

TÊKOŞÎN DI HER HAL Û MERCÎ DE

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serdema desthilata AKP û MHP’ê de, polîtîkaya tundiya li dijî cudahiyan berdewam e û ev tişt hatin gotin: “Desthilata AKP/MHP’ê, HUDA PAR û Partiya Aramî Ji Nû Ve ku îdeolojiya wan li ser neyartiya jinan ava ye û mêrserwer in jî dane ba xwe û ji xwe re dike armanc ku tundiya heyî yekcar zêde bike. Rejîma yekzilamî berdewam bibe, wê hemû destkeftî, jiyan û maf ji destên me bên girtin. Li dijî tundiya bi her awayî û vê hişmendiya mêrserwer, li her cihê em lê ne, di her hal û mercî de, em ê têbikoşin û dev ji azadî, destkeftî, jiyan û biryarên têkildarê jiyana xwe bernadin.”

BANG JI BO DENGDAYÎNÊ

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Rêya yekane ya civakeke bi wekhevî, jiyaneke adilane û bêyî tundî, geşkirina têkoşînê li dijî rejîma yekzilamî ye. Bi vê boneyê, di serî de hemû pêkhateyên me, hemû jin, rêxistinên jinan, ciwan, raya demokratîk, me bang li hemû pêkhateyên muxalefeta civakî ew e ku em 28’ê Gulanê rejîma yekzilamî bi paş ve bibin û têkoşînê geş bikin.”